Belengaziya me...!! ~ HAWARNET Nêrîn

2/25/12

Çiqasî em kurd belengaz û şerpezene di vê dinya çepel û bê mirovatî û em têde bê serûberin .ne ku welatê me belengaze û bê berheme û ne zengîne
 
XELÎL KALO
Hawar Net
26 Sibat, 2012 Weşandin: 0821 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
      
 

Anku nan nîne yan jî av û qefir û bê mewdane .. na. me jiyan û giyan têde nîne ku em diçine kû derê, em bê rêz û nirxin û xelk li me meyzedike bi çavê ne mirovatî, weke biyanîyan her wekî ku em ni xulyaqeta xwedê ne ,dema kêfa wan çawa tê me di kujin bê hesab .sedema wê jê ewe ku em kurd heta roja îro bê şexsîyetin di ra û çanda wan de , ne mirovin di çivaka xelkê de tenê ximetçiyê wane .

Berî çend rojan tirkan bi qasî /35/ mirovên kurd kuştin bi balefirên cengê weke tu mirîşkan ser jêkê bi sedema terorê yan ji şaşbûne. Sosreta mezin ew bû ku laşê wan mirovên mexdûr avêtine ser hev di ereba terktoreka belediyêde bê rêz û hurmet .ne ku ew mirovên kuştî pêşmergeyên kurdan bûn. berevajî piraniya wan zarwên qerûcîya bûn û di himbêza dewleta tirkû de bûm û haya rayadarên leşkerên herêmê ji wan û karên wan hebû, ku ew mirov qaçaxiyê dikin ,û dibe ku hin ji wan çavê wan bûn .lê dema ku goman ji wan re çêbû dibe ev cekdarê kurda bin, ew felaket bi serê wan de anîn bê rehim û şefeqe .

Bi qasî  wan bi hezaran qat tirkan ji me kuştine di wan salên bûrîde .dema kurdan dawa mafên xweyî mirvatî û netewî kirine .berî vê demê û bi taybet di destpîka sedsala /20/ an de û şûn ve bi sedê hezaran li ser destê siyaset û leşkerên tirkên hovane hatin kuştin û ewarekirin û bi qasî wan jî li welatê cihanê belavbûne ji ber zilm û tundiya wan û eborê .Ev hemo kiryar di bin navê biratiya misilmanî û hev welatiyê de çêdibin ..pirsa ku tê kirin eger em kurd ne misilman bane gelo niha tirkan û di ser erdoganê gawir kiryar û erebên poz tepik û farisan bê dîn ol em qirkiribûn ji kokê .lê heme dîse me qirdikin û texsîr nakin demdem , dema ku dibîbin em ji bin bandora wayî siyasî derdikevin .sedema herî mezin ewe ku heta roja niha tifaqa me nîne û em ne yek hêz û bi ne yek biryarin heta em karibin xwe rizgarkirin ji vê belengaziyê. .

Belengaziya me...!!

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org