Ji Lêra ne Kurdistan e…! ~ HAWARNET Nêrîn

12/19/14

Fahrî Karakoyunlu Nêrîn
...............................................................................
Lêra ne Kurdistan e…!

Li ser vê gotina wî, ez gellekî aciz bibûm.  Çima ev bersîva dabû min û  min tu wate nedabû gotina wî.





Fahrî Karakoyunlu 
18 Kanûn, 2014 Weşandin:1632 (Gor Dema Kurdistanê) 



Wê demê ji Derîyê Xabûrê derbasbûyîn ne hêsan bû, hêzên ewlehîyê û peywirdarên derî, gellekî astengî derdixistin. Gava karê qontrola pasaporta diqedîya, li dawîya pirâ Xabûrê nokteyek JİTEMê û îtirafkarên PKKê jî hebû. Li wê noktê, ji nû ve mirov bi gef û heqaretan didan ber pirsan. Li me jî wisa kirin. Min gava pasaporta xwe dirêjî wî kir, li min vegerîya û got:

“Tu diçî ku, vê kela kela havînê?”

Min got “Ji bo gerê diçim.”
Li ruyê min nêrî û got:
“Wekî din cîh nemaye ku tu ji bo gerê biçî ” û bi gef û zimanekî nexweş “ Tu kê dixapînî, em zanin hûn ji bo çi diçin û diçin ku? ”

Li îtîrafker vegerîya û bi çavan wek bêje tu dinasînî an na. Dû re li deftera ber xwe nêrî, li min vegerîya  û wek bibêje;
“Bicehnimin û herin” û pasaporta min da destê  min.
Bi rastî ez gellekî aciz bibûm, lê dem demek nexweş û  bi xeter bû, ji bona wî min  tiştek negot.
Ez berê xwe didim Ala Kurdistanê û  bi kelecanek mezin gavê xwe dişidînim û diçim.
Em bi çi kelecanê hatibûn vir û Pêşmergê peywirdar çima bersîvek wisa dabû min.

16 Tebaxa Sala 1996ê bû. Ji bo pîrozbahîya 50emîn salvegera damezirandina PDKê ez û hevalekî hatine wexwandin. Bi rastî, gava ji bo çûyînê min biryar dabû, hinek tereddudên min jî çêbibûn. Lewra him di nav sinûrê Tirkîyê bi rê de û him jî di nav derîyê Xabûrê de ji alîyê ewlehîya me de hinek xetere li pêş me bûn.

Ji alîyên din ve jî, mabeyna PDKê û PKK ne xweş bû. Mixabin PKK gellek caran bi hêzên Başûrê Kurdistanê re ketibû –PDK û KYB- nav şerê çekdarî û hezar car mixabin, di nav van şeran de, bi hezaran  Pêşmerge û gerîlla hatibûn kuştin. Wekî din, di wê demê de hêzên KYBê dest dabûn ser Parlemena Kurdistan û di mabeyna herdu hêzan de şerê “birakujîyê” berdewam bû. – Dû re di 1998an de li Washîngtonê di mabeyna Mesûd Barzanî û Talabanî de li ser aşîtîyê peymanek hate avakirin û şerê “birakujîyê” bi dawî hat-  Bi rastî Başûrê Kurdistanê jî ne ewle bû. Lê min ev vexwandina, wek karekî dîrokî nirxandibû û bi hestên netewî min berê xwe dabû Kurdistana Azad.

Gava me Pira Xabûrê derbas kir û em bi kelecan gîhan derîyê Kurdistana Azad,  peywirekî ji asayişê berpirsîyar dest bi pirsîna kir û got:
“ Hûn kîne?  Hatine çi?  Diçin ku?  û hwd…”

Bi rastî ji van pirsan ez pir eciz bibûm, lewra ez hîn di bin bandora pirsên peywirdarê JÎTEMê de bûm. Gava Pêşmergeyê ji asayişê  peywirdar jî ez dame ber pirsan, ez lê vegeryam û  min got:

“ Kek, qaşo em hatine Kurdistana Azad, lê we ji peywirdarên Tirka xirabtir li me kir!”
L i min vegerîya û bi zimanekî  hêrs û acizbûyî  got:
“Lêra ne Kurdistan e, lêra Emerîka ye….”

Min fêm kiribû. Bi rastî bi navê PKKê ji Kurdên Bakûrê Kurdistanê pir ecizbibûn û nerazîtîya xwe dîyar dikirin. Lewra PKKê, her roj  di daxwiyanî, nivîs û weşanên xwe de, hêzên Başûrê Kurdistanê û bi taybetî PDK wek “dalastkarên postalê Emerîkayî” bi nav dikir û bi her heqaretî bi ser wan de diçûn. Bi rastî ji ber van sedeman bi tevahî, ji Kurdên Bakûrê Kurdistanê eciz bibûn.

Li ser vê bersîva wî, me xwe pê da naskirin û bi rêz em pêşwazî kir û lêborîna xwe ji me xwast.

