PDK + PKK = Rojavayê Kurdistan û … ~ HAWARNET Nêrîn

2/27/12

Wek 30-40 sal berê, niha jî Amerika û Ewropî şaşiyan dikin.
 
MEMO ŞAHÎN
Hawar Net
01 Adar, 2012 Weşandin: 0610 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
      
 

Dixwestin bi kemberek îslamî Yekitiya Sovyetan dorpeç bikin û bifetisînin. Bona vê jî tovên hêzên siyasî ya

îslamî çandin, hêz dan wan û mezin kirin. Niha ev deh sale ku ji destên El Qaide û Taliban terorizmê diçînin.Ber ku hêzên îslamî yên tund û tûj wek El Qaide û Taliban bûn belayê serê Amerika û hevkarên wê, niha jî dixwazin pêşiya wan bi hêzên îslamî yên 'ligth-nerm' bigrin. Lê ne mûmkîn e.

Salek berê ba û bagerek ji Tunisê rabû, paşê derbasî Misir, Libya û Yemenê bû û niha jî gihîşt sînor û qeraxên Kurdistanê. Û ûsa sedsala tevgera Birayên Misilman jî destpêkir. Tunis,

Fas, Misir, Libya û Yemen ji niha de ketin bin destên hêzên îslamî, tevgera Birayên Misilman, an jî yên wek wan. Ma Sûriyê û niha avê serê wê jî dikele. Ne dûre ku rejima Baas a Sûriyeyê hilweşe û li cihê wê Birayên Bisilman bibin desthilatdar.

Em ê çi bikin?

Helwesta me Kurdan wê çi bibe? Em dikarin çi bi destxin?

Tirkiyê ku dibê 'pirsa Kurd nîn e û Kurdî ne zimanekî medeniyetê ye', hamî û piştgirê hêzên îslami yên Sûriyê ye. Tirkiyê komên çekdar perwerde dike, wan derbasî Sûriyeyê dike, rêxistina Ihvanî Mislûmîn dihewîne û bi her awayî alikariya wan dike.
 Sûriye firsendek mezin e ji bo Kurdan. Ne tenê bo Kurdên rojavayê Kurdistanê, her ûsa bo hemû perçeyên Kurdistanê. Kurd li Sûriyeyê ev 60 salin ku rêxistin bûne, partî û sazî avakirine. Niha jî ev 30 sale ku PKK di nav Kurdên Rojava de cihê xwe qehim kiriye. Bi hezaran keç û xortên Rojava çûn li Bakûr, Rojhilat û Başûr canê xwe dan, bûn cangoriyên gel û welatê xwe.

Em hemû jî dizanin ku niha du-sê hêzên sereke li hemû perçeyên Kurdistanê bi tesîr in. Hinek ji aliyê manevî de, rûhî de, hinek ji alî fîzîkî û zêdebûne heval û hogirên xwe ve. Ev jî Partî Demokratî Kurdistan (PDK), Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) ne. Ger ev hêz li ser konsept û stratejiyeke hevbeş siyasetê bikin yek, wê gûhertinên mezin li hemû perçeyên Kurdistanê çêbin. Hevkariya ev her sê hêzên mezin û ya Partî/Hizba Demokrat a Kurdistana Îran teminata Kurdistanê ye.

Li ser Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê gelek hêzên navnetewî û cîranên Kurdistanê di nav hewldanan de ne. Me behsa Tirkiyeyê kir. Kî dikare bêje ku plan û programên Îran û Iraqê tûne ne, ev têkildar nîn in? Amerika (DYA), Yekitiya Ewropa, Rusya û Çîn di nav wan çend mehên dawî de li ser çi dişêwirin? Ma hewldanên Fransa, Almanya û Îngîlîstanê ji bo çi ne? Çima rola Misir, ku hêna leşkerê Mubarek desthilatdar e, ewqas zêde ye?
 

Erêbîstana Siudî, Qatar û yên din hewce nake ku meriv bi nav bike.

Dema ku Kurd bi dengekî hevbeş dernekevin pêşberî rayagiştî û daxwazên xwe ji bo rojavayê Kurdistanê nekin yek, wê ew hêzên mezin; DYA û yên din qet tiştek jî nadin Kurdan. Sed sal berê jî ûsa bû, wê êsta jî wer be.

Teminata rojavayê Kurdistanê bere û cepheyek netewî ye. Ev çend roj in ku hemû rêxistin û partiyên Kurdan hatine ba hev. Ev baş e, pewîste hemû Kurdên welatparêz piştgiriya wan bikin. Ger ev biryar ûsa bîmine û bereyek bi rêk û pêk avabe, wê Kurd li ser welatê xwe serwer û desthilatdar bin.

Ger di sala 1991'an de Bereyê Kurdistanê nebûya, başûrê Kurdistanê diket destên partiyên Kurd? Kurd dîsa şûrên xwe dijî hev nedikişandin û bo desthilatdariyê şerê hev nedikirin?

Bere û Eniya Kurdistanê jî hebû, lê dîsa jî di şeva hilbijartina 19'ê Gulana 1992'an her du hêzên sereke yên başûrê Kurdistan ketin nav sengeran. Ger Bereya Kurdistanê û Amerikî nebûna, şerê birakûjîyê di heman şevê de derdiket. Paşê Bereya Kurdistan belavbû û şerê birakûjiyê dû sal şunde di 1994'an de destpêkir.

Bona ku em ji ezmûne û tecrûbeyên xwe û ya cihanê dersan derxin û şaşitiyên bingehîn nekin, pêwistiya me niha li rojavayê Kurdistanê bi bereyek, eniyek netewî heye. Ev teminata Kurdistanê ye. Ev garantiya gelê Kurd e. Ev riya neyarên Kurdistanê digre.

Di siyasetê de ger dem û konjuktûr li hev nehatîbe, yek û yek nakin didû. Lê ger dem hatibe, ji yek û yek dibe deh û hên zêde jî.

Dema ev bere û enî avabû, pêwiste hêzên mezin û sereke ji xwe bawer û dûrbîn bin, xwediyê vîzyonek netewî bin û hewlbidin ku rêxistin û hêzên biçûk, ronakbîr û şexsiyetên Kurd jî rola xwe bilêyizînin. Derûdorê me bi gûran ve hatiye dorpeçkirin.

Di nav bereyek, eniyek ûsa de pêwiste balansek jî hebe. Ger topiz û gurza qantarê ber bi aliyekî ve bikîşîne, nabe. Lê dema qala balansê jî tê kirin, dîsa beşdariya hêzan li gor quweta wan be, yanî adil be. Aliyê din de ev bere û enî pêwiste bernameya xwe bo pênc an jî deh salên peş me bike û wek cepheyên netewî ku piştî rûxandina rejimên koledar li Afrika hatine ser hûkim, bixebite. Destxistina statûyek navnetewî bo rojavayê Kurdistan wê tesira xwe li hemû parçeyên Kurdistanê jî bike. Û dibe ku vê carê Bihara Kurdistanê ji rojava destpêbike û pel bi pel belav bibe. Ger em nebin yek, ew firsenda ku hatiya pêş me, wê ji dest me bireve û em ê vê carê jî bibin koleyên 'birayên' misilman!

PDK + PKK = Rojavayê Kurdistan û …

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org