Yê/a ko bi zimanê tirkî nezane "gundî" ye (?!)
Di mentalîteya piranîya kurdên me de waxta ku kurdek bi tirkî xweş bizane ew nîşana zanabûna wî/ê ye, dema ku kurdek bi zimanê tirkî nezane ew gundî ye..

Gêko Vartoyî


Ji ber ku wexta mirovek bi tirkî bizane ev nîşana çûyîna wî ya xwendegehê ye. Ji ber vê yekê perwerdeya bi kurdî pirr grîng e, divê kurd êdî bi zimanê kurdî xwe perwerde bikin.
Tê bîra min rojekî hevalekê min ji hevala xwe re mesajek dişand. Mesaja xwe nîşanê min kir, mesaja wî bi tirkî bû. Ez şoq bûm, ji ber ku hevala wî jî kurd bû û herdûyan jî bi kurdîyê baş di zanîn lê zimanê tirkî çêtir
ditîtin. Min jê pirsî gelo ew ji bo çi bi tirkî dinivîsîne, wî jî ji min re got ku gava ez bi keçan re dinivîsim bi tirkî dinivîsim ji ber ku zimanê tirkî bala kêçan dikişîne…ji min re got:
Gava mirov li ser evînê bipeyve divê merû(mirov) bi tirkî biaxive ji ber ku tirkî ji kurdî xweştir e. Li dora min mirovên mîna wî hevalê min difikirin mixabin pirr in.
Li gor min êva nîşana serkeftina asîmîlasyona devleta tirkan e.
Kurdên me hema-hema giştî li televîzyonên tirkan temaşe dikin, kovarên wan û rojnameyên wan dixwînin.
Ji ber ku tirk karê xwe baş dikin û zimanê xwe bi rêzefilmên xwe, bi programên xwe pirr baş dixin serê kurdan. Mirov dibêji qey kurd hemû hîpnotîze bûne û nikarin bê televîzyonên tirkan bi rê ve biçin.
Divê kurd êdî zimanê xwe di her derê de bi kar bînin. Zanîngeh gere bi kurdî dersan bidin, televîzyonên kurdan divê xwe biguherînin û bala kurdan bikişînin. Ega wer nebe di demekî nêzik de kurd hemû dê asîmîle bibin.
Ez pirr baş dizanim hevalê min ê ku min bahs kir rojêkî zarê wî dê çêbin û ew dê kurdî fêrê wan neke.
Ji ber ku ew difikire ku zimanê kurdî ne zimanek grîng e û yê ku wek wî difikirin pirrin. Mixabin ev nîşana serkeftina asîmîlasyona tirkan e.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...