14 Gulan, 2012 Weşandin: 0732 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Peyva cejin bi rastî wate û mebestek xwe ya taybet heye.Dema mirov dibêje cejin,kêfxweşî û dilgeşî tê bîra mirov.di rojên cejnê de heval û hogir,bi coş û xuroşek mezin hev û din himbêz dikin û derd û kulên xwe li gel hev didin parvekirin.
Dema em berê xwe bidin dîroka neteweyên vê gerdonê em dibînîn ku netewe û gelên ku li ser parçe xaka vê cîhanê dijîn,xwedî dîrok,çand, ziman, wêje û xwedî rojên taybet û watedar in. Di dîroka her gelekî de rojên xemgin û şanaz hene.Ev jî dibe sedema hêzgirtin û yekgirtina netewe û gelekî.
Ji despêka dîroka gelê kurd hetanî roja îro, gelê kurd bi hemû şiyana xwe, xwedî li nirxên xwe yên taybet derketiye û ev nirxên xwe yên taybet hetanî roja me ya îro anîne.Di dîrokê de hertim gelê kurd bi qehremanî û berxwedaniya xwe, xwe li tevahiya gerdonê daye pejirandin.Mirov dikare bêje ku gelê kurd di cîhanê de gelekî herî berxwedêr û serhildêr e. Ji ber vê taybetmendiya xwe jî, hertim çavên dewletên rojhilata navîn ketiye li ser gelê kurd û xwestine ku gelê kurd ji holê tune bikin.
Bi rastî kurd xwedî gelek rojên giring û watedar in.Di nava dazdeh mehên salê de, meh tune ku gelê kurd dîrokek nedaye nivîsandin.ji bo gelê kurd hemû mehên salê xwedî rojên dîrokî û watedar in. Em dikarin ji mehên salê meha gulanê bigirin dest. Hûn ji dizanin her neteweyekî roja cejna ziman heye û ev netewe her sal vê rojê bi germahiyek mezin û coşek mezin pîroz dikin.Em kurd jî 15' ê gulanê weke roja cejna zimanê kurdî di pejirînin.Ev roj weke roja cejna zimanê kurdî hatiye qebûl kirin.Ji ber ku yekem car di sala 1932' an de, di roja 15'ê gulanê de cara yekemîn bi sih û yek (31) tîpên zêrîn di kovara HEWARÊ de ji aliyê wêjevan û zimanparêzê kurd Celadet Bedirxan ve, bi zimanê zikmakî ango bi zimanê kurdî kovara pîroz HEWAR hatiye nivîsandin. ji ber vê sedemê ev roja pîroz û giranbaha ji aliye gelê kurd ve weke roja cejna zimanê kurdî hatiye pejirandin û kurd her sal vê rojê bi çalekî , şahî û panelan lidardixin û bi awayekî girseyî vê rojê pîrozdikin.
Gelê kurd dê îsal vê rojê ji hemû salan girsetir û biçoştir bi çalekiyên cihereng pîroz bike û wê gelê kurd ji raya giştî re bide diyarkirin ku kurd dê hertim li ziman û hebûna xwe xwedî derkevin û ew ê dengê xwe bi gehînin tevahiye cîhanê.
Di dawiyê de ez cejna zimanê kurdî li tevahiya gelê me yê zimanparêz û welatparêz pîroz dikîm û em di wê baweriyê dene ku gelê kurd dê di sala 2011' an de li welatek azad û demokrat cejna zimanê kurdî pîroz bike.
Ben kendimi Türkçe ifade etmek istiyurom re êdî bes e.
Ez ê okumişkem re ne, ez ê bixwinim.
Ez ê yazmişkem re ne , ez ê binivîsim.
Yê ku xwe şîr helalê dayika xwe bi pejirîne, dê bi zimanê dayika xwe biaxive.
Eger tu hezar ziman jî bi zanî, tu zimanê dayika xwe ne zanî , tu di cîhanê de mirovê herî bêaqil û paşverû yî.
DAWÛT ŞEDAL
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...