13 Gulan, 2012 Weşandin: 0954 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Di raya giştî de atmosfereka wilo peyda bûye ku tu dibê qeyê wexta Makezagon/Qanûna Esasiyek nû çê bibe dê pirsa kurd di tavilê de çareser bibe û kurd bi azadî biqîrin; li her derê welêt dê gul bipişikuvin, çûk û kevok dê bi azadî baskê xwe biçirpînin, hirç bi serbestî bireqisin, kûçik bi kêfkweşî bihewitin, berx bi kêfa xwe biçirin û gur bi zikê têr bizûrin.
Xxx
Di raya giştî de atmosfereka wilo peyda bûye ku tu dibê qeyê gava Makezagon/Qanûna Esasiyek nû çê bibe dê dewlet ji bo kiryarên xwe yên qirêj ji kurdan lêborînê bixwaze; dê ozir bê xwestin ku çima serokên serhildanên kurdan hatine îdamkirin, dê ozir ji gundiyên Cinebirê bên xwestin ku çima bi wan pisitiya însên dane xwarin, dê şkenceyên girtîgeha Diyarbekirê bên jibîrkirin, dê di derheqê cinayetên qesasnediyar yên Kurdistanê de lêpirsîn bê kirin, xayînên kurdan dê ji xayintiyê xwe bizivirin; kujerên esilkurd dê îzahet bîbînin ku çawa û çima dewletê parastine û li ser navê wê kurdan kuştine, esilkurd dê poşmaniya xwe nîşan bidin ku çima bûne parçeyêk sîstemê, serokwezîrê esilkurd dê ji kabirîstana xwe biqîre û bibêje we çima li ser kevirê mezelê min kurê Mustafakurdîzade nenivîsandiye, serokê fehrî yê Hak-Parê dê ji kabirîstana xwe bibêje, bibûrin min pirr di partiyên sîstemê de hîzmeta dewletê kir, dengbêj û hunermendên esîlkurd bisitirin û bibêjin me xîzmeta muzîka tirkan kir, artist dê bibêjin bibûrin me bi pere alîkariya artêşa Tirkan kir, nivîskarên esîlkurd dê binivsînin bibûrin me xizmeta zimanê tirkî kir, yê Îmraliyê dê bibêje bibûrin min got, “diya min Turk e, ez di hizmeta dewletê de me”, nivîskarê kurd dê li goristana Derê Mêrdînî hawar bike û bibêje bibûrin ku min di mahkemeya tirkan de gotibû, “cudaxwazî ne tenê ehmeqîyek e, herweha ramaneka xeter e jî.”
Xxx
Di raya giştî de atmosfereka wilo peyda bûye ku tu dibê qeyê wexta Makezagon/Qanûna Esasiyek nû çê bibe dê zimanê kurdî bibe zimanekî resmî, dê di meclîsa