Dê dîrok vê care dubare nebe ~ HAWARNET Nêrîn

12/19/14

Zinarê Xamo .Nêrîn
...............................................................................
Dê dîrok vê care dubare nebe

Bi hezaran Derwêş û Êdûl gihîştin hev û a niha di şexsê Arîn Mîrkan de bi derziyê bîra azadiyê dikolin. Ev berxwedana Kobanê bûye hêviya gelên cîhanê yên bindest.



Hemdem Botan
19 Kanûn, 2014


Çanda berxwedana gelê kurd, di hemû heyamên demê de xwe peyîtandiye. Ev çand, bingeha xwe ji berxwedana Kawayê Hesinkar ê berxwedêr û ji kûrahiya felsefeya Zerdeştê Kal digire heta Xayê Çengzêrîn û ji Guhar Xanim bigire heta Rindêxanê û di di herikandina dîrokê de Besê û Zarîfeyan şopandiye. Lê belê di nav rûpelên dîrokê de gelek îxanet jî tên ber çavên me. Di şerê navbera ereb, tirkmen û êzidiyên Şengalê de arîstokratên kurd Derwêşê Êvdî bi tenê li qada cengê hiştin û reviyan. Ez dixwazim bi çend mînakan vê mijarê vekim û şibandinên wan bidim ber hev û li ser sedama têkçûna vê berxwedana bêhempa bisekinim û îxanetên hemdem jî di şexsê wan de şîrove bikim. Rêber Apo, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Parastina Gelekî’ de dibêje ku hemû kesên direvin bajaran Enkîdu ne. Ev rastî di destana Gilgamêş de baş xuya dibe.

Di dîrokê de dide peyitandin ku di karakterê arîstokrasî û bûrjûwaziyê de hezkirina ji bajaran zêde ye û karakterên wan ên wekî sîxur, tirsonek, lawaz, bêvîn, tiral, ezezîtî, kinoş ava dike. Enkîdu jî ixanetkarê kurdan ê yekem e û em dikarin wî wekî arîstokratek jî penasê bikin. Çimkî ji jiyana bajaran a şatafatî pir hez dike. Çiqasî bi ajoyên xwe bi jinan vê tê girêdan, ewqas dibe fermanderekî Gilgamêş ê herî baş. Ma Rêber Apo negotibû yên ku ji xwe re nikarin bibin leşker ji dijminên xwe re dibin fermandar. Çiqas dibe bûrjûwazî ewqas êrîşî gelan dike û herî dawî jî êrîşî Hûmbaba dike. Ev Hûmbaba jî wekî serokê êşîra kurdan tê nasîn. Wekî tê zanîn federasyona Medan ji êşîrên pers û kurdan pêk tê. Harpagos zavayê Astiyegesê kurd e. Ji bo hesabê xwe yê şexsî îxanetê li kurdan dike û desthilatdariya Medan bi tevahî dikeve destên serokê êşîra persan Kîros. Mirov dikare bibêje ku ev îxanet çarenûsa kurdan diyar kiriye. Arîstokratekî ku di dîroka kurdan de bi navê îxanetê tê bîra mirov jî Îdrîsê Bedlîsî ye. Dema şerê di navbera împaratoriya Osmaniyan û dewleta Safeviyan ê di serdema Şah Îsmaîl û Yavuz Sultan Selîm de Osmanî bi alîkariya kurdan bi ser dikevin. Derfetek mezin dikeve destên kurdan.

Padîşahê Osmaniyan Y. S. Selîm gazî arîstokrasê kurd Îdrîsê Bedlîsî dike û dibêje hûn dikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Yanî xweseriya xwe ava bikin. Lê mixabin Îdrîsê Bedlîsî ji vê yekê re nabe bersiv û dîsa kurd dikevin bin desthilatdariya Osmaniyan. Li dora çiyayê Qerejdaxê êşîra Mîlan a êzidiyên kurd dijîn. Ereb û tirkmen bi hev re tifaqê çêdikin ku êrîşî wan bikin û erdnîgariya wekî bihuştê ji xwe re dagir bikin. Li derdora Serêkaniyê nêzî pênc hezar leşker xwe ji bo vê êrîşê amade dikin. Dema serokê êşîra milan bi vê yekê dihese, gazî arîstokratên kurdan dike. Tev jî bi siwarî tên. Lê belê ev siwar jî pir pozbilind in û eleqeyek mezin dixwazin. Dema hîn dibin ku mesele şer e, hemû xwe vedikişînin. Edûl jî wekî şert fincanên ferfûrî bi ser sîniya zêrîn li ber wan digerîne ê ku rahêje divê biçe şer. Lê mixabin ji xeynî Derwêşê Êvdî tu kes newêre fincanên qehweyê ji ser sîniyê rake. Jixwe yê ku rake jî dê piştî şer bi Êdûlê re bizewice. Derwêş û Edûl jî hev hez dikirin.

