Li hember şaşiyek ewqas mezin ~ HAWARNET Nêrîn

1/5/15

Zinarê Xamo Nêrîn
...............................................................................
Li hemberî şaşiyeke hewqasî mezin bêdengî ne rast e: Divê Barzanî û Talabanî ji gelê Kurd lêborînê bixwazin

Bi qebûlkirina qatilê serokekî kurd yê wek Dr. Qasimlo, PDKa Îranê, kurdên rojhilat û heta kurdên beşên din jî ji serok Mesûd Barzanî, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Talabanî û YNKê pir nerehet û dilşikestî bûne. Ev yek ji bo yekîtiya miletê kurd zirareke pir mezin e..






Zinarê Xamo 
05 Çile, 2015


Di hevpeyvîna xwe da Dr.Mahmûd Osman, hukûmeta Kurdistanê û Celal Talabanî ji ber ku di heyeta Îranê da qatilê Dr. Qasemlo Cafer Sehrarudî qebûl kirine rexne dike. 

Li gel rastdîtina rexneya Dr. Mahmûd Osman, min got dibê Mam Celal, Nêçîrvan Barzanî û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bi bo ku qatilê Qasemlo di heyeta Îranê da qebûl kirine dibê ji PDK-Îranê û ji gelê kurd uzrên xwe bixwazin.

Heta nuha tenê 7 kesan wêrîbûne rexneyên Dr. Mahmûd Osman û ya min biecibînin. Herkes rexneyê ras dibîne, lê newêre bibêje rast e.

Bi baweriya min tu kurdekî qebûlkirin û hevdîtina bi Cafer Sehrarudî ra rast bibîne û bibêje hevdîtina bi Sehrarudî ne şaş e tuneye. Di heyetê da bi hebûna qatilekî wek Sehrarudî hemû kurd gelkî aciz bûne. Lê li gel vê jî zêde kes newêre ji vê şaşiyê ra vekirî bibêje şaş e û rexne bike. Lê bêdengiya li hemberî şaşiyeke hewqasî mezin ne rast e û bêwefayiya li hemberî şehîd Dr. Qasemlo ye.

Heger Sehrarudî ji dêlî hevdîtina bi Mam Celal û serok Barzanî ra di heyetekê da  Qendîlê û bi berpirsiyarên PKKê ra rûnişta û bi wan ra hevûdu maç bikirana û diyarî bidana hev, a wê çaxê ewê qiyamet rabûya. A wê çaxê ev kurdên îro bêdeng in ewê qiyamet rakirana. 

Ji ber ku piraniya siyasetmedar û ronakbîrên kurd ji şêleke netewî bêtir, êdî li gorî nêzîkiya bi partiyan û li gorî berjewendiyên şexsî li meselan dinêrin. Heger ne ev yek bûya ewê bi sedan kesî Mam Celal û serokwezîr û serokkomarê Kurdistanê rexne bikirana. 

Lê gava meriv li hemberî şaşiyên wiha cidî bêdeng bimîne dubarekirina wan jî mimkûn dibe. 

Sibe li beşekî din yê Kurdistanê îcar hin kurdên din jî dikanin bi hukûmeta Îraqê ra tiştekî wiha bêdilê kurdên başûr bikin. Wê demê kes nikane ji wan ra jî bibêje şaş e û rexne bike.

Çawa ku ji bo neyarên me hin ”xetên sor” hene, tu çi bikî jî ew wan ”xetên sor” derbas nakin, dibê ji bo me kurdan jî eynî tişt hebe, dibê em kurd jî têkiliyên ku zirarê didin tevgera kurd ya netewî û yekîtiya miletê kurd red bikin. 

Her têkilî û tiştê îro ji bo kurdên başûr, ji bo YNKê û PDKê baş e, rast û mubah were dîtin ne rast e.

Li başûr kurd bûne nîvdewlet, mecbûr in bi dewletên cîran ra (li gel ku dijmin in)têkevin têkiliyên aborî, dîplamatîk û siyasî. Kes îtîrazî van têkiliyan nake. 
Lê kurdên başûr jî ne mecbûr in her daxwazên van dewletên dijmin qebûl bikin. Hukûmeta Kurdistanê û YNKê dikanîbûn di heyetê da ji hebûna Sehrarudî ra îtîraz bikirana, bigotana em nikanin qatilê serokekî kurd qebûl bikin. Heger Îranê ev daxwaza wan qebûl dikir, nedikir em nizanin. Lê gava qebûl nekira, dibê wan jî ya Îranê qebûl nekira. 

