15 Adar, 2012 Weşandin: 0529 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Ku li herêm pêvjoyên çawa hene. Ev şert û mercên ku gelên herêmê tê da çi ne? Çi derfet bo gelên bindest peyda bune?
Em dêşên kurtî bibêjîn ku îro bo azadîyê derfetekî mezin derketîye ew gelên bindest her wekî Kurdan. Lê belê rêxistin û grûbên sîyasî de perspektîwekî tengasî xwe eşkira diken. Ku mirov dêşêt(dikarî) bibêjît ev derfetên nihê yên dîrokî û xwedan îmkanin. Ev pêvidîyên peyda buyî çi hewceyî nîne ji bo organîzekirinê. Çimkî çi wext û heyama mirov wekî nihê organîze nebune. Ber wî îmkan û derfetan xwe rêxistin kirin gelek destxweşê. Bes perspektîva sîyasî tibya xwe nû biket. Hindek guhera bibêxte ber mile xwe. Ku ev guher zor zor muhîmin.
Hewceye ser pêvajoyê rawestîn û ew guherên êleqedar bi hêne ronî kirin. Yekem car pêwîste rewşa sîyasî bête şirovekirin. Ku îro rewş çîye? Derfet çîye? Ya duyem ewe ku rêxistin û grubên sîyasî xwe bin reşmalê netewî de kom biken. Armanc û manifestoya netewî eşkira biken. Ya sêyem jî ewe ku hemu rexan xwe orgnîze biken û xebatê pêşve biben. Ku îmkanên îro yêt teknîkî û çandî û hunerî emel biken.
Roj, roja bindestîyane. Ku çi car ev derfet hu xweş çinabin. Lêbelê nexweşîyeka mezin nav gelên bindest da yê hey ku hemu caran grubên sîyasî bin tesîra dane. Ku hemu caran ev tesîrên derveyî dijî mafên neteweyî ne yên gelên bindest. Ber hinde hewcedarîya gelek mezin heye bo xwe yekgirtîkirinê. Wî gavê azadî nuzîk dibît.
Hêwîdarim bo azadîyan hemu gelên bindest.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...