Dîndariya dîyaneta Tirkiye'yê ~ HAWARNET Nêrîn

5/7/12

Çiye dîndar, yanê dadmendî û wekhevîxwezî ye. Ango ji xwe re xwestinê birayek din re jî xwestinî ye… dikarin dirêj bikin.
 
METÎN KEWÊ DILXÊRÎ
Hawar Net
08 Gulan, 2012 Weşandin: 0632 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
      
 

Çiye Dîyanet, Xwedanasî, dadmendîdayîna navbera mezheban û meşandina rasterast a dînên semawî ne… dikarin dirêj bikin.

Mixabin Dîyaneta Tirkîyê ji derveyê wan gotinan e. Mixabin hîç neketîye nav wan gotinan jî. Girêdayê îdeolojîya dewletê, girêdayî her cûre hukumetê û mixabin ketîye bin bandora nijadperestîya tirkayetî ango herka tirk-îslamê. Em ev ê îddîayê û rastîyê çawa dizanin, ji hemî weşan û xebatê wan dizanin. Tirkayetî û mezheba wan rewac e, her karê xwe û xebatê xwe û weşanên xwe di vê rêgeyê de û armancê de amade dikin.

Rastîya tirkîyê eşkere ye û çend cûre gelan û mezheban û dînan hene. Ji wan herî qeleba û tijekes tirk-henefî, kurd-şafîî, elewî, êzîdî, krîstîyan û ên dinan. Çi bû dîndarî û dîyanet? Di navbera wan de dadmendî û wekhewîxwezî bû. Îcar Dîyaneta Tirkîyê çi dike? Tenêtî. Gelo tenêtî tenê taybetîya Xwedê nebû? Ji xeynê Xwedê hîç tiştek nabe tenêtî. Gotinek din, dîyanet tenê îslama li gor xwe(tirk-îslam) qebûl dike û armanca weşandin û perwerdekirina mezheba tirk-îslamê ango henefîyê dike. Ên dinan jî wekî tine ye qebûl dike. Ji wir jidil dikarim bibêjim; “Dîyaneta Henefîtîyê.”

Birastî heke rasterast di rêgeya îslamê de bibûyana di navbera mezheban de nijadperestî nedikirn û her mezhebê re rûmet bidana. Wekî mînak; gelê kurd bi sed û nod û pênc girêdayî mezheba “Şafîî” ne. Ew jî kêmzêde nêzî bîst û pênc mîlyon e mixabin di Serokayetîya Karên Dîyanetê de hîç “odeyek” wan jî nîn e. Ne odeyek, “maseyek” di derheq mezheba şafîî de dixebite û lêkolînan dike jî nîn e. Hûrmeta wan ew qas e. Divê em vê hûrmetdayîna wan bizanibin.

Hem “Dîyaneta Henefîtîyê”, li gor henefîyan mizgeft û camîyên welatê kurdan îbadetê pêk tîne û bizanetî meleyên henefîyan tayîn dike û wan meleyan re jî hîç agahîyek derheq mezheba şafîyan de nade. Birastî gişk meleyên tirk hîç derheq mezheba şafîyan agahî nizane. Gelo meleyên kurd dizane? Birastî wan jî di vê rêgeyê de perwerde wergirtine û xwe rasterast perwerde nekirine.

Digel vê yekê dîyanet nijadperestî û sîyaset jî dike. Divê ji sîyaset dûr bibe. Nêzî heq bibe. Divê bi devê hukumet neaxife. Ji ber ku serokê dîyanetê Mehmet Görmez di 06/04/2012 de di Xûtbeya Mizgefta Zanîngeha Dijleyê de dibêje; “pêşxistina nasnameya bin ne rast e.” Gelo ji te re çi ye? Tu karê xwe binhêre. Dadmendîya Îslam çi dixwaze ew ê bibêje. Li ser vê mijarê birêz Altan Tan di rojnameya Gundemê de weha şermezar kiriye; “Alt kimlikleri öne sürmenin doğru olmadığı” şeklindeki sözlerini siyasi hutbe olarak değerlendirdi. Tan, “Buradan uyarıyorum; bir daha Bölge’de bu tip bir konuşma yaparsa yerinde cevabını alacaktır” ifadesini kullandı. Tan, Meclis’te düzenlediği basın toplantısında, Mehmet Görmez’in Diyarbakır Dijle Üniversitesi Kampüsü’ndeki camide verdiği ve kendisinin de katıldığı Cuma hutbesinde “Alt kimlikleri öne sürmenin doğru olmadığı” sözleriyle siyasi bir hutbe verdiğini söyledi.

Dîyaneta Henefîyan êdî bû Dîyaneta Nasnameya Bilindan.

Îcar em werin li ser dîndarîya dîyanetê. Sazîya dîyanet li ber çavê min hêjahîya xwe zûde wenda kiriye. Ji ber ku ne dadmendî û wekhevîxwezîya wê ma ye û ne jî ji xwe re xwestinê birayek din re jî xwestinî ma ye. Yanê sazîyek ji rêze yê hukumetê ye. Li ber çavê kurdan û ehlê mezheba şafîî, henbelî, malîkî, caferî, elewî, êzîdî, sûryanî û keldanî û krîstîyanan hîç rûmetek wê sazî nema ye.

ARMANCA DÎYANET

Gelo çi be armanca dîyanet?
Gelo sîyaset?
Ango nijadperest?
An heqqanîyet?
Belê armanca dîyanetê
Bigihîje heqqanîyetê
Wekhevî û mûhabbetê
Hilde serxwe dîyanetê
Îslam cihêbûn û cûrebûn e
Ne tenêbûn û tunebûn e
Li Anatolyayê
Dehan cûre
Mezheb û dîn hene
Henefî, Şafî û malîkî ne
Hanbelî û Caferî û elewî ne
Hin krîstîyan û êzîdî
Hin keldanî û siryanî hene
Divê dîyanet
Wek şefqet
Ji bo wan
Bibe sîvan
Helbest: Metîn Kewê DILXÊRÎ

Dîndariya dîyaneta Tirkiye'yê

  • Weşanger: Kurdlist
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org