Mirin û Jiyan ~ HAWARNET Nêrîn

12/19/14

Abdulhekim Kartal Nêrîn
...............................................................................
Mirin û Jiyan

Ev demeke dirêj e min nenivîsiye. Di vê navberê de hin tiştên dilşewat çêbûn di jiyana min a şexsî de. Bavê min çû rehma Xwedê (cihê wî bihuşt be) û wekî xwezayî di nava cêrê de çi hebe, ji cêrê jî dê ew biherike. Min jî xwest vê carê li ser mirinê binivîsim.  



Abdulhekim Kartal
19 Kanûn, 2014


“Ez ê bimirim roja çaran
Paşve bihêlim dost û yaran” 

Her destpêkek di hundirê xwe de dawiyekê jî digire. Wisa her dawiyek jî di hundirê xwe de destpêkekê digire. Jixwe li ser vê bingehê ye ku di baweriya Îslamî de tê gotin “Mirin ne dawî ye, destpêkek e ji bo jiyana axretî ya abadîn.” 

Belê, em tev jî dizanin û dibînin ku mirin rastiya herî mezin a jiyanê ye. Her ruhberek endamê mirinê ye; lê dîsa jî mirin ji me re gelek dijwar û dilşewat tê. Her çiqas mirin dijwar û dilşewat jî be, ji ber ku tu rev ji mirinê tune êdî mirovan bi kotekî mirinê qebûl kiriye. Çiqas qebûl jî bike lê dîsa jî dixwaze nemire.  

Ji ber mirov nikare serî bi mirinê re derxe dest davêje kalbûnê. Loma kalbûn/pîrbûn nîşaneyeke mirinê ye. Her can dixwaze her dem ciwan bimîne. Ji ber vê hestê ye ku di zargotina kurdî de tê gotin: “Xwezî mirin hebûya; kalbûn tunebûya.” Ev gotin çiqas mirinê qebûl bike jî di hundirê xwe de wateyeke veşartî jî digire ku tirs û reva ji mirinê ye. Helbet peyama mezin a vê gotinê zor û zehmetiyên di dema kalbûn û pîrbûnê de ne. Lê mirov dizane ku kalbûn hat, dê pê re mirin jî were. 

Jiyan xwesteka herî mezin a mirovan e bi ya min. Ji xwestina jiyanê mezintir bi ya min tu xwestek tune. Hemû kirinên mirovan bi awayekî, xwe digihîne fikra jiyanê. Xwarin û vexwarin ji bo jiyanê ye. Nefes hildan ji bo jiyanê ye. Nivîsîn ji bo jiyanê ye. Xwendin ji bo jiyanê ye û gelek ên din… Digel ku nakokiyeke gelek mezin xuya dike jî, mirov dikare bibêje kuştin jî ji bo jiyanê ye. Gelo pilingek çima xezalekê dikuje? Mînakên vê di xwezayê de gelek zêde ne. Ev rewş wisan bi hêz e, ketiye nava qanûnên dîn û dewletan de jî ku jê re parastina kesî (nefsî medafaa) tê gotin. Yanî li gor vê qanûnê bi veşartî jî be hatiye qebûlkirin ji bo jiyanê kuştin rewa ye. 

Tirs û reva ji mirinê di dilê hemû kesan de heye. Çima mirov ji gor, goristan û miriyan ditirsin? Heta niha tu mirî û goristanê zirarek daye tu kesî? Na. Lê çima mirov ji mirî û goristanan ditirsin? Bi ya min di bingeha vê hestê de reva ji mirinê, xwestina bihêz a jiyanê heye.  

Ez hinek jî bi dilê xwe bibêjim. Dê û bavên her kesî li gor wan her tim bi qedr û qîmeteke bêpîvan e. Berevajî zarokên her dayîk û bavî jî li ber dilê wan bi qedr û qîmet in. Lê bav her tim kelh in ji bo zarokên xwe. Mirina bavan hilweşîna kelhê ye. Heke kelha piştevanê zarokan hilweşiya dê zarok çi bikin? Nizanim. Lê bawer dikim dê hewl bidin kelha xwe di şexsê xwe de ava bikin. Dê hewl bidin kelheke mîna bav û kalan çêkin. Loma hesret û hezkirin belkî bi wî awayî hindik jî be cihê xwe bigire. Qey jiyan jî ne ev e? Hilweşîn û avabûn an jî mirin û jiyan.  

Mirin jî parçeyeke jiyanê ye. Di gel ku wisa ye jî tu kes bi dilxweşî vê parçeyê qebûl nake. Belkî bi kotekî, belkî jî bi neçarî... Êdî mirov destê xwe dide ber singa xwe dibêje“Mirin emrê Xweda ye” wekî bi neçarî dibêje “bila mirin hebûya kalbûn tune bûya” Dil gelek caran dixwaze bibêje: “Bila bavê min kal bûya, lê li ba min bûya”

Mirin û Jiyan

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org