Malbat, ciwan û civak… ~ HAWARNET Nêrîn

3/8/12

Malbat; ji civakê erka herî biçûk lê ya ku civak pê li ser linga dimîne.
 
FORUMA HEVBEŞ
Hawar Net
09 Adar, 2012 Weşandin: 0512 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
      
 

Çawa ku kevirên mezin bi xilikan cih digre û na leqe.

Tiştên civakan li piyan dihêle, pêşî ew nirxên wanî manewî, olî û rewiştên civakî ye.

Û ji xwe tore û rengên civakê jî li ser wan stûn û bingehan ava û zêde dibe.

Gava ev bingehên me got hilweşin, ew tore û rengên li ser wan bingehan ava bûbe çendî xurt û bihêz be jî li gorî aqil û xwezayê dê ew jî bihedimin.

Dibe ku civakek bê makezagon be lê nabe ku bê hêjayî û bingeh be.

Dema di civakekê de rewişt bihedime/serobin bibe ma dê zagon karibe çi bike?

Heta keseki bêexlaq kirasekî ji Quranê lixwe bike dê çi fêde bide gelo?

Wek mînak dihête ragihandin ku; “Tûtiya Harûn Reşîd jî Quran dixwend” lê çi fayde?

Berî hertiştî divê meriv xwedî rewişt be. Rewişt du beş e; kesayetî û civakî.

Rewişt di malbalbatê de çêdibe…

Meriv dikare bibêje mal, dibistana rewişt e.

Çawa her kesek jê re nasnameyek he ye herwuha her civakek jî nasnameya wê he ye.

Û çawa herkesek xewdî rewişt e, divê  her civakek jî rewiştekî wê hebit.

Û divê nasnameya wê civakê ji rûsipiyê wê civakê wek mîras ji nifşên di pê wan re bimîne.

Ev nasname ango çand, ziman wkd. bi navgîniya malbatê gihaştiye dema me û bi navgîniya wê dê bighêje pêşerojê.

Dema malbat xirab bibe tê wateya xirabûna pêşerojê.

Ji bo vê yekê jî divê di navbera pîr û ciwanên wê civakê de hezkirin, aramî û lihevkirin hebe.

Lê mixabin di dema me de ev nexuyaye.

Ji xwe rewiştê ciwanan û pîran ji hev gelek cuda ye.

Ji bo nifşên nû bikaribe bi civaka xwe re bigunce barekî giran li ser milê malbatê ye. Divê ev erka biçûk ango malbat hay ji vê rola xwe ya dîrokî hebe û bi berpirsyariyeke xweşik bîne cîh. Ji boneya vê

yekê jî divê berya hertiştî rûsipî û paşê jî kesên zanyar û rewşenbîr ne ligorî berjewendiyên xwe yê kesayetî, bel ligorî berjewendiyên civakê bimeşin.

Divê rûsipiyê her malbatê xwe ji berjewandiyên kesayetî û hest û daxwazên nefsî vavêr û dûr bike û wek mamosteyekî; kesên di dîrokê de xwedî jiyaneke bi rûmet in û kesên navdarên wê civakê bi zarokên xwe bi rastîn bide nasîn û ji kê dibe bila bibe, ji kîjan hêlê dibe bila bibe başên dema xwe jî wek mînak bide ber çavên zarok û malbata xwe û binirxîne. Divê ji serpêhatî û keda kesên berê sûd bê wergirtin û ji nifşên nû re were gotin.

Divê ev tişt tenê ne bi şîretên bêje û gotarî ve bihête girêdan, divê rûsipî bi kiryariyên xwe jî ji nifşên nû re bibin mînak û şîret.

Dema her malbatek bi vî rengî bimeşe dê civak bi serbikeve û dê di pêşerojê de hêviyek ji vê civakê bihête kirin.

Lê dema rûsipiyên malbatan li nik nifşên nû tenê qala; kevneşop û toreyên çewt bike û kesayetên bê rûmet wek mînak bide berçavên ciwanan û birînên kevin biqeşêrin ew civak tu carî nû na be û tu hêvî jî ji pêşeroja wê civakê nayête kirin.

Tevî di dema me de ji boneya “bayê globalîzmê, kibra civakbûna zanyarî û qaşo bilindiya ciwanên esra teknolojiye” kevn û nû li hev naguncun jî lê divê kesên rewşenbîr, pisporê beşa pisîkolojiyê û berpirsên mîna vana hewl bidin ku pîr û ciwanan bighîne hev.

Bi vî rengî dibe ku pîr ji vê dema nû zivêr nebe û ciwan jî pozbilindahiyê li dîroka xwe neke.

Dê ev rê ne tenê pîr û ciwanan bighîne hev, dê ji bo lihevkirina di navbera do û iroj de jî bibe pirayek.

Belê, civaka bixwaze pêşbikeve û pêşeroja wê xweş be, divê ji rewşenbîr, zanyarên olî û pisporê beşa pisîkolojiyê saziyekê lidarxe û bi navgîniya wê saziyê kevn û nuhên xwe lihevbiguncîne, ciwan û

pîrên xwe bighîne hev  da ji tecrube ya pîran û zanyariya ciwanan formateke cuda û bêhempa bînin holê.

Ji bîr nekin pêşî bihar e!

Malbat, ciwan û civak…

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org