Em li ser NOELê çi dizanin?
Hima bigire hemû mirov bawer dikin ku ev cejneke baweriya xiristiyaniyê ye û Hz. Îsa di 24 ê kanûnê de hatiye dunê. .


Fêrgîn M. Aykoç


Lê ev agahî ne rast e. Dema mirov li încîlê, li piranya enzeklopediyan, çavkaniyên xiristiyanan dinere, bi hêsanî fêmf dike ku têkiliya noelê (Weihnachtin) ne bi ola xiristiyaniyê, bi baweriyên kevin re heye. Wek mînak Ensîklopediya Britanika ya ji salên 1946 di bin serenavê Christmas (îngîlîzî) de vê rastiyê wiha tîne ziman. „Ne bi aliyê Hz. Îsa ve, ne jî bi aliyê hevrêyên wî ve Noel hatiye pîrozkirin. Ne jî li ser bingehê ferzeke încîlê ev hatiye pejirandin. Gelek dûv re ji baweriyên xwezayî yên kevin hatiye wergirtin.“ Li Almanyayê hetanî sedsala heftan jî ev ananeya baweriyê nedihat zanîn. Cara yekem sala 813 bi aliyê navenda baweriya li Mainzê ve ev roj hatiye pîroz kirin.
Bingehê Noelê
Di vî derbarî de tişta herî baş tê zanîn ev e: Ji vir 5000-6000 sal berê di baweriya Mîtraîzmê de rojeke wiha ji bo vegera Xweda Mîtra (Şêşims) dihate pîrozkirin. (Baweriya bi agir û rojê ya di nava kurdan de ji wê demê maye. Lewre Mitraîzim jî ji baweriyên Kurdistanê ye) Ev kevneşopî di baweriya kurdên êzidî de hetanê vê roja me hatiye. Cejna Şêşims, Xwidan rasterast bi vê mabestê tê pîrozkirin. Dîsa pîrozbahiya Gaxend (Dêrsim), qirdik(deşta Mêrdîn û Ruha), Kalo pîrê û Bûka baranê (Serhed) bi vê baweriya ji kûrahiya dîrokê tê re têkildar e. Di dema baweriya babîlonan de baweriya Mardûk serdest bû (formeke baweriya Sumeran bû). Babîlan bawer dikirin ku xweda Mardûk di nîvê meha kanûnê (berfembar) de ev cihan rip û rût bê zindî, ango bê jiyan afirandiye. (ev di tevahiya baweriyên Mezopotamya û Kurdistanê de heye) Di baweriya kurdên êzidî de Cejna Êzî jî li ser vê bingehê afirandinê tê pîrozkirin.
Rastî
Baş tê zanîn ku şeva herî dirêj di 21 kanûnê de ye, ji vê rojê pêve roj bi şûn ve berê xwe dide nîvkada bakur û vê re roj xulek bi xulek dirêj dibe. Di vê demê de li nivkada bakur erd rip û rût e, li gelek deveran berf heye. Rengê jiyanê di xewê de ye. Ango têkiliya vê diyardeya xwezayê û wê baweriya xwezayî bi hev re heye.
Hin çavkanîyên din
Di dema împaratoriya Roma de pîrozbahiyeke bi navê „Saturnalîen“ ku ji bo xwedawendê çandiniyê Satûrn bû, di vê mehê de dihate pîrozkirin (ensiklopediya Amêrikan 1977, Bd. 6. rû:666) Di sala 354 paş mîladê de Serkeşe (bîşof) Liberius ji bo ku baweriya xiristiyanî bi împaratorê Romayê bide pejirandin, di gelek waran de bi wan re li hev kiriye. Lema gelek kevneşopiyên Romayê jî wek bawerî hatine pejirandin. Lê berê ne li bajarê Roma li Stenbolê ev roj pîrozkirin û di sala 506 paş mîladê de jî di pirtûka zagonê Alarich de wek pîrozbahiyeke xiristiyanî hate nivisandin. (A History of Pagan Europe, The Roman Empire, The Legacy, rû. 76)
Rojbûna Hz. Îsa nayê zanîn, lewre wê demê hê li wê deverê vavtîz û ananeyeke tomarkirina navên zarokên nû dibûn tunebû. Em mînakekê ji çavkaniyên xiristiyanan bidin: „Rojbûna Îsa nayê zanîn, di încîlê de ne roja bûyîna wî, ne jî sala bûyîna wî heye.“ (New Catholic Encyclopedia, 1967, Bd. III, S. 656). Kalê Noelê jî ji jiyana keşeyê Mîlasê (Ev bajarekî pamfîliyan e. Îro ev gel helyane, yên li Rodosê bûne yunan, yên li wîlayeta Mugla û Antalyayê jî bûne tirk) hatiye girtin. Wî keşeyî ji zarokên belengaz û bêkes re alîkarî dikir. Heta komekê çeteyên ser deryayê avakiribû, keştî û gemî dişêland û li belengazan bela dikir. Dara Noelê jî ji baweriya almanan ya berê tê. Li ba almanan jî baweriya bi agir hebû û agir pîroz bû. Wek sembola pîroziyê mûm dihatin vêxistin, gelek caran jî ev mûm bi daran ve dikirin. Li ba aleviyên kurd jî xwerû li Dêrsim di xidirlezê de mûm tên vêxistin û tê bawerkirin ku wê xizir xwe li ronahiyê bigire û were mala wan. Rastiya vê baweriyê ev e. Rastiya bawerîyên di nava mislimantiyê de jî ji vê ne dûr e, ango ne ji xwedê hatine. Lê dîsa jî Cejna Noelê li gelê xiristiyan û mirovahiyê pîroz be.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...