Nêrîn
Welatîbûn û avakirina civakek demokrasî
Li ser hestpêkirin û giringiya demokrasiyê di raweste, weku opşneka xwecih di peywendiyan da, û ev çende hêz û îradeyekê di xwaze ji bo gehandina hizir û rewşenbîrî û reftaran, û dîsan di merceyiyeta şarstanî jî da bi rengekê giştî, û ramana vê çendê jî ewe ku demokrasî û mafên mirovî pêdivî damezarindina wane di hesta tak û koman da, û bo xortkirina wan di bazineya rewşenbîriya li berdest û şêwaz û rêkên werara civakî da, digel organên fêrkirinê û ragehandinê û rewşenbîrkirinê, ku bi veguhêzine rezamendiyeka xoristî.



Helbet organên civakê medenî dihêne hijmartin weku xwandingehên serekî yên fêrkirin û fêrbûna demokrasiyê û pêrabûna wê, ew jî bi vê çendê dihête hijmartin weku giringiyeka mezin di perwerdeyiya medenî da, û kawdanên berî nihu yên rabirdûy jî hebûna beşdarên desthelatê qebûl nedikir, lê rewşenbîriya demokrasiyê îro ji her demekê dîtir pitire, û giringiyeka niştîmanî û şarstaniye, neku ji pêxemet pêşkevtinêye bitinê, lê ji pêxemet hebûnê bixweye.
Lewra demokrasî bi têgeha wê ya giştî, rêzgirtina mafên mirovî û avakirina civaka medeniye, û ev çende hemû jî çarçûveyê dirust yê ketwarê hizrî yê civakî di hebîne, û ji ber hindê daku dewlet ya pêgîr be di ketwarî da, pêdiviye li ser ku şeriyeta wê ya qaylkirî be, di hest û wîjdana desthelatdaran da, û şeriyet dîsan pêdiviye geştirbe di hevpeyvîneka tevayîda û rêkevtineka bi kom li ser bingeh û pirensîpên serekî yên destnîşan kirî û yên rêkxistiyên dewletî û desthelatên wê be, û giringtirîn tişt helbet ewe danpêdan bi takê komelê û mafên wî yên siroştî û yên medenî be, û em li herêma şarstan naxwazîn demokrasî bitinê dirûşmek be ku yê mijdarbe, û gelek gengeşe û hevrikî li ser bihêne kirin ji pênavî hinde berjewendiyên lawaz ku demokrasiyê bixwe bikine armanc, çinku hemû werçexane û guhorînên rewşenbîrî yên girêdayî bi demokrasiyê ve û hawil dide bixwe hebûneka qanûnî û zanistî û reftarî bi damezirînin..
Li ser erdê ketwarî, çinku giringtirîn fakterên bihêne berzkirin û kûrkirin, ewe: Giringiya belavekirina rewşenbîriya medenî ji bo piştevanîkirina demokrasiya damezirêner, nemaze ku herêm îro ji giringtirîn dewletên deverê û yên hevsûy yên demokrasî têda hatiye damezirandin, sererayî hindê ku ya savaye û dujmin jî evê rastiyê dizane berî hevalî, lewra pêdiviye li ser me hemûyan weku hikumet û weku milet ku bizanîn berpirsatî dikevîte ser milên me bo parastina binyatên vê demokrasiya rast û dirust û dûr ji keyslêgirtina ragehandinê li vêre û êra henê ji bo ecindeyên taybet yên dûr ji giyanê welatîbûna dirust
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...