Serhildan bersiva komkûjiya gelê Kurd bûye ~ HAWARNET Nêrîn

3/14/12

Mirovê azadîxwaz û xebatkar berdewam beramberî mirovê stemkar û zordar radiwestît û mirovê çak jî mirovê zordar radestî rastiyê û dadperweriyê diket, lewa pêdiviye çu kes û gel û layen bêdengiyê ne helbijêrin beramberî zordar û zordarî û tundrewiyê, eger bêdengî hate helbijartin, bêguman maf hatine pêşêlkirin û azadî hate çewisandin û rastî hate berze kirin û xirabî û zordarî hate berpakirin û karpêkirin û dadperwerî jî hate ji navbirin.
 
FORUMA HEVBEŞ
Hawar Net
15 Adar, 2012 Weşandin: 0732 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
      
 

LiMiletê kurd li Kurdistanê herdem toşî pêlên bi hêzên zordarî û stemê û tundrewiyê bûye û ji layê rijêmên êk li dûv êkên desthelat li Îraqê wergirtî, ku her layenekê desthelat kevtiye di destanda heman reftar û helwîstên tund û şaşên desthelatdarî û zordariyê encamdayne dijî miletê kurd, û bi sedan kuştar û gunehbarî dijî miletê kurdê busilman û hejar û stem dîtî kirîne, mîna kuştara Helebçe ku pitir ji (5000) hizar mirovên kurdên bêguneh têda hatine şehîd kirin û bi hizareha hatine birîndar kirin û bêser û şwînkirin, û xirabkirina (4500) gundên kurdan û kuştin û berzekirina (182,000) kurdan û şehîd kirin û berzekirina (8000) Barzaniyan û kêmiyabaran kirina pitiriya deverên Kurdistanê li parêzgehên Duhokê û Silêmaniyê û Kerkûkê û Hewlêrê ku têda çekê kîmiyawî bi karînaye dijî miletê kurd, ev çeke yê qedexekiriye li cîhanê û hewên enfalan li sala (1988) ?ê û koça milyonî li sala (1991) ê û li vêre her nexweşiyekê dumahiyek heye û her karekî berhemek heye û her berîkanekê jî serkevtiyek heye, lewa miletê kurd jî biryara bi dumahî înana nexweşiyanda û biryarda laperekê nû veken û jiyaneka nû bibene ser û berhingarî zolim û zordariyê bibin, ew bû li rêkevtî (5/3/1991) ê yekem çirîska şorşeka nû li başûrê Kurdistanê helbû ku li Raniya bûye, demê xelkî bi êk dest û êk biryar serhildayî û raperîn dijî rijêma gorbegor û genî kirî, ku ew çirîsk her piçe piçe geş û xweş bû taku bûye agirekê bihêz û pitiriya Kurdistanê vegirtî û miletê kurd bi ronahiya wî akirî geş bûyî, ku bi hevkariya pêşmergên şoreşgêrên Kurdistanê sercem bingeh û axwîrên dijminê gorbegor herfandin û bi serêk da hînane xwarê û hemû cihên dujminan yên genî ramalîn û paqijkirin ji pîsatî û qirêja wana ku (35) salan kevtiye serêk, li vêre serhildana sala (1991) ê bersiveka bihêz û aşkira bo raya giştiya cîhanî ku bi dehan salane miletê kurd hatiye cînusaydkirin û ji navbirin û çendîn zolim û stem û mişextbûn dîtîne, ku mişextbûna miletê kurd berev welatên Turkiya û Îranê û welatên biyanî û ramalîna deverên azadkirî di nava şoreşê da, herwesa awareyî û koça milyonî li sala (1991) ?ê ku ji ber tundî û dîktatoriyeta rijêma Sedamê gorbegor koça milyonî hate encamdan û mişextbûna xelkê me yê bêguneh û sivîl ku têda agehdariya hemû cîhanê kirin, ku miletê kurd miletekê bindeste û eve berî çendîn salaye haydarî rewşa miletê kurd nînin, lê niha ey milet û welatên cîhanê hewe agehdar dikeyin û werin haydarî rewşa me bibin û jîn û jiyara me bi bînin.

Lewa li seranserî cîhanê dîmenên mişextbûn û derdeseriyên miletê kurd hatine nîşandan û pêşçav kirin, li wî demî wijdana miletên cîhanê hişyar bû û bi hemû rengan harîkariya miletê kurd kirin û li hana wan hatin. Herwesa li seranserî cîhanê dîmenên serhildana pîroz dîtin û hizreka dî li cem welatên Ewropî û cîhanî peydabû beramberî miletê kurd û layenên siyasî, ku ew serederiya ciwamêrane û ciwana digel sopa û caş û polîs û zelamên rijêmê dikirin, bi rewştekê rast û dirustê kurdewariya miletê kurd û layen û partên siyasî di hijmartin, serederî digel wana hate kirin beruvajî serederiya wana digel miletê kurd kirî, bi wê serederiyê miletê kurd bo dust û dijminan diyar û aşkira kir ku miletekê azadîxwaz û rewşt pake û dûre ji wan dîmenên makîneya bi hêza ragehandina rijêma gorbegor nîşana wana dayî, ku herdem bo cîhanê miletê kurd nîşan dida bi cudaxwaz û rêgir


Xalid Ehmed Badî

Serhildan bersiva komkûjiya gelê Kurd bûye

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org