Ev yek rast e û gelşeke pir mezin e. Ji ber ku li zarokxaneyan zarok zû asîmîle dibin.
Berê li Kurdistanê ji ber ku di her malbatê da çend cîl bi hev ra dijiyan û piraniya jinan jî nedixebitîn, li mal bûn, loma jî zarok heta 7 saliya xwe bi kurdî baş xerab bingehek digirtin û ji asîmîlasyona total xelas dibûn.
Tirkî, piştî ku dest bi dibistanê dikirin fêr dibûn. Lê heta 7 saliyê bingehek kurdî digirtin. Vê bingehê ew ji asîmîlasyonê xelas dikir. Ji xwe sebebê ku kurd heta nuha asîmîle nebûne ev e, heta heft saliya xwe bi kurdî dipeyivîn û dû ra li dibistanê jî tirkî fêr dibûn.
Loma jî zarok weke îro zû asîmîle nedibûn.
Lê îro rewş li Kurdistanê hatiye guhertin, malbat biçûk bûne û gelek jin jî weke mêran dixebitin, kesên li mal li zarokan binêrin tunene. Loma jî gelek dê û bav mecbûr dibin ku zarokên xwe bişînin zarokxaneyan.
Û li zarokxaneyan jî ji ber ku ziman bi tirkî ye zarok zû asîmîle dibin û li malê naxwazin bi dê û bavên xwe ra bi kurdî bipeyivin.
Li Swêd him zarokxane hene û him jî sîstema ”dadîtiyê”, nêrîna li malê heye.
Zarokxane weke dibistanan ji alî belediyê ve tê vekirin, belediye mecbûr e ji bo hemû zarokên wê taxê cî temîn bike.
Û li alî din sîstema dadîtiyê heye. Yanî jinek li mala xwe li çend zarokan mêze dike.
Dê û bav weke bibin zarokxaneyê, zarokên xwe dibin mala dadiyê û êvarî jî gava ji kar tên diçin zarokên digrin.
Dibê êdî li Kurdistanê jî ev sîstem hebe. Yanî him zarokxane û him jî jinên ya jî kesên ku li malan li zarokan mêze dikin hebin. Bi tirkî jê ra dibêjin, ”çocûk bakicisi” yanî kesa ku li zarokan dinêre.
Weke li Swêd, dibê li Diyarbekrê û li bajarên din yên Kurdistanê jî belediye zarokxaneyan veke.
Na heger qanûn nuha dest nade, wê demê jî dibê kesên kurd dest bavêjin vî karî û li alî din jî sîstema dadîtiyê jî were destpêkirin.
Dema tiştekî wiha dest pê bike weke dersxaneyan, ewê zû belav bibe û kesên xwenda û ehil, bi tahsîl jî ewê dest bavêjin vî karî.
Ya din, ji xwe ji dêlî ku meriv zarokên xwe bişîne zarokxaneyeke tirkperest ku zarokên meriv asîmîle bike, meriv deyne ba jineke kurd ya kurdîaxêv sed qatî çêtir e.
Hema ew jin qet tiştekî nizanibe, heta êvarî bi zarokan ra bi kurdî bipeyive jî bes e.
Û ji xwe gava bazar hebe, însanên zana, bi tahsîl û ehlê vî karî jî weke dersxaneyan ewê têkevin bazarê û dest bi vî karî bikin.
Loma jî kêmasî û sûc ji zarokxaneyan bêtir, yê dê û bava ye, weke bav yê Baydemîr e..
Baydemîr ne mecbûr e zarokên xwe bişîne zarokxaneyeke ku zarokên wî asîmîle dike, dikane deyne ba jineke kurd.
Li Diyarbekrê bi hezaran kesên bêkar hene. Her jinek li mala xwe ya jî li mala zarokekî dikane li çend zarokan binêre. Kêmasiyên jinê hebe meriv dikane perwerde û fêr bike, lîstok û materyalên din temîn bike….
Yanî dema belediye, siyasetmedar, ronakbîr û dê û bav serên xwe bi vê meseleyê ra biêşînin riyên çareseriyê pir in.
Ji bo kurdan mesele perwerdeya zarokan ya berî dibistanê îro meseleya herî girîng e, dibê kurd di zarokaxaneyan da asîmîlebûna zarokên xwe ebeden qebûl nekin û zarokên xwe neşînin van hêlînên asîmîlasyonê.
Lê li gel vê zanînê jî kesên zarokên xwe bişînin zarokxaneyên tirkî wê demê jî mafê wan yê gazinan tuneye.
Hukûmeta AKP-ê dest bi çivan kir
Wezîrê perwerdeyê yê Tirkiyê Omer Dînçer, derbarê perwerdeya bi zimanê kurdî da weke lutfeke mezin gotiye, ”kurdî dikane bibe derseke hilbijartî…”
Berê digotin kurd tunene, heta me hebûna kurdan bi wan da qebûlkirin çermê eniya me qetiya.
Nuha ndibêjin kurd hene lê mafê wan yê netewî tuneye, em perwerdeya bi kurdî qebûl nakin, kurdî dikane bibe derseke hilbijartî.
Dînçer û hukûmeta wî baş dizane ku kurd tiştekî wiha qebûl nakin, kurd weke her miletî mafên xwe yên netewî dixwazin, ji kesî xêr û sedeqeyekê naxwazin.
Hukûmeta AKP-ê bi çivên wiha dixwaze wextê dirêj bike, lê kurd dersmersên ”hilbijartî ” qebûl nakin, dibê hukûmet vê çîrokê ji bîr bike.
Çi mafên tirkan heye, dibê yên kurdan jî hebe. Heger hûn dixwazin kurd û tirk bi hev ra di bin banê dewletekê da bijîn berî her tiştî dibê nasnameya kurd were qebûlkirin û zimanê kurdî bibe zimanê resmî, dibê navê wealtê kurdan û ala wan were qebûlkirin.
”Dersên hilbijarte, qursên zimanê kurdî”, vana ne pêşniyarên qebûlkirinê ne, dibê tirk dev ji van taktîk û çivan berdin.
Kak Zînar,
ReplyDeletebila destê te sax be. Ev tishtên cenabê nivisin e tev rast in. Ji xwe kurdan erkên xwe yên netewî bi meshandina dewleta Tirk wê wan naskiribûna. Ma gelo kîjan kurdên bakur zarokên xwe fêrî zimanê dayikê dike? Ma gelo mical û imkanên wan di malên wan de ji bo fêrbûna zimanê wan tune ne? Bi ya min tishtê bi gishtî ji kurdên bakur kêm "bîreweriya kurdbûnê" ye. Rastgo