19 Sibat , 2012 Weşandin: 0632 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Tê da gelek mucîze hene. Ku însan çiqas bixebite jî nikare van mucîzeyan teva derxîne meyanê çiqas îlîm di pêş ve diçe û fahm û ufqa mirov zêde dibe hinekî din jî, ji Qur’anê fahm dike û jê îstîfade dike.
“Ev kitêba pîroz e. Me ji te ra daxistiye ku bi ayetên wê bifikirin û xwedî hiş, şîretan jê bigrin.”(Sad-29)
Di Qur’anê de gelek mucîze hene ku ji vanan yek jî tekrara kelîmeyan û şirîkatîya hejmarên wan e. Li jêr ji van kelîman hinek cur û hejmara tekrara wan hatiye dayîn.
1- Di Qur’anê de tabîra “heft asîman” 7 caran derbas dibe. Îfada “xuluqandina esmanan (xalq û semawat)” jî heft caran (7) tê tekrarkirin.
2- “Roj (yewm)” bi yekanî 365 caran derbas dibe. Piranîya kelîmeyê “rojan (eyam û yewmeyn)” jî 30 carî tê tekrarkirin. Tekrara kelîmeya mehê jî, 12 ye.
3- Kelîmeya xiyanetê 16 caran derbas dibe û tekrara kelîmeya habîs jî 16 ye.
4- Hejmara tekrara kelîmeyên nebat (gîha) û dar eynî ye. 26 e.
5- Di Qur’anê de kelîmeya ceza 117 carî derbas dibe. Ji prensîbên Qur’anê a bingehîn efukirin jî du qatê vîya 234 carî tê tekrarkirin.
6- Gava em kelîmeya “bibêje” dijmêrin yekuna wî 332 an dibîne. Gava em “gotin” jî dijmêrin hejmara wan eynî derdikevin.
7- Hejmara tekrara kelîmeya dinya û axretê eynî ye. 115 ye.
8- Kelîmeya şeytan 88 caran derbas dibe. Tekrara kelîmeya melek jî eynî ye 88.
9- Kelîmeya îman /bawerî (bê terkîb) di Qur’anê de 25 caran derbas dibe. Hejmara kelîmeya kufur jî eynî ye 25.
10- Kelîmeya zikatê 32 caran derbas dibe. Hejmara tekrara bereketê jî eynî ye.32.
11- Kelîma “rehmetê 79 carî, kelîma hîdayetê jî 79 caran tê tekrarkirinê.
12- Ên qenc (ebrar) 6 caran facîr jî bi qasî nîvê wî derbas dibe3 car
13- Tekrara kelîmeya havîn-germ û zivistan-serma eynî ye 5 caran derbas dibe.
14- Hejmara kelîmeyên hûn (mirov) xuluqand u evdîtî eynî ye. 16 caran derbas dibe.
15- Hejmara kelîmeyên Şereb (ximir) û serxweşî (sekere) eynî ye. 6 caran tê tekrarkirin.
16- kelîmeya zengînî /dewlemendî 26 caran, xizanî jî bi qasî nîvê wî derbas dibe 13 car
17- Kelîmeya însan 65 caran derbas dibe. hejmara yekuna çêbuna merhaleyên însan jî eynî ye.
Ax (turabun) 17
Nutfe /dilopek av (nutfun ) 12
E’leq /xwîneka tîr (embîryo) 6
Parîkek goşt (medax’a) 3
Hestî ( izamun) 15
Goşt (lehmun) 12
Yekun 65
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...