Asoya Sor a Rojhilat… ~ HAWARNET Nêrîn

3/14/12

Rojhilata Navîn,dayîka şaristaniyê ketiye ber êş û janeke vejînê, êşeke giran û domdar. Dayîka mezin û temen dirêj piştî demeke dirêj bizar bûye,cîhan di benda zarokek keç ya bedew û tenaz e. Ev demeke ku keça dela, di zikê dayika xwe ya bi temen de xwe dilivîn e, libata keçika dela û tenaz dilgermiyek daye derudoran.
 
FORUMA HEVBEŞ
Hawar Net
15 Adar, 2012 Weşandin: 0838 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
      
 

Erê, dayika bi temen piştî demeke dirêj careke din avis bûye. Pir kêfxweşe ku zaroka wê keçeke bedew, azad û jîr be. Êdî kurê wê mezin bûne, rûyê wan sipî û pişta wan xwer bûye, bi gopalan dimeşin, kurên har û netebitî.

Guman heye ku keça bedew û xewrewên bibe firişteya rizgariyê ji bo şaristaniya kevnar  ya hezar salan , şûnwarê yekemîn xwedawenda jin(Îştar-Star),diyarê Gilgamêş,biheşta yekemîn ya jin û mêrê azad(Adem û Hewa),jêdera diwana xwedawendan(Pantêon-Zîgûrat), dayîka hemû olên esmanî,warê Îbrahî, Zerdeşt, Şîrîn û Ferhad, Mardox.Belqîs,Îsa,Mûsa,Manî û H.Mihemed.

Kaniya  jiyanê Firat û Dijle,Mozeya cîhanê Nemrûd û Babil,yekemîn kebeya mirovan Qudis,yekemîn parka cîhanê Baxşeyê Îrem …hwd.

Erê diyalektika dîrokê dubare dibe,wê keça delal bi xendeya xwe rûyê tirş û sikûmê xemgîn yê daîka pîr bikenîne û dilê wê geş bike.

Textê Nemrûd, Firewn û Qarûnan diheje, bi hatina firişeya beheşta fîrdews, Ehrîman û dêw mala xwe bar dikin û bi dileke kul û nefret, diçin dojaha ku bixwe çêkiribûn, dojeha ku bi salane di agirgeha wê de her tim agir geş û gur e.

Careke din şerê Îştar û Enkî destpê kirî ye, dayîka Îştar daxaza 114 Meyê xwe dike,lê Enkiyê fêlker û jîr wan nade,careke din Ehûramezda di tekoşîneke giran li gel Ehrîmen mizginiya gerdûneke azad,aram û wekhev dide.

Mensûrê Helac careke din bi gotina Enelheq û Kawayê Hesinkar bi dasa xwe ve vedigerin, tên ku împratoriya zilm û zorê di binî ve hilweşînin.

Jibîr nekin ku di pişt taritiya kûr ya şevê de spêdeya berbangê derdikeve,spêdeya berbanga Rojhilata Navîn di dilê taritiya şeva reş de serê xwe derxistiye û xunava ser porê sipî ya dayîka delal radibe.

Befrîna delal di dilê berfa cemidî de bişkifî, mizginiya Biharê dide, di şefeqa mirovahiyê de roja dadperwer li pişt ciyayê Agirî û zagrosan de serî hildide.

Belkî roja Armagedonê nêz e, Roja jivanê ya rizgariya mirovan, roja ku Tewrat û Zebûrê qala wê kirine.
Erê! Ew diçin; weke kefa rûyê avê, erê ew hildiweşin, weke pelên daran yên payîzê,kêlî bi kêkî, dilop dilp.

 Gav bi gav meydan ji wan re tengav dibe,ji wan re axir zeman e,Mesîhayê serdemê şûrê xwe hilgirtî ye li duv Decalê serdemê,êdî hedara wî nemay e.

Êdî demjimêr di kemîna roja jivanê  û benda asoya sor in ku ji Rojhilat de di sipêdeyê de rengê asîmanan sor û  qimer dike…. ew roj nêze, êdî zivistan bidawî dibe, Adar tê……..

ferhad Rojhilat

Asoya Sor a Rojhilat…

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org