05 Adar, 2012 Weşandin: 1213 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Bê navber, bi tundî, bêînsafî û bi dijminahî êrîşê BDP û doza Kurdayetî dikin û ewqas dij jî piştgirîya dewletê dikin. Balkêş e wekî wan êrîş dike mixabin ji partîyên nijadperestên Tirkan de jî nîn e.
Di her axaftina wan de ewantî heye, xirabî heye, xwestekên îdeolojîya dewletê re erêkirin heye, nakokî heye, derewî heye û nizam çik. Li ser vê mijarê Barzan Şaşiwar çîrokek gotîye; Gur û berx li ser çemekî avê vedixwin. Gur li alîyekî jorê ye berx jî alîyekî jêrê ye. Gur ji berx re dibêje; tu çima avê şêlû dikî? Berx dibêje; tu li alîyê jorê yî, tu şêlû dikî. Gur dibêje; na tu şêlû dikî, te par jî şêlû dikir. Berx jî dibêje; malmîrat, ez berx im, ya îsal im. Ez par tine bûm ku avê şêlû bikim.
Yanê bila êrîşxwestî hebe bila çi be bibe. Birastî tiştek heye ji bîr dikin. Roj bi bêjingê nayê girtinê.
Gelo çima weha dijminahî dikin? Gelo ew çi rol e? Ew çi hêz û lez e? Çi lezahîya wan hene?
Gelo çima qetlîama Dêrsîmê nakolîn? Gelo çima hestîyên ku hewşa avahîya JİTEMê dertên nakolin? Gelo çima her roj binîvêkî 25 Kurdên bêguneh tên girtin nakolin? Gelo çima zilma Qoçgiriyê nakolin?
Gelo çima ji alîya dewletê hezaran kes hatîye kuştin navê wan jî danîne kujerên nedîyar nakolin? Gelo çima hezaran gund hatin kavil kirin û vala kirin û şewitandin nakolin? Gelo çima komkujîya Geliyê
Zilanê nakolin? Gelo çima nijadperestîya Tirkan li ser Kurd e nakolin? Gelo çima qetlîama Qilebana Roboskî ku qetlîama herî dawî ye îsal hatîya plankirin çima nakolin? Gelo çima…
Ey qaşo rewşenbirê Kurdan! Gelo ewan? Ev hinde pirs û zilm û qeltîam li ser Kurdan hene ma çima hêza xwe alîya din de wenda dikin. Jiyana xwe îsraf nekin. Îsraf heram e.
Lewre Kurd berê gotiye; nezanê guhdar çêtir e ji nezanê neguhdar. Kî zana ye kî nezan e? Her xwendevan û xwendî nabe zana û ne her kesê nexwendî jî nezan e. Kemal Burkay pîr e kal e xwendî ye lêbelê ne zana ye. Îbrahîm Guçlu jî zêde nas nakim. Lêbelê wî çi dibêje kes nagihije. Orhan Miroglu jî xwendî ye ew jî na be zana. Kêmasîya îstîqamet heye. Ax Umit Firat te gelek ez xemgin kirim. Ji
Mufit Yuksel re jî xeyîdim e. Ku ew zana, lêkolîner û alîmê îslamê ye. Ji bo wî sil bûme. Ez Muhsin Kızılkaya ji wergerîya pîrtûkên rehmetî Mehmed Uzun nas kirim. Çi xweş wergerandî bû. Lêbelê kek
Muhsin tam çi dibêje min negihaşt. Hinekan dibêjin girêdayî hukumetê ye. Hinekan jî dibêjin na ew bixwe serbixwe ye. Birastî baş serwerîya Kurdî ye û gelek diecîbinim. Ji wî ji vir li ser yekîtîya doza kurdî de bixebite dixwazim.
Orlal Çalışlar dibêje; “Ji Kurdan zêdetir Tirkan Burkay projeyek dewletê ye.” Disa birêz Oral dibêje; gava Orhan Miroğlu destpê nivîskarîya Tarafê kir dev ji rêxistinê berda.(li gor îdeolojîya dewlet û hukumetê lêkolinan dike) birêz Oral berdewam dike; wekî Muhsin Kızılkaya û İbrahim Guçlu nivîskarên Kurd ên serbixwe re jî bertekên mîna wan tên kirin.
Birastî ji berîya wan çend rewşenbirên Kurd ji pêşîya hilbijartinê dev ji doza mezlûmayetî û Kurdayetî berdan û bûn wek gotar û berdevkê AKPyê. Paşê me wan dît ku yekî bûye parlamanê Semsûrê yekî bûye parlamanê Amedê!? û hwd.
Gelo wan re çi diyarî amade ye? Gelek mereq dikim.
Xwezî wekî Bedîuzzeman Kurdek bihata. Ew çend e zilm dît ango car bi car pêşnîyarîyên mûçe û meeş û pere û meqam kirin û disa got; “min ji bo Kurdayetî lekedar bikim nehatim vir. Ez ji Kurdistanê ji
bo gelê xwe hatim(Stenbol) ti rûşweta we qebûl nakim.”
Rast e “kurmê darê ne ji darê be dar narize”. Gotinek pêşîyê jî hate bîra min “kurmê şîrî heta pîrî.”
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...