11 Gulan, 2012 Weşandin: 0352 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Neft madeneke xwazayî ye û rezervên neftê di zikê axa Kurdistanê de zêde hene. Mirov kare bêje Kurdistan bi neftê ‘avise’.
Ji ber vê sedemê bala dewletên dagirker pirtir kêşandiye û dikêşe. Mirov kare bi hêsanî bêje ku Kurdistan maxdurê vê ye. Xwezaya ax û ava Kurdistanê jî herî kêm bi qasî neftê bala dewletan dikêşe. Ev tiştana Kurdistan kirine ciheke jeostratejîk.
Dagirkirin û parçekirina Kurdistanê, qirkirin û fişareyên li dijî kurdan û kêmneteweyên kurdistanî ji ber hesabên li ser neftê pêk hatine. Hêzên navneteweyî rê nedane ku hêzên xwezayî yên li ser xaka Kurdistanê bibin xwedî jeopolîtîkayên Kurdistanê. Nehiştine kurdistanî bibin hêz. Nehiştine hêzên stratejîk yên vê xwazayê xwe birêxistin bikin. Polîtîkayên navneteweyî yên li ser Kurdistan li dijî kurdistaniyan hatiye damezrandin. Ji vî alî ve Kurdistan bê xwedî hat hiştin. Hêzên sûnî yên ne kurdistanî Kurdistan kirin parçe-parçe.
Heta ku kurd nebûn xwedî hêz ev polîtîka dom kir. Piştî têkoşîna ‘berxwadan jiyane’ ku di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de xurt bû û li pêşket hêzên navneteweyî ketin nav fikaran. Her ku di vê rê de kurdistanî xurt bûn, hêzên navneteweyî jî li dijî vê ketin nav lêgerînan.
Hemû rê û rêçik hatin ciribandin. Rê nema ku li dijî têkoşîna ‘berxwedan jiyane’ nexistin meriyetê. Lê hat dîtin ku kurdistanî û kurdistan di ser esasên xwezayî de biheve dikelijin û dibin hêz.
Hêzên navteweyî û hêzên herêmê di rêzê de bi plana parçekirinê Kurdistan ta ku kirin çar parçe. Di domahîka vê bi polîtîkayên qirkirinê kurd hatin şikandin û tunekirin. Polîtîka qirkirina spî jî wek polîtîka herî dawî li ser kurdan hat meşandin. Kurd bi vê polîtîkayê hatin asîmîlekirin. Li gorî hin derdoran polîtîka navneteweyî ya dabeşkirina Kurdistanê bi ser ket.
Ancax wek ku di nav nivîsê de jî hat destnîşankirin têkoşîna hemdem a ‘berxwedan jiyane’ van hesabên şaş ji Şamê vegerand. Kurdan û kurdistaniyan li gorî rihê qanûnên xwezayî yên Kurdistanê û li gorî rihê qanûnên xwazayî yên ji civaka kurdistanî pêk tê berbihev anî. Bi awayê defakto xwe birêxistin kir û bi rêve dibe. Ev li her çar parçeyên Kurdistanê jî ber bi serkeftineke dîrokî ve diçe.
Ev hêz di nav polîtîkayên navneteweyî de wek atoma xwezayî teqiyaye. Hemû hedefên wan tar û mar dike. Bi taya mirinê ketine.
Bo ku nemirin qal mecal hin polîtîkayên din dixin dewrê. Polîtîka neftê ya gemar careke din dixwazin bikin bela serê kurdistaniyan. Ev car jî dixwazin parçeyeke kurdan bikin şirîkê vê gemariya dîrokî.
Dixwazin bi hêza naftê beşeke kurdan ruhê neteweyî yê kurdan ku bi têkoşîna PKK’ê derketiye holê parçe bikin. Pêwîstî pê heye ku kurd vê bibînin û ji bo vê bi normên neteweyî re yên wek konferansên neteweyî re neyê lîstin. Pêwîstî pê heye ku ji herkesî pirtir kurd xwedî li nirxên neteweyî derkevin da ku karibin statuya xwe bi destê xwe dabimezirînin.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...