Kurd dibêjin `Rih dibin bost dijmin nabin dost`! ~ HAWARNET Nêrîn

3/5/12

Heger dewleta Tirkî dev ji dijminahîya Kurdan bernedê, wê dostanîya dewleta Tirk, weke, dostanîya `Rûvî û quling` be.
 
ÎBRAHÎM MALGIR
Hawar Net
05 Adar, 2012 Weşandin: 0521 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
      
 

Jibo wê yekê jî, ewlehî bi dostanîya dewletê nayê. Dewlet, bi sîyaseta xwe xebata asîmîlasyonê, bihevêxistinê, `Kurdên baş û Kurdên xirab`, hepis û kuştin jibo Kurdan maiqûl dibîne û ev heya îro wiha hatîye. Heger, dewlet vê sîyaseta hanê biguharê, divê dewlet ne heyîna Kurdan û zimanê Kurdan tenê qebûl bike, lê, divê ew her mafê Kurdan, ji wan re minasib bibîne, an nexwe, dostanîya Kurdan û ya Tirkan, wek mesela `rûvî û quling` be û wê herdem yek yekê bixapîne.

Dewleta Tirk heya îro wek dost li Kurdan ne nêrrî ye, jibona wê yekê jî, rih bîne bost lê, Tirk nebîne dost. Ji dostanîya Kurd û Tirkan re, xwîya ye hêja gelek maye. Bi bertîla û bi xweşkirinê jî, dostanî çênabe. Dostanî jî, liser sîyaseta rojane ava nabe. Heger sîyasî bûyer, tesîra xwe li dostanîyê bike, wê çaxê ew dostanî jî nabe dostanî. Ew dostanî, wê bibe `nanê li ser çungê`, an ne?

Hemû tişt wek her tiştî, nîv bi nîve, jibo ku, dinya nîv bi nîv, liser balansê (liser dengê yê) ava ye. Her tişt alîyê wê ê qenc û alîyê wê ê neqenc heye. Miheqeq Tirkên qenc hene û yên dost jî hene û dostên

Kurdan di nava hemî milletan de hene, lê, sîyaseta dewletê tesîra xwe li pirranî ya millet dike. Ev yek jî muhîm e û heger ne wisa jî ba, barê Kurdan wê siviktir bûya. Dost pirrbin, barê tekoşînê jî siviktir di bê. Kurd mecbûrin li dostên xwe miqatebin û wan ji xwe dûr neêxin.

Heger Kurd bi dewletê re têkilîyên xwe deynin jî, lazime, ji `Kurd û Kurdîtîya xwe`, neyin xwar. Normale her rêxistin, têkilîyan bi dewletê re deynin, lê, wek şexis, bi dewletê re têkilî danîn, ne maiqûle.

Heger rêxistin bi dewletê re tekilîya deynin jî, divê ew têkilî zererê nedê berjewendîyê Kurdan ê gelemperî.

Vê dawîyê, di dêkilîyên şexsan û ê dewletê de, hindek xeletî çêbûn û gelek baş bû kû, Kurdan bi ser sarî ev mesele, bi awayek zanabûn, ji ser xwe avêtin. Miheqeq sersarîya rêxistinî, di vê yekê de, rolek baş lehîst û kesek nehat oyînê (lehîstok) ê. Fikra çareserîyê çijî be, bila ewjî be, mafê kesî nîne dijminahîyê di nava Kurdande çêke û dijminahî hebe jî, wê kûr bike.

Jibo mesela Kurd hel bibe, mafê kesî nîne, daxwaza ji holê rakirina rêxistinên Kurdan bike. Ma Kurd, jibo mesela Kurd hel bibe, daxwaza ji holê rakirina MHP, CHP û AKP`ê dikin? Nexêr! Madem wisa ye, çima PKK, KCK, TŞDK, BDP, HAK-PAR an her weke dî, ji holê rabin? Bila yek hereketê Kurdan jî, jibo çareserîya mesela Kurdan, ji holê ranebin. Heger hindek daxwazîya jiholê rakirina rêxistin an jî şexisan dikin, ew ne ligel çareserkirina mesela Kurdan e.

Bi kurtî em dikarin bibêjin ku, dijminê Tirkan hene, lê dostên wan tune ne, jiber kû; Tirk dibêjin, `Ji Tirkan pê ve, dostê Tirkan nînin` û Haşa Ermenîya jî wek `pîç` (bîjî) dibînin, Roma, wek Kahpe (haşa) dibînin û her weke dî. Heya Tirk ji vê mentalîta hukimdan ê xilas nebin, karê wan jî zahmet e û barê wan jî giran e.

Kurd dibêjin `Rih dibin bost dijmin nabin dost`!

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org