BEDEL BOSELÎ
Tenê ne ji bo dostên xwe ji bo dijminên xwe yên hovane jî gelek camêr bûn herûher. Lewma kurdan feyde jî jê dîtiye zerer jî. Belê beriya demekê Tariq Haşimî ji Bexdayê revî û xwe avêt ser bextê kurdan. Ji ber ku wî jî dizanî kurd camêr, bi ehlaq û edalet in, cihê baweriyê ne. Ez vê ne tenê wekî pesin dibêjim, wekî rastiya dîrokê, pratîka kurdan dibêjim.
Ji bo mînak em berê xwe bidîn cihgirê Serkomarê Êraqê Tariq Haşimî. Ew erebê sûnne ye. Wî her digot qetlê kurdan helal e û berê ereban dida kuştina kurdan. Lê roja îro serwezîrê Êraqê yê şîa Nûrî Malikî dixwaze wî bigire û idam bike. Haşimî yê qetlê kurdan helal kiriye çi kir? Bawerî bi hevkar û partiya xwe neanî, bawerî bi welatê xwe neanî, bawerî bi ereban. Bawerî bi kê anî? Bawerî bi kurdan anî. Niha hatiye Kurdistanê û dibêje kurdan “Min biparêzin, ji ber ku ez sûnne me dê şîa min bikujin”. Dizane ku kurd xwedan ehlaq in, dizane ku kurd ne ji wan mirovan in ku yên qetlê wan helal lewma tê û li dergehê kurdan diqûte.
Niha jî kurd wî diparêzin lewre rewşa Kurdistanê di xetereyê de ye jî. Çimkî di navbera Kurdistanê û Şia’yên ereb xirab bûye, li ber hev sekinîne. Tê heye ku şerek jî biqewime.
Lê kurd xwe ji camêriyê nadin paş.
Ev ne yekem car e ku tiştek wiha diqewime.
1957’ê Partiya Komînîst a Êraqê şoreşê dike û li Êraqê dibe rêveber. Di wê şoreşê de berxwedana kurdan jî xwedan par bû. Lewma kurd dibin xwedan otonomî, Kerkûk jî digehe Kurdistanê. Wê demê li Kerkûkê hilbijartin çêdibin û hemara nûfûsê %80 kurd derdikevin. Lê demek tê di cihanîna sozan de û avêtina gavan de Êraq disekine. Piştre jî gavan paşve diavêje. Dibistanên kurdî digire. Lewma rêberê kurdan yê neteweyî Mela Mistefa Barzanî bi şoreşê piraniya Kurdistana Êraqê azad dike.
Ji wê şoreşê re dibêjîn Şoreşa Îlonê kû 1961’ê pêk tê. Taybetiya vê şoreşê ew e ku di dîrokê de yekem car kurd wekî neteweyekê berxwedanê dikin, ji hemû perçeyan kurd Mela Mistefa Barzanî wekî serok dibînin û alîkariyê dikin. Di wê şoreşê de tiştek diqewime ku beriya mehekê eyni tişt dubare dibe. Lewma min xwest bînim rojevê.
Bi şoreşê rêvebriya Êraqê û Partiya Komînîst têk diçe, Sibata 1963’yê darbeya eskerî pêk tê. Ebdûlkerîm Qasim tê kuştin û Pariya BAAS dibe rêvebera dewletê.
Rêveberiya Êraqê ji bo komînîstan qanûnek derxist. Li gor wê maddeyê divê hemû Komînîst bên kuştin ango fermana komînîstan rakiribûn. Li ku tên dîtin kuştina wan serbest e.
Komînstên ereb yên komkujî li kurdan kirine dê çibikin?
Komînîstên Êraqê hemû revîn û hatin Kurdistanê. Belê dema ew Komînîst rêveberên Êraqê Komkujî li kurdan dikirin, bomberyên napalm, kîmyewî diavêtin kurdan û pêşmergeyan, şîr û pîr efû nedikirin lê piştî darbeya leşkerî têk çûn û xwe diavêjin ber bextê serok Barzanî. Ji xwe dema darbeya leşkerî qewimiye û dijminê kurdan Ebdilkerîm Qasim hatiye girtin Barzaniyan nexwestibû bê kuştin, pêşniyar kiribûn ku tenê bişînin derveyî Êraqê. Leşkerên Partiya Komînîst tê Kurdistanê, Mela Mistefa Barzanî wan li Kurdistanê bi cih dike, ji wan re leşkergehan ava dike, têxe nav pêşmergeyên xwe de. Hinek beşên Kurdistanê yên pir mûhîm bi wan dide parastin.
Belê vê sala 2012’ê jî cihgirê serkomarê Êraqê Tariq Haşimî jî ji Bexdayê direve û xwe diparêze ba kurdan. Tariq Haşimî kî bû? Erebek sûnne bû û li hemberê kurdan cîhad îlan kiribû, kuştina kurdan helal kiribû lê dema ma asê bawerî bi qewmê xwe neanî û hat ba kurdan çimkî kurd rast, durust û xwedan edalet in. Ev hatina wî ji aliyekê ve gelek baş bû. Çimkî hem wî xwe anî derewîn, hem şanî cîhanê da ku kurd gelek baş û camêr in.
bedelboseli@hotmail.com

0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...