18 Gulan, 2012 Weşandin: 0457 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
80 sal in ku Komara Tirkiyeyê bi navê cemawer û cumhur tê rêvebirin.
80 sal in ku wesayeta leşkerî li ser parlamento û hiyerarşiya burokratîk ya Tirkiyeyê heye. Desthilatdariya AKP’ê jî, bi daxwaza guhertina cîhana global de, rewîzekirinên li Tirkiyeyê, pînekirinên cemawer û cumhur, weke sivilîzasyoneke şoreşgerî destnîşan dike.
Lê gotinên alîkarê serokwezîr Beşîr Atalay ku konsepta nû ya qirkirina gelê kurd “îfşa” kir û siyaseta AKP’ê ji destpêkê û heta îro, dibin demagojiya rewîzyonîst û doktrîna di bin navê “dewleta nû” de, dewlet û Kurdistanê ji nû de dagir dike aşkera kir. Ev konsepta demagojiya rewîzyonîst ji aliyekî ve, dagirkeriya kesk ya tirkîtiyê ye û bi vê re jî, dagirkirina nû ya Kurdistanê ye.
Serokwezîr Erdogan, ji roja ku bi pêlava meqabê dest bi siyasetê kir û îro, bûye xwediyê qesrûqonaxên keşaneyî, bûye xwediyê keştî û hevparên dir, mercan û pirlanteyan, gotina “dewleta nû” ji devê xwe bernade. Lê ji bo Kurdistanê jî “vekirin” kir benîştê devê xwe û hespê xwe di holka siyasetê de bezand.
Îro AKP, ji MHP’ê û salên “78, 79 û ’80yî dijwartir nijadperest e. Dîse Doktrîna Îslama Tirk, dîsa siyaseta yek dewlet, yek ziman, yek millet, yek netewe, dîsa faşîzma kolanan cirîdê diavêje. Di wan salan de, kontrayên MHP’ê, ciwanên kurd û tirk dikuştin. Îro, kontrayên AKP’ê zarokên kurd û ciwanên kurd dikujin, li dijî gerîlayên kurd çekên kimyewî bi kar tînin.
Alîkarê serokwezîr Beşîr Atalay jî, di nava bê-exlaqiyek derî ademî de, dibêje “operasyonên li dijî KCK’ê, operasyonên li dijî terorê plana AKP’ê ye û di çarçoveya stratejîk de têne meşandin. Ew ê li hundir û derve, li serê çiyan, li newal û deştan, li bajar û gundan bidomînin.”
Ev gotin didine xuyakirin ku,Tirkiyeyê di bin pêşengiya AKP’ê de derdikevê derî demê. Li cîhana global, hêdî hêdî dewlet dihele, biçûk dibe û cih dide rêvebiriyên herêmî. Li Tirkiyeyê wajî vê, dibin pêşengiya AKP’ê de, “dewleta” Tirkiyeyê ji nû ve tê rewîzekirin û rengê spî tê avêtin, rengê kesk li xwe dipêçê û şûrê Xweda ji kalan derxistiye û ha ha dihejîne. Ji aliyekî ve serokê cemaeta ku qaşo misilman e Fetullah Gulen, fermana qirkirina gelê kurd ê misilman dide, AKP jî bi konseptên nû qirkirina gelê kurd dike pratîkê.
AKP, di nobet û parastina avaniya Parlamento de, ji bedêla leşker polîs bi cih kirin û ev biryar jî wek “sivilîzasyona dewletê” bi nav kir û artêşa medya jî, 24 saetan propaganda kir. Guman tê de nîne ku “nivîskarên xwedî olçeka zêrîn” jî wê di quncikên xwe de boriya pesindariyê bilorînin. Di wê demê de, hêzên Artêşa Tirk, li Pîranê bombeyên qazanê dibarandin û polîsên AKP’ê, li Amed, Wan, Enqere û Stenbolê li dijî rojnamevanên kurd û buroyên DÎHA’yê teror dimeşand.
Di cîhana global de, dewletên pêşketî konseptên yekîtiyên hevkarî û federasyonan sazkar dikin û dixwazin cîhanê bi “aştiya abadanî” xelatgîr bikin. Ev heyameke nû ye û pêşketina kultur û teknolojî destnîşan dike.
Efendiyên bi unîforme, kîna xwe li welatên mîna Tirkiyeyê di baregehên bi çekên giran û teknolojiya pêşketî xemilandî kom dikin. Desthilatdariyên weke AKP’ê jî, nijadperestiya dagirkerî bi şerê olî re dikine yek û dibine maşika destê efendiyên bi unîforme.
Guman tê de nîne ku, efendiyên efendiyan jî hene û her dem behsa sivîlîzasyonê dikin, demokrasî û aştiyê dikine ala siyaseta xwe. Li buroyên xwe rûniştî ne û stratejiyên nû diafirînin û konseptên nû didine dest pê kirin.
Konsepta tecrîda giran ya Îmralî û stratejiya ku Beşîr Atalay behsa wê dike jî, ji aliyê van efendiyên efendiyan ve hatiye destpêkirin. Nexwe, Beşîr Atalayê ku dema dimeşê çep-rastê xwe ji hev nas nake, Bulent Arinçê ku hîna rengê nifşê xwe nizane, Tayyip Erdoganê ku, nikare xwe ji wezîrtiya qral Abdullahê Suudî xelas bike, yan jî Fetullah Gulenê ku, şikefta devê wî wek çavkaniya kefê gotinan difetisîne, nikarin konseptên qirkirina gelê kurd bidin û siyaseta zanistî ya “rewîzekirinê” bikin pratîkê.
Ev siyasetan efendiyê efendiyan e.
Li Tirkiyeyê burokrasiya weke zirtek û qirdikan heye. Heta duh bû, ev burokrasî dibin cil û bergê nijadperestiya spî de, bê dînûîman dihate naskirin.
Profesorên zanîngehên Tirkiyeyê jî, mîna Robespierre, bê dînûîmanî wek maquliya zanistê qebûl dikirin. “Xweda nenasiya exîstanyalîst” wek bingeha cemawerî û cuhhuriya pêşketî bi nav dikirin.
Îro, dema komara duyemîn ya kesk dibin pêşengiya AKP’ê de derket holê, teva ol guhertin. Ev ol guhertin jî, bi gotina Suryaniyan MISLIMOYÊ ne û ligel sucûda Xweda gunehkar in. Di demek nêzîk de wê gunehkariya AKP’ê derbikevê pêşiya teva.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...