Ji Bo Ronahiya Ronahî TV! ~ HAWARNET Nêrîn

2/21/12

Ev demeke ku weşana Ronahî TV destpêkirî, bi weşana xwe re, şahî, şadî, hêvî û heyecanek mezin, di dil û mêjiyê gelê me de vejiyandî! Bi derfetên mutawazî, ji bo armancên civakê yên pîroz, ked û kedkariyek bê hempa... roj be roj, xwe rêz dike, her weha, mêjî û dilên me Ronahî dike!....
 
XELÎL XEMGÎN
Hawar Net
22 Sibat , 2012 Weşandin: 0145 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
      
 

Ji bo Rojavayê Kurdistanê, Ronahî Tv tê çi wateyê, pêwîst nake ku carek din, em li vir binirxînin, ji xwe nirxandina herî bi wate û resen, di dema weşana Testê de, me hemiyan heyecan û hêviyên gelê me “bi teybetî li rojava” temaşe û gudarî kir...

Mijara ku dixwezim bi we xwendevanên hêja re parvebikim, ji kar û barê televzyonê bêhtir, belkî jî, peywendarî kar û barê çand û hunerê, yê ku di ekrana TV de, tê weşandin e!

Raste, kar û barê televizyonvaniyê,bi serê xwe biranşek teybete, her weha, gelekî bi cidiyet û nazike! Karekî hesas e!, “ hûr û kûr e, zor û zehmet e, pêlava xwe kaxez e, rêya xwe herdem şil û pile!...” ji bo bistek saetê, keda bi rojan dixweze!... kêmasî û şaşiyan qet napejirîne!.... televîzyonvanî, hawîrkanek bi kat û demê re ye!... hwd.

Êdî, piştî weşana “ test ” piraniya bernameyên li welat tên amede kirin, hin û hin tên weşandin ê... piraniya van bernameyan, bi teybetî ên çandî û hunerî, her weha Clip û stranin.... herî dawiyê, min konsertek temaşekir, ( xwezî min temaşe nekira...) bi kurtî, ango dema merev van bernameyan hemiyan bide ber pîvanên kar û barê televîzyonvaniyê, bê guman, encameke pêwîstiya nirxandinê, bi xwe re peyde dike! Di encamê de, R. TV saziya gele, pêwîste gel jî, weku ronya çavên xwe, xwidî li vê saziyê derkeve!...

Bê şik û gumane, em derfet û hoyên gelê xwe, ji nêz ve dizanin û pê agahdarin!, em dizanin, bi kîjan ked û çi zor û zehmetî, ew bername tên amedekirin, her weha, kêmderfetî û bê ezmunî ( tecrûbe ) jî, rolekî neyînî peyde dike....

Lê belê, xala ku dixwezim balê bikşînim serê, zihniyet û nêzîkahiya vê xebatê ye! Tiştê ku dixwezim binrxînim û rexnebikim, divê ku hîn zû be!, lê belê, ji bo paşerojê, bi teybetî, ji bo naverok û resentiya bernameyên TV, pêwîst û girîng dibînim....

Yekemîn: zihniyet û nêzîkahiya xebata çêkirina bernaman û kar û barê televîzyonvaniyê!

Bi baweriya min, di nêzîkahiya vê xebatê de, ger çiqasî heyecan û dilgermiya bihestyar hebe jî, lê hê jî hewildanên xebatên profesiyonal lewaz in!, pêwîste zihniyeta me ya ku vê xebatê birêve dibe, li gor wateya ekranê, norm û qalibên bingehîn avabike be, her weha, bi armanca profesionalî, xwidî plansazî û neqşerêyî be!, ji ber ku, nazikî û hesasbûna ekranê, qet dobarekirina şaşî û kêmasiyan tehemul nake!.... lewma em dibêjin pêdivî, bi norm û qalibên vê xebata nazik, heye.

Gelo norm û qalibên mijara gotinê çi ye?, merev bi hisanî dikare bêje: xebata profesional e!, weku mînak, rêkupêkirina teknîkî, estetik, ya herî girîng jî, naverok e! Ji xwe, xebata televîzyonekî, li nik nasnameya xwe ya netewî, bi van sê ( 3 ) norm ên “ naverok, teknîkî û estetik” derbazî ketegoriya profesionaliyê dibe!....

İca, mîna li jorê me gotî, zihniyeta xwe li gora vê yekê tevgêr bike, bi pirênsîba her tişt bikedê tête afirandin, bi berpirsiyartiya civakê tev bigere, her weha bi hesasiyetek bilind çavdêriya xwe bimeşîne.... bê şik û guman, wê paşeroja Ronahî TV. Bi gerantî bike...

Pêşneyara me ji bo vê xebatê, ( belkî hebe jî, ez ne agehdarim ) ku di demek kurt û bi lezgînî, “ bi teybetî li welat” saziyek ji pisporan, bo perwerdeya xebata Televîzonê bête avakirin e!...


Xala duyemîn ku dixwezim binrxînim, ya çand, huner û estetîk e, yanê

“ xeml û şemil e”...

Di destpêkê de, pêwîste ku bêjim, mebesta min ji vê nirxandinê, ne biçûk dîtina kes û koman e!, an bê watekirina ked û kedkarên çand û hunerê ye!,.. armanca me, ew e ku, bi vebûna TV re, em çawa bikaribin derbazî qonaxek nuh bibin, her weha, kêmasî û şaşiyan kêm bikin....!

Di bernameyên tên amede kirin de, bi teybetî, di warê estetîk û teknîkî de,

riknên bernameyekê “ Dekor, Ronahî, Deng û Wênekirdin e”!, bifikirin, tu wêneyekî amede dike, lê belê, ne tu tenê lê temaşe dike, bi dehezaran, belkî jî, bi milyonan mirov lê temaşe dikin.... her weha, êdî çavên mirovan hînî standartên gerdonî û pêşketina teknolojiya bûne, êdî weşanên bê estetîk û şêwazên ametorî, ji bo mirovan ne balkêşin!....

Raste, madem Ekrana TV, ji bo civakê dibîstan û perwedeya herî bi bandore, pêwîste, xemil û şemla vê dibîstanê, bi heybet, sempatîk, cidî û xwdî zimanekî teybet be!. Ji cil û bergan de, ta hakîmbûna ziman, ji tonê dengî de, ta mikyaj û liv û awiran “ bi şêwazekî siruştî, lê belê bi cidiyet...” ji bo ekranê gelekî girîngin!.. di vê derbarê de, tecrûbeyên Med TV, Medya TV û Roj TV, hen e.

Min bi xwe dîtî, di amedekariya bernameyan de, wan xebatkaran çawa studioyên xwe amede dikirin, çawa bi nênûkên tiliyan dekor û dike yên pêşbirkan paqij dikin, bê çawa kontrola cil û berg ûhwd, amede dikin...

Heman tişt, ji bo beşên hunerê jî, merev dikane bêje.

Heya niha, bêhitir beşa muzîkê tête weşanê, belkî jî, ji ber destpêke lewma giranî li ser beşa muzîkê ye, bê guman pêdiviya beşên wêje, şano, wênevanî, nîgarî ûhwd, heye. Hêvî dikim ku di paşerojê de, cihê xwe di ekrana R. TV de bistînin...

Di beşa duyemîn de, wê berdewam bike!

Ji Bo Ronahiya Ronahî TV!

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org