Serxwebûna Kurdistanê qedera Barzanî ye ~ HAWARNET Nêrîn

3/8/12

Eve demeke pirsiyarek li ser tora enternêtê û di nava rêzên xelkê Kurdistanê da dihêtekirin, “erê tu palpiştiya serok Mesud Barzanî dikê ku dûbare xwe kandîd biket bo helbijartinên serokatiya Kurdistanê? ”
 
FORUMA HEVBEŞ
Hawar Net
09 Adar, 2012 Weşandin: 0732 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
      
 

Li gor bawera min, dema di helbijartinên borî da pitir ji (70%) ?ê xelkê Kurdistanê dengê xwe daye serok Barzanî bo hindê bû ku Barzanî karekê dîrokî di rêka vê serokatiyê da encam bidet.
Xelkê Kurdistanê taku evro jî bawerî heye ku bi tinê Mesud Barzanî dê şêt dewleta kurdî çêket û ragehînît, lewa jî xelkê Kurdistanê dûr ji hemû boçûnên siyasî û hizbî dengê xwe weku diyariyeka pir biha pêşkêşî serok Barzanî kir. evro jî û piştî bûrîna çend salan ji vê serokatiyê, hêşta xelkê Kurdistanê li hêviya vê pêngava dîrokiye, çinku xelkî bi tinê bo vî karê dîrokî dengê xwe daye Barzanî. Ger Mesud Barzanî di demê çend mehên dahatî da dewleta Kurdistanê ragehand bi milyonan xelkê Kurdistanê dê rijît û çite ser cadeyan û her li wî cihî dê xelk ragehînît ku Barzanî serokê Kurdistanêye bo he?mîşe û dengê xelkî dê hind yê bilind û bala û mezin û aşkira bît ku çu kesek neşêt gumanê bêxite ser pak û paqijiya vê serokî?.

Ez weku bi hezaran kurdan li seranserî cîhanê şanaziyê bi wî dengê xwe dikem yê ku di helbijardinên serokatiya Kurdistanêda min daye serok Barzanî, lê dîsa gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê çav yê li serok Barzanî ku dewleta kurdî ragehînît, çinku me deng nedaye serok Barzanî bo hindê ku pêşwaziya serok û rêber û balyozên cîhanê biket, dîsa me deng nedaye serok Barzanî bo hindê ku pirojeyên perlemanê Kurdistanê pesend û mor û îmza biket, dîsa me deng nedaye serok Barzanî bo hindê ku aştiyê di navbera Malikî û Elawîda dirust biket, dîsa me deng nedaye serok Barzanî bo hindê ku belansekê di navbera desthelat û opozisyonîda peyda biket, dîsa me deng nedaye serok Barzanî bo hindê ku baca şaşî û gendeliya berpirsên bala bidet, me hemûyan dengdaye Mesud Barzanî bo hindê ku dewletê bo me kurdan dirust biket, êdî wî bivêt nevêt; dewlet qedera wî ye,em hemû dizanîn ku serok Barzanî ji dil dixwazît dewleta Kurdistanê bihête ragehandin, lê dîsa em hemû baş dizanîn ku bi tinê serok Barzanî dê şêt vî karê henê encamdet, lewa me hemûyan bi hevra dengê xwe daye Barzanî û berhe?vîn giyan û xwîna xwe jî bidenê ji bûna hebûna vê dewletê.

Ez weku kurdek daxwazê ji serok Barzanî dikem ku berî bi dûmahîhatina demê serokatiya wî bi pêngavên pir bawerî berev hola perlemanê Kurdistanêve biçît û ji wêrî û bi dengekê bilind û bala û zelal dewleta Kurdistanê ragehînît, di wî demî da jî weku bab û kalên xwe dê bîte serokê kurdan taku duniya heye, di wî demî da dê serokatiya wî mezintir û pir şerîetir bît ji hemû sindoqên helbijartinan li seranserî cîhanê

Emîrê Findî

Serxwebûna Kurdistanê qedera Barzanî ye

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org