Adar û kurd ~ HAWARNET Nêrîn

3/14/12

Avdar yan adar heyveke pîroz,  di dîroka gel ê kurd deye.
 
AZAR SWÊŞ
Hawar Net
15 Adar, 2012 Weşandin: 0932 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
      
 

Dema ku navê avdarê tê gotin, dîrêkt xem, şahî, çelengî, qehremanî û buhar tên bîra mirov.

Avdar û kurd mîna neynûk û goşt, giyan û laş hevgirêdayîne.

Di vê heyvê de, hunermendê nemir yê kurd Mihemed Şêxo koça dawî kir, hunermendê ku bi deng û awazên xwe, sitran û tembûra xwe, xemla deşt, çiya û rûbarên kurdistanê temsîl dikir.

Hunermendê ku  bost bi  bost kurdperwerî, li xaka welatê me kurdistan diçand.

Ji xwe, wê em kurd tu car û car wî, ji bîr nekin. Û emê, ne  tenê, di adarê de, wî bi bîr bînin, lê di her roj, heyv û demsalên salê de, bi bîr bînin.

Kî wê bavê Felek ji bîr bike?

Kî wê, min bihîstî tu nexweşe dilo ji bîr bike?

Kî wê, gava ez mirim gelî zindiyan ji bîr bike?

Kî wê xem û xeyalê ji bîr bike?

Kî wê Nesrîn ji bîr bike?

Dîsa raperîna gelê kurd, li başûr rojavayê kurdistanê heyşt salên xwe temam dike û dikeve sala nehan de.

Di vê raperînê de, û li dijî rêjîma Bees ya faşist, gelê kurd rûpelekî bi rûmet di eniya dîrokê de nivîsand. Yekitiyeke bê hempa ku em her dem hewcedarî wê ne, çêkir.

Iroj 12 ê Avdarê ye, li seranserî rojava, û li seranserî Sûriya li dijî rêjîmê, raperîn  û serhildan e.

Gerek dike, ku gelê kurd wê yekîtiya ku berî heyşt salan,  û bi xwîna leheng û qehremanên xwe çêkir, ji xwe re her dem, bike mînak û li ser wê yekîtiya giran buha, partiyên kurd jî, yekîtiya xwe, ji boyî nirxên neteweyî bi lez çêbikin û ji xwe îroj derfetên zêrîn jî hene.

Di 12 ê Avdarê de, kaniya mêrxasiya kurdan teqiya.

Di 12 ê Avdarê de, erşê dîktarê şamê hejiya.

Di 12 ê Avdarê de, tevna kurdewariyê hate rêsan.

Di 12 ê Avdarê de, ala  kurdewariyê hate hildan.

Di vê rojê de, wê gelê kurd,  hemû şehîdên xwe, yên 12 ê Avdarê bi bîr bîne, û wê li ser gorên wan qefdên gulan yên kesk-sor-zer raxîne.

12 ê avdarê bû û wê bibe bingeha serkeftin û yekîtiya kurdan li başûr rojavayê kurdistanê

bijî 12 ê avdarê

bijî raperîn û yekîtiya gelê kurd

bijî kurd û kurdistan

şehîd namirin

Adar û kurd

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org