”Hûnê Nêz de Bibin Dewlet…” ~ HAWARNET Nêrîn

2/29/12

Endelûs li başûrê rojavayê Spanya ye. Demekî dirêj di bin nêrê erebên emewî de maye.
 
XURŞÎD MÎRZENGÎ
Hawar Net
01 Adar, 2012 Weşandin: 0632 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
      
 

Funxerolla li Endelåsya navçeyeke li ser wîlayeta Malaga, li qeraxê derya Spî, binê çiyayê Maroma û Axarqîa de ye. Çiyayê Maroma têra xwe bilind (2067) e. Li ser derya Spî, Xîbraltar (Cebel el Tarîq), fena Dêwê Heft Serî, Qaqayê Manqa qam dide. Ji keviran e. Çiqas ji darên karçan û çaman refikên zinar dixemilînin jî, deryaya zinarên debdebe û qirase zal in. Ji hêşînahî û daran zêdetir zinarên ferşîn biloq dikin. Xîbraltar di destê îngilîzan de, otonom e.

Di hezar û nehsed û heştê û heştan de, meha gulanê, hefteyekî berya qirkirina Helebçe ez li Fûnxerolla bûm. Ez diçûm pîlajê min xwe li ser xîzê hûrik dida ber tavê. Berêvaran jî diçûm bara dostê xwe Corcê suryanî. Bara Corc li qeraxê derya. Qîzikên skandinavî, wan çilkeziyên porzer, her yek bi xwîna mêran, çavên wan şîn, hîz, cîlwelî û bedew, giş li Bara Corc. Min zimanê wan jî dizanî. Swedî, norwejî û danmarqî, giş li Bara Corc. Barmenên barê jî ew.


Berêvara sêşemê, ez çûm min erebe li ser kolana pêş barê parq kir û çûm şaneşîna Barê. Piyên şaneşîna havîngeh di nava ava derya de. Dengê xuşexuşe pêlên ava behra Spî giyan xamoş, meriv amoş dikir. Dengê xuşîna ava şor fena dengê bilûrê Şikoyê intaxî, aramiyekî didan giyan, kul û qotikên vê dinyaya direwîn bi meriv didan ji bîr kirin.


Gava ez rûniştim, maseyekî ji min wê de sînyorekî Rînêrî, bejin tenik, fena xortekî hijdehsalî zirav, tenê rûniştîbû. Fena nêriyekî xezalên çiyayên asê sportîf, çar tilî bez pêve tune bû. Meriv ji kîja aliyî de li Sînyorê Rînêrî binêriya hunermendî di şêl û rûçikê wî de. Yekî bi xwe bawer, sempatîk û bextiyar xuya bû. Çavên wî fena yê zarûkekî heft salî bi bal, fena yê pilingekî di êrişa nêçîrê de tûj li der û dor miqate. Di xal û xetên ruyê wî de qasê mîsqalîzerre xirabî nexuya. Nêrînên senetkarane, yê serafên civatan.
Hundirê barê tijî qîzikên sikandînavî bûn. Keçika norwejî Margireta, ji hundirê barê hat li ba min rûnişt. Çend roj berê Corc em bi hev dabûn naskirin. Dûre keçika barmen ji min û Margireta re du qedeh wîskiya îscoç anî.


Margireta yeke keja porxelek, bejinzirav, çavşîn mîna berhra em li kenar rûniştî. Pozê belik, lêvên dagirtî û gilyazîn, girêdana biharê rindiya wê dibir ber perê ezman. Margireta li ber nexweşekî bawî rûne, êş di cendekê wî de namîne. Xaşperesteke hîz û bi cîlwe, kewa gozel li kêleka wê bêdesmêj dima, bê şerm û fedî. Fanoliyekî keskê ber behrê lê, serê memikên wê fena du xinceran kifş. Piştî hinekî qisekirinê min ji Margireta pirsî:


”Tu pir rindî Margireta. Çima ji xwe re nazewicî?”
”Çima ez enayî me, di vê ter û ciwaniya xwe de xwe hefis bikim? Ez ê dimsê ciwaniyê bimisînim… Heke yekî dewlemend rastî min hat, ji xwe hat, heke nehat ez ê roj û şevan li qeraxê deryayan kevin bikim, li kêfa xwe binêrim.”


”Tu li dewlemendan digerî?”
”Jiyana dewlemend temenê meriv dirêj dike.”
”Were em ê bazarekî bikin…”
”Bazara çi?”
”Ez ê ji te re mêrekî dewlemend bibînim.”
”Li ku?”
”Li Kurdistanê.”
”Wisa dewlemendên we hene?”
”Xwediyê gundan hene. Ez ê yekî kal ji te re bibînim ku gundên wî, colên pez,  naxirên ga û gamêşan, yêxirên hespan û gêtên hêştirên wî hene.”
”Henekan nakî??”
”Çima henek?”
”Başe e, çima kal?”
”Li ba me gava yên kal bimrin, hebûna wan ji jina herî piçûk re dimîne loma.”
”Çawa?”
”Li ba me heya qîz nebin bûk, bi hev re razan eyb e. Em bûkê bi xêliyê dixin odê û êvarê zava diçe balê. Ya din, em kurd di roniyê de fedî dikin, di tariyê de xwe tazî dikin. Gava zava hat, xwe tazî neke, bila bedewiya te nebîne. Piştî we lembe tefand, cil ji xwe şemirandin, te dît zava hatiye coşê, di xala heycanê de, destê xwe dirêj bike û lembê vêxe. Gava lembe vêkeve û bedewiya temtêla te bibîne, dê ji dil here… Lê ji wê dewlemendiyê, hespekî rewan û gundekî ji te dixwazim. Tu qebûl bikî, ez ê ji te re yekî wisa bibînim.”