Derwêşê Evdî yanzdeh hevalan jî bi xwe re amade dike û diçe şer. Aristokratên kurdan wî bi tenê dihêlin! Li derdora Şengalê berxwedanek behempa dimeşîne. Lê mixabin lingê hespê wî hedban dişke û Derwêş jî dikujin. Arîstokratên kurdan bûne sebeba têkçûna vê berxwedana dîrokî û Şengal dikeve. Dema ku mirov dîrokê baş analîz bike xuya dike ku berxwedan û îxanet her tim bi awayekî xurt li hemberî hev şer kirine. Di fîlmê bi navê ‘Dilê Wêrek’ (Braveheart) de ji baş xuya dikir, îskoçî dixwazin artêşa Îngiltereyê bixin kemîne. Taktîkek baş dikin. Pêşî vedikişin qontara çiyayek. Ev yek Qralê Îngiltereyê pir kêfxweş dike. Difikire ku reviyane. Dema ku DAIŞ êrîşê Kobanê dike yekîneyên YPG Û YPJ jî vê taktîke bi kar tînin. Pir kêfa Erdogan jî hat û difikirî ku reviyane. Jixwe digot: ‘Kobanê ha ket, ha ket’ lê wekî Qralê Îngîltereyê kêfa wî di qirika wî de ma. Wekî ku me di serê nivîsa xwe de jî gotibû em dixwazin balê bikişînin ser arîstokratên kurdan ên ku Derwêş bi tenê hiştin û reviyan.

Dema şerê DAIŞ’ê gihîşt Şengalê dîsa arîstokatên hemdem pêşmerge ji şerê ereban reviyabûn û Derwêş û Edûlên hemdem bi tenê hiştibûn. Lê wekî peşiyan gotine; ‘Reva pisîkê heta kadînê ye.’ Aqilê PDK’ê her tim ji kîsê celadê wan e. Êdî divê ji vê xewa xefletê rabin û bi hemû hêza xwe li Kobanê xwedî derkevin. Bila çavên wan ne li ketina Kobanê be, li azadiya Kobanê be. Çimkî azadiya wan jî bi azadiya Kobanê ve girêdayî ye. Piştî vê demê tu kes nikare îxanet bike. Îro li qada bakurê Kurdistanê jî çîna navîn bi pêş ketiye û wekî bûrjûwaziyên Fransayê li hemberî şoreşê dibin asteng û naxwazin jiyana komunal ava bibe. Çimkî pergala jiyana komunal wekî xetereyekê ji xwe re dibînin. Dixwazin xwe li ser derfetên heyî bidin jiyîn û berjewendiyên xwe yên takekesî biparêzin. Lê her kes baş dizane ku ev Tevgera Azadiyê heta niha bi xwîna bi hezaran şehîdên nemir hatiye vê astê û xwedîderketina xwîna wan jî rêgeza Rêber Apo ya yekem e û ev partî jî li ser van esasan hatiye avakirin.

Arîstokratên kurdên Bakur jî yên wekî Kemal Burkay, Cuneyt Zapsu, Huseyîn Çelîk û hwd. jî her tim bi dijmin re tevgeriyane û aliyê serweran girtine. Ev yek jî niha baş dide xuyakirin ku di nav îxanetek mezin de ne û dixwazin Kobanê bikeve. Lê belê bila vê yekê baş bizanin ku êdî vê carê dîrok xwe dubare nake. Çimkî bi hezaran Derwêş û Êdûl gihîştine û niha di asta Prometûs û Afrodîtan de di şexsê Arîn Mîrkan de bi derziyê bîra azadiyê dikolin. Ev berxwedana Kobanê bûye hêviya gelên cîhanê yên bindest. Em hemû jî dizanin ku em ê bi Rêbertiyek azad bigihîjin Kurdistan û neteweyek demokratîk û azad.

Dê dîrok vê care dubare nebe

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org