Siyaseta AKP’ê ya pûç
Hikûmet û dewleta ku behsa çareserî û aştiyê dike, ev dewlet û hikûmet e. Tiştên ku di bin navê çareserî û aştiyê de jî dikin ev in. Niyeta xwe ya çareserî û aştiyê jî ev niyet e

Egîd Nûman


Ev demeke dirêj e ku di desthilatiya Tirkiyê de nîqaşên hûr û kûr li ser hilweşîn û rûxandina Kobanê û Şoreşa Rojava têne kirin. Ev demeke dirêj e ku hikûmeta AKP’ê dixwaze dijminahiya xwe ya li hemberî gelê Kurd bidomîne. Ev demeke dirêj e ku hikûmet û rayedarên wî ji bo ku Kobanê bikeve dixebitin, dest û gotinên xwe yên qirêj ji pêsîra gelê Kurd nakşînin. Di her kêliyê de dema ku firsend û derfetê bibînin, dixwazin gelê Kurd di kevçikekî avê de bixeniqînin. Ev hikûmet, xwe ew qas mezin, bihêz û qudret nîşan dide, weke ku li ser vî erdî ji bilî wî yan jî wan ti kes nikare bimeşe û bijî. Eger ji destê vê hikûmetê were, wê bixwazin li Kurdistanê baran û berf jî nebare. Eger ji destê vê hikûmetê were, wê nehêlin li Kurdistanê giya şîn bibe, dar kulîlkan vedin û berhemdar bin. Jixwe heya ku ji destê vê hikûmetê hatî, çemên Kurdistanê çikandin, li pêşiya wan bend û bendav avakirin û li her girekê çiyayên betonê avakirin.
Ev hikûmet, ji zilmkirinê, qirkirinê, tinekirinê, înkarê, helandinê, xwînxwarî û wehşetê têr nabe û dixwaze ev cîhan hemû ya wî be. Dixwaze hemû çem jê re biherikin, hemû mêş jê re hingiv çêkin, hemû gul ji bo wî bêhn bidin, hemû ax ji bo wî berhemdar bin, hemû civak ji bo wî bibe leşker û heta dixwaze hemû dayîk ji bo wî zarokan bînin. Di ti serdemên dîrokê de, di dîroka ti dîktatoran de ti kes ev qas ji rê derneketiye û ev qas xwe nekiriye xwedî û hakimê gerdûnê.
Dema ku dîtin Kobanê li berxwe dide, nakeve û gelê Kurd li seranserê Kurdistanê rabûn ser piyan û hem piştewaniya xwe ya ji bo Kobanê destnîşan kirin û hem jî nerazîbûna xwe ya li hemberî siyaseta pûç û dijminane ya hikûmeta AKP’ê derbirîn, vê carê hikûmetê jî êrîşên tûj û dijwar birin ser gel. Di esasê xwe de siyaseta wî vala derket û lîstoka wî ya li ser gelê Kurd xirab bû lewma bi awayekî hovane êrîş bire ser gel. Gelê Kurd her tim xwedî wê hêz û îradeyê bûye ku bikare di her şert û mercekê de siyaseta AKP’ê ya pûç û dijminane aşkera bike û vala derbixe. Ev pêvajoya ku qaşo weke pêvajoya çareseriyê tê binavkirin, ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve weke derfeteke mezin hat dîtin û nirxandin ku bikare temenê xwe dirêj bike û ji fêkiyên desthilatdariyê têr bixwe. Ji serî ve ev siyaset hat meşandin û hê jî dixwazin vê siyaseta xwe ya pûç û bênirx bidomînin. Li gel ku ev qas derfetên çareseriyê hene, Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo ku çareseriyekî aştiyane û demokratîk pêk bê ev qas dixebitin û têdikoşin, mixabin hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk her teşiya xwe ya înkar û tinekirinê dirêsin.
Ji aliyekê ve dixwazin berjewendiyên xwe zêdetir bikin, Tevgera Azadiya Kurd tine bikin û weke berê gelê Kurd serkût bikin û xwîna wê bimijin û ji aliyê din ve ji vê hêza Tevgera Azadiya Kurdistanê û îradeya gelê Kurd ditirsin. Berxwedaniya Kobanê çendîn geştir û bilintir bûye, ew zêdetir nerehet û aciz bûne. Tayîp Erdoxan bixwe got, “Li Kobanê gel nema ye, ez nizanim çi ya Kobanê diparêzin”? Di vê gotina Erdoxan de tirsa ji berxwedanî û îradeya gelê Kurd heye. Li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê artêşa Iraq’ê neçar ma ku Musul’ê biterikîne. Tevî ku hejmara artêşê ya li Musul’ê sîh hezar jî bû, nekarî wê îradeya berxwedaniyê raber bike. Lê belê îro li Kobanê gelê Kurd bi hêz û îradeya xwe li hemberî hemû êrîşên hovane li berxwe dide û wê têkoşîna xwe jî bibe serî. Li gorî fikir, bername û projeya hikûmeta AKP’ê, wê bi rêka vê pêvajoya çareseriyê Tevgera Azadiya Kurdistanê têkbibin, gelê Kurd qirbikin û nehêlin ti caran bi îrade bin. Tişta ku weke pêvajoya çareseriyê tê binavkirin, di esas de pêvajoya têkbirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd e. Ji pêkanînên hikûmet û dewletê, ji bilî niyeta xirab ti tişt nayê bîra mirov.
Divê mirov ti caran nekeve vê şaşitî û xeletiyê: Eger mirov bibêje yan jî hêvî bike ku hikûmet bi van gotinan ew ê di çareserî û aştiyê de cih bigire û bi vî rengî wê pirsgirêk çareser bibe, dibe şaşitî û xeletiyekî gelek mezin. Niha hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk hemû sazî û dezgehên xwe li gorî şer amade kirine û ti niyetekî xwe yê çareseriyê jî tine ne. Ji van pêkanîn û nêzîkatiyên wan ev yek tê fêmkirin. Weke mînak, ji her kesê zêdetir dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê piştewaniya çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê kirin da ku bibin asteng û kelem ku Şoreşa Rojava li tevahî Kurdistanê belav nebe û li her parçeyekê gelê Kurd bi îradeya xwe ve nebe pêşengê demokrasî û azadiya gelan.
Her wiha di bin navê “ti kes nikare sîstema me ya dewletî xirab bike” de hemû awayî êrîşên xwe rewa dibînin û heta gefan li gel dixwin. Tenê bi gefxwarinê re jî sînordar neman, dest bi qirkirinên siyasî kirin û dîsa weke berê bi sedan ciwan binçav kirin û girtin. Di heman demê de piştgiriya xwe ya ji DAÎŞ’ê re zêdetir kirin. Hikûmet û dewleta ku behsa çareserî û aştiyê dike, ev dewlet û hikûmet e. Tiştên ku di bin navê çareserî û aştiyê de jî dikin ev in. Niyeta xwe ya çareserî û aştiyê jî ev niyet e. Zîhniyeta ku dixwaze pê pirsgirêk bê çareserkirin, biratiya gelan têkûztir bibe û bibe welateke ku demokrasî lê şîn bûye, ev zîhniyet e. Herî dawiyê jî ev siyaseta pûç a AKP’ê wê bibe bela serê wî bixwe û dîrok jî wê şahidiyê bike ku wê ev siyaseta wî ya pûç têkbiçe!.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...