Dibê nîşanî Îranê bidana ku ew ne amadene her daxwazên Îranê qebûl bikin.

Yanî tiştê tê rexnekirin ne têkiliyên kurdên başûr bi Îranê û Tirkiyê ra ye, sînorên van têkiliyan e. Têkilî temam, lê dibê ev têkilî zirarê nedin kurdên wî beşî û bi giştî jî zirarê nedin yekîtiya miletê kurd, kurdan neyne hemberî hev.

Bi qebûlkirina qatilê serokekî kurd yê wek Dr. Qasemlo, PDKa Îranê, kurdên rojhilat û heta kurdên beşên din jî ji serok Mesûd Barzanî, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Talabanî û YNKê pir nerehet û dilşikestî bûne. Ev yek ji bo yekîtiya miletê kurd zirareke pir mezin e.

Û li alî din jî Îran gihîştiye armanca xwe. Jixwe armanca hebûna Cafer Sehrarudî di heyetê ev e; kurdên rojhilat û başûr bîne hemberî hev, dilê wan ji hev sar bike, bike dijminên hev.

Divê Talabanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî ji PDKa Îranê û ji gelê kurd uzrên xwe bixwazin.

Telewîzyona Tîşkê bi Dr. Mahmûd Osman ra li ser gelek meseleyên nabêna kurdan hevpeyvîneke pir girîng kiriye. Hevpeyvîneke pir hêja ye, xwezî hemû siyasetmedar û serokên kurdan wek Dr. Mahmûd Osman xwediyên vê şêl û hizra netewî bûna. 

Şêl û sekna Dr. Mahmûd Osman ya derbarê ziyareta qatilê Dr. Qasimlo Cafer Sehrarudî  ya Kurdistanê dibê şêla serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Celal Talabanî jî bûya, dibê wan hevdîtina bi Sehrarudî ra qebûl nekirana. Dibê wan ji serokê meclîsa Îranê Ali Laricanî ra bigotana  Cafer Sehrarudî şexsekî ku kurd wî wek qatilê Qasemlo dizanin qebûl nakin, nikanin qebûl bikin. 

Lê mixabin him YNKê û him jî serokên hukûmeta Kurdistanê li dijî hatina vî qatilê serokekî kurd derneketin û bi rûkenî bi destê wî girtin û qebûl kirin ku qatilê Dr. Qasemlo li kêleka wan rûne.

Wek kurdekî ez vê şêla Talabanî û YNKê û ya serokwezîr Nêçîrvan û serokkomar Mesûd Barzanî protesto dikim. Vê şêla wan wek kurdekî ez pir êşandim û di dilê min da birînek vekir.

Qebûlkirina Cafer Sehrarudî ji alî serokên kurdên başûr ve ne bûyereke biçûk e, dibê her kurdê xwedî û wijdan û bi xîret vê şêla wan ya rebenok û bêprensîp û ne netewî şermezar bikin.

Divê him Talabanî û YNK û him jî Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî ji ber vê bêhurmetiya xwe ya li hemerî Dr. Qasemlo ji PDKa Îranê  û ji gelê kurd uzrên xwe bixwazin.

XXX

Beşar Esad gotiye Emerîka ji kurdan ra li Sûriyê li pey federasyonê ye. Welet heta nuha me tu planeke wiha nedîtiye, lê hêvî dikim rast be.

Li gorî Esed ev yek him ne mimkûn e û him jî ne mantixî ye. Gotiye bajarê kurdan yê herî lê zêde ne Hesekê ye û li wî bajarî jî nufûsa kurdan tenê ji sedî 36 e.

Kolonyalîst li her derê bi eynî zimanî dipeyivin. Ereban li Hesekê û li herêmên din yên Kurdistanê bicî dikin û kurdan jî mecbûrî revê û koçberiyê dikin û dû ra jî dibêjin nufûsa kurdan hindik e.

Hesekê bajarekî Kurdistanê ye, dixwaze bira nufûsa kurdan lê ji sedî bîst be. Ma em ji bo çi dibêjin Kurdisatan hatiye îşxalkirin?

Li hember şaşiyek ewqas mezin

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org