Mazlûmîyeta Şingalê, berxwedana Kobanî û dîplomasîya Başûrê Kurdistanê ev roj Kurd kirin aktorekî navdewletî li Rojhilata Navîn û seranserê Cîhanê.
Gava ku hêzên Peşmerge ji derîyê Xabûrê derketin û di nav dilê Kurdistanê re berê xwe dan Kobanî, ev serpêhatîya hat bîra min. Dîrok ji nû de dihate nivîsandin. Ew karesata ku di serê sedsala 20an de bi ser Kurd û  Kurdistanê de hatibû, ew ewrên reş û tarî sed sal şûn de hêdî belav dibû, lê rêça me hîn gellek dûr bû. Dilê kurdistanê bi têlên dirî, bi teqemenîyan dorpêçkiri bû. Dijminên  kurd û Kurdistanê dixwast vê meşa dîrokî ya Peşmergeyên qehreman bi her awayî asteng bike, lê mazlûmîyeta Şingalê, berxwedana Kobanî û dîplomasîya Herêma Başûrê Kurdistanê, sed sal şûn de  ji alîyê dîplomasîya navdewletî de biserketibû. Û Peşmerge wek hêzekî navdewletî, di nav dilê Kurdistanê de, ji alîyên sedhezaran keç û xort, pîremêr û pîrejin  û zarokên kurd ve dihate pêşwazîkirin bi alên Kurdistanê. Sed sal Şûn de, ji karwanê Kurda re, ji Xaniqînê heta Derya Sipî  rêyek û firsendek dîrokî hatibû vekirin.

Û her der KURDİSTAN e.

“Em bi çûna pêşmergeyên Kurdistanê bo Kobanî kêfxweş in û silavan li çûna  Pêşmergeyan dikin. Hêzên me [yanî pêşmerge û gerîla] li gelek cepheyan mil bi mil şerî dikin. Em di cepheyekê mişterek de hatin rex hevdu û vê yekê tesîreka pozîtîv li ser gelê me kir. Lewra jî em silavan li piştgiriya Pêşmergeyan bo berxwedena me ya li Kobanî dikin. DAIŞê karekê baş ji bo kurdan kir, û kurd zêdetir nêzîkî hevdu kirin.

Ew hêza çavdêr dikare Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê be. Dikare heyeteka nêvneteweyî be. Pêwistî bi navbênkaran û çavdêran heye. Em dikarin Emerîkiyan jî wekî çavdêr qebûl bikin û li gor ku ez dibînim rewş ber bi wî aliyî ve diçe.

Û dîrok û rastîya Kurdistanê, wiha dide gotin bi hevserokê konseya birêvebir a KCKê Cemil Bayik  a  ji rojnameya Awisturî Der Standardê re.
Ger îro, statuya navdewletî ya Rêveberîya Herêma Kurdistanê nîn bûya, kîjan statu karibû ev hêzên bi çekên giran di nav van sînorên dewletan re -gor hiqûqa navdewletî- derbasbikira û bibira Kobanî. Ger ne ev statuya Başûrê Kurdistanê bûya, îro dê çawa ji alîyên 32 dewletan ve,  alîkarîya leşkerî raste rast bihata  Herêma Kurdistanê.

Di hiqûqa navdewletî de, tu dewletek û sazîyek navdewletî, di bin banê “civaka demokratik” û neteweya demokratik” û hinek têgehên ku ji bona hiqûqa navdewletî tiştekî îfade nakin de, nayê parastin û jê re alîkarî nayê şandin.

Ez difikirîm, gelo ger ne daxwazîya dewletek serbixwe be, xort û keçên kurd yên  qehreman ji bo çi liberxwedidin û ji bo ax, şeref û namusa xwe şehîd dikevin. Ger armanc ne dewletek serbixwe be, ev mazlûmîyeta Şingalê, wêrankirina Kurdistanê ji bo çi ye…!

Dîsa pêşwazîkirina hêzên Pêşmergeyan ji alîyên bi sedan hezar gelê kurd ve, bi alên Kurdistanê  hate ber çavê min.  Gelê kurd biryara xwe, ji dost û dijminê xwe re diyar kiribû. Yekîtî ji alîyên gel ve hatibû avakirin û ji bo gel yekîtî, stratejîyek bû di tekoşîna serxebûna Kurdistanê de. Ez hêvîdarim sîyasetmedar û sazîyên kurd bi taybetî PKK-KCK wek stratejîk dev ji dijminatiya Emerîkayê berde û bi hêzên navdewletî re têkeve nav têkilîyên dîplomasîyê. Ger fikrên me çi dibin bila bibin, hêzên kurd, li her çar perçeyên Kurdistanê, ev rûdanên dîrokî, bi daxwaz û hestên netewî binirxîne û li ser stratejîyek hevpar lihevbike. Ji alîyên din ve jî, hebûna rêveberîya Başûrê Kurdistanê ji xwe re bike bingeh û stargeha dîplomasî, leşkerî û aborîyê.

Li ser piştgirîya hêzên Pêşmergeyan ji bo Kobanî û li ser mulaqata Cemîl Bayik, ew roja 16Tebaxa 1996a hate bîra min.

Belê Kekêcan, te baş zanîbû “lêra ne Emerîka” ye, lê te dersek dîrokî dabû me Kurdên Bakûrê Kurdistanê û îro bi berxwedan û keda gelê kurd, we her der bi şewqa roja zer kirîye KURDİSTAN.  .

Ji Lêra ne Kurdistan e…!

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org