Dema min bi Margereta re ev qise dikir, pir cidî bûm. Wê jî baş guhdarî dikir:
”Temam. Ez razî me. Ez gundekî û du hespên hed bidim te.”
Di vir de, keçika barmen bangî Margireta kir. Piştî rabûna wê, Sînyorê Rînêrî pirsî:
”Tu ji ku yî, sînyor?”
”Ez ji Kurdîstanê me sînyor.”
”Kurdîstan li ku ye?”
”Tu Tîgrîs û El Frad dizanî?”
”Belê.”
”Her du jî ji Kurdîstanê dizên.”
Ez bi gora bavê xwe kim zêde û kêm nabêjim. Bi ruyekî bişirandî sînyor yekden ji min re got:
”Hûnê nêz de bibin dewlet…”
Min bi awayeke piçekî tinazkar:
”Tu ji ku pê hesiyayî?”


Bilî destûr ji maseya xwe rabû û hat li ba min rûnişt. Destê xwe da min, me toqe kir û got:
”Navê min Sînyor Albert e. Ez Rektorê Aqademiya Madrîdê ya Hunerên Xweşik bûm. Niha ez karkenar bûme.” bi destê xwe girekî ku qesreke mezin û çend xanê pê ve îşaret kir û domand. ”Min ew qesir li ser deh dunim araziyê ava kiriye. Di hezar û nehsed û pêncî û diduyan de li Îranê, qatên emperyal Muhamed Musadiq ji ser mîrî dûr xistin û Şah Rîza Pehlewî anîn ser mîrî. Ji bona senfoniya mîriya Şah, em hezar û sêsed muzîsyen ji Ewrûpa çûn Îranê. Serokkomar û serokwezîr li ciyekî nemabûn, hemî li wir bûn. Ji şêxên ereban bigre heya qiralên siqandînawî giş li Tehranê civiyabûn. Mesrefa hemiyan li ser Şah bû. Şefê Orkestiraya senfoniya dewletbuyina Şah Muhamed Rîza Pehlewî ez bûm. Piştî sermoniyê, Şah bangî min kir û got: `Sînyor Alberti, ji min bixwaze, tu çi bixwazî kêf ya te ye.´


Di xortaniya xwe de, min pirtûka Carl Mayî, Kurdîstana Wehşî xwendibû. Ez bûbûm evînperestê erdnîgariya Kurdîstan. Min dixwestin ez wan çiyayan bibînim. Min ji Şah re got: ´Ez dixwazim hemiyê Kurdîstanê bigerim.´ Şah du Ceep, du ajoyên kurd ku îngilîzî jî zanibûn dan me û em bi rê ketin. Em çil û pênc roj li deşt û zozan, bajar û qesebayên Kurdîstanê geriyan. Roja çil û şeşan em gihîştin Diyarbekir. Em çûn Hotêla Van Palas. Roja diduyan wergerê me ji min re got: ´Xwediyê otelê dibêje li deşta Diyarbekir, li gundê Mîraxuran daweta lêzimekî min heye, heke hûn bixwazin daweta kurdan bibînin, bi me re werin.´ Em çûn gund. Dawet geş bû. Di siya dareke tuyê ya qirase de, def û zirna, mêran ayrî, jinan ayrî bi cilên rengîn halay dikişandin. Di nava rêza jinan de, qîzeke porê wê digihîşt pişta jûniyan. Yeke temtîl bilind, bejinzirav û çavên wê fena yê xezalan mezin. Çend lêf hul û moriyên rengîn ji gerden wê dadiketin pişta memikan, bererojka sîng dixemiland. Xwedê Teala wisa lihevanînekî di şêla wê de nîgar kiribû ku meriv digot qey Pîqasso bi firçeyê hunerê  çêkiriye. Kemereke zêrîn li ser wî kitanê rengîn li bejna tihokîn. Min di jiyana xwe de qîzeke wisa bedew nedîtibû. Ew bruyên qeytanîn, ew belekçavên ji nava mijagên kilkilîn karibûn pilingan bînin îmanê. Bi carkê de ez bûm evînperestê wê. Ew lêfên hul û mircanan, porê dirêj û çavên wê niha jî li pêş çavên min in. Min ji mazûvanê xwe re got, bila wê keçikê bidin min, çi bixwazin ez ê bidim. Gotin bi lawê apê xwe re dergistî ye. Ew Kurdistan ku min dîtibû û kurdên min nas kiribûn, sedî not û nehên wan analfabet. Min digot belkî du sê qirn paşê azad bibin, bigîjin dewletê… Lê niha ez dibînim kurdekî bi hezaran km ji welatê xwe dûr, tinazên xwe bi keçikên ewrûpî dike. Loma ez dibêjim hûnê nêz de bibin dewlet. Ez soz didim, berya mirina min hûn bibin dewlet, ez ê ji we re belaş şefîtiya sermoniya Kurdîstana azd bikim.” 


Dû re ez û Sînyor Albert bûn dostê hev. Ez birim wê qesra xwe. Bexçevan, seyisê hespên wî û qerwaşên jina wî ya swedî hebûn. Di şexsê wê qîzika deştî de, Sînyor Albert ji kurdan û Kurdistanê pir hez dikir. Li ber jina xwe jî behsa wê qîzikê dikir û av ji devê wî diçû. Jina wî jî pê dikeniya. Lê mixabin Sînyor Albert Kurdistana Federe jî nedî, di 1999an de wefat kir. Hezar rehmet li gora wî bin. Dostekî kurdanê ê hêja bû.

”Hûnê Nêz de Bibin Dewlet…”

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org