Têgeha Çaksaziyê ~ HAWARNET Nêrîn

3/9/12

Kurdistan û tevahiya rojhilatê navîn pêdivî bi çaksaziyê hene.


BEDEL BOSELÎ
Hawar Net
10 Adar, 2012 Weşandin: 0321 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com


Cidahiya pêdiviyên me hene ku heger welatên dî çaksaziyê nekin, dê rêveberên wan bi şermezarî û zorî biçin, lê heger em çaksaziyê nekîn dê Kurdistana me bikeve ber devê dagirker û xêrnexwazan, belkî ev destkeftiyên me jî dê ji destê me biçin. Niha keda sereke û rasteqîn ya rêvebrên Kurdistanê çaksazî ye. Çaksazî ne tenê guhertina rêveberan an çêkirina avahiyên nû ye. Werin em berê xwe bidîn têgeha çaksaziyê.

Divê hem rehê peyva “çaksazî” hem jî têgeha wê baş û têr bizanîn. Ev pir girîng e. Ji ber ku peyv û diyardeyên cida dikevin têkiliyê û bandorên mezin li ser hest û ramanan dikin. Ew hest û raman biryarên jiyana rojane rêve dibin. Rêvebirina jiyana me dibe şexsiyeta me û ew jî feleka me ango qedera me ye. Di zanistê de ji bo van pêkhateyên pir bi bandor re dibêjin “ bandora kaosê”. Ji bo bandora peyvan ya li ser kesayetî û cîvatê mînaka balkêş peyvên “siyaset” û “polîtîka” ne. Siyaset peyveka rojhilatî ango şerqî ye. Ji peyva “seyîs” ya ku wateya wê “terbiyekirina hespan” peyda bûye û têgehek ya siyasetê “terbiyekirin û rêvebrina cîvatê ye”. “Polîtîka” jî peyva rojavayî (Ewropî) ye wateya wê “parêzvanî û çakkirna bajarî ye”. Gava em berê xwe didîn dîrokê her cîvat li gor têgeha peyva xwe li rêberên xwe dinihêre, rêber jî her wûsa. Belê peyv û têgihiştina wê rengê xwe dide dahatûyê. Pirtirîn dîktator li rojhilatê navîn peyda dibin, dibe ku sedemek jê ev têgeh be. Vêca bi vê hişmendiyê em berê xwe bidin peyv û têgeha “çaksazîyê”.

Peyva “çaksazî” ji “çak” û “saz” pêk tê. “Çak” bi kurmancî wekî “çê” jî tê vegotin. Peyvên wekî “çêkirin”, “çêtir” bînin bîra xwe. Rehê peyvê wateyên “qenc”, “baş”, “sax” û “rind” jî dide. “-saz” jî wateya “çêker” dide. Çêkirin û duristkirina tiştekê. Pê peyvên wekî “karsaz”, “wênesaz”, “netewesaz” tên çêkirin. Belê wekî peyv wateya “çaksaziyê” eve e. Lê di siyasetê de têgeh û wate ji rehê wê berfirehtir in.
Belê çaksazî bi ingilîzî “reform”, bi erebî jî “islahiyet” e. Pênasa wê ya cîvakî û siyasî ev e: “Ji bo baştirkirin û qenctirkirina rewşa cîvakê vegûherîn û pêşketinên bingehîn, veguhestina rewşê ber bi başiyê ve ye”. Di çaksaziyê de veguherîn gav bi gav û nerm in. Ji ber ku her tişt bi dijberê xwe baş tê nasîn em “çaksazî” û “şoreş” bidîn ber hev mijar dê zelal bibe û têrtir bê têgihiştin. Şoreş û çaksazî heger hinek dişibin hev jî ji gelek aliyan ve dijber in. Wekî me gotiye di çaksaziyê de bingeha cîvakê hêdî hêdî tê veguherîn, lêxebitîn bi plan, gav bi gav û nerm dimeşin. Sazûmaniya heyî tê veguhestin ji bo baştirkirinê. Lê di şoreşê de veguherînên bingeha cîvatê di demek kurt de pêk tên, sazûmanî ango sîstema heyî tê rakirin û yeka nû tê danîn. Guherîn hişk û hişk e. (Hişk: Lez)
Em li ser kompûterê şîrove bikîn. Bila Kompûter Kurdistan, Vîrûs jî gendelî û têkçûna cîvatê be. Hizir bikîn ku li kompûtera me sîstema Wîndows XP avakiriye û vîrûs ketînê, sazûmanî  (sîstem) bê serûber bûye. Em dê çi bikîn? 2 rê li pêşiya me ne.

Rêya yekem ev e: Em dê bi bernameyan vîrûsan paqij û sererast, çak û baş bikîn, belkî dê ji Wîndows XP’yê veguhezîn bo Windows 7’ê ya baştir. Çima hinek sîstemên dî yên wekî Lînûxê hene û em her sîstema Wîndowsê bikar bînîn? Piraniya cîhanê Wîndowsê bikar tîne, bername û nivîsbariyên pêşketî bi piranî ji bo wê tên dahênandin, derfetên wê pirtir in. Belê me sîstema Wîndowsê ya baştir lê bar kir, hem destkeftî û pêzanînên berê hêj bi kêr in çimkî sazûmaniya heyî hatiye çakkirin. Her wekî dî heger em man asê peydakirna arîkariyê hêsantir e, em ne bi tenê ne. Belê ev mînaka çaksaziyê ye. Belê ka çawa bi guherîna hinek bernameyan kompûter ji vîrûsan rizgar nabe û lewma me sîstema heyî veguherî û paqij kir, em neşên li Kurdistanê ji bo guherîna rêveberan bêjîn “çaksazî”. Çimkî sîstem nehatiye guherîn, kiyê bêt ser kompûterê bêgav e ku dê bi wê sîstemê xebatê bike. Di vê sîstema bingehîn û hişmendî bê pakkirin û veguheztin.

Rêya duwem ev e: Em dê bibêjîn “Hemû vîrûs û xirabî di sîstema Wîndowsê de dê her peyda bibin çimkî Vîrûs û Antîvîrûs bo Wîndowsê tên çêkirin. Bi taybet şerîkeyên Antîvîrûsan vê xirabiyê didin kirin ji bo berjewendiyên xwe, da ku em bernameyên wan bikirîn. Hem bernameyên Wîndowsê hemû bi pere ne. Hindî ev sîstem hebe dê gendelî, dizîna mafê dahêneran û xirabî her peyda bibin. Çimkî armanca wê pere û şelandina cîvatê ye. Lewma cîvakê tûşî pirsgirekan dikin. Heger em kompûtera xwe format bikîn, ango sazûmaniya heyî digel bingeha heyî rakîn û sîstema Lînûx ÛBÛNTÛ’yê li ser bingehek pir cida ava bikîn wê demê pirsgirek ew qas hindik dibnin. Wekî Îmamê Elî (x.j.r) gotiye “Ya pir hindik li ser hûkmê neyîniyê ye”. Hem sîstem û bernameyên Lînûxê bê pere ne, vîrûs nikarin bikevinê, wek Wîndowsê ne emperyalên serdest dahênandie lê gelên cîhanê bi yekitî û parvekirinê dahênandine. Belê heger we Wîndows XP rakir û Lînûx ÛBÛNTÛ li kompûtera xwe barkir hûn sîstemê ji her alî ve radikin û yeka nû datînin şûnê ev jî dibe mînaka şoreşê.

Belê li herêma Kurdistanê hem di bernameyên partiyên desthelat de hem jî di yên dijber (opozîsyon) de çaksazî heye. Ka şerê li Dola Vajî ji bo rêberê Kurdistaniyan Mela Mistefa Barzanî çi bû, serwezîrtiya vê carê bûye keda birêz Neçîrvan Barzanî jî ji bo wî ew e. Heger em bînîn bîra xwe Rêber Mela Mistefa Barzanî li Dola Vajî digel artêşa Brîtanya û Êraqê ya wê demê bi hêztirîn şer dike û serfiraz dibe. Ew serkeftin stêra Mela Mistefa Barzanî li hemû Kurdistanê û Cîhanê geş dike û dike rêberê Netweyî.

Divê birêz Nêçîrvan Barzanî û hevkarên wî baş bizanin ku tenê dê carekê werin vê şanoya cîhanê, divê vê carê jî rolê xwe baştirîn bileyîzin. Belê em dizanîn bar giran e. Dizanim ku ji Kurdistanê çûyîna Heccê de jî gendelî heye. Rewş gihiştiye vê astê, kêr gihiştiye hestî. Lê bargiranî ne hincet e. Heger asêbûna li hincetan rewa be, hincetên kesekê hindî yê rêber Mela Mistefa Barzanî pir û qewî nedibûn. Lê wî xwe ji hincetan da paş û pêş ket. Dem dema bihizre û bikeyê ye.

Têgeha Çaksaziyê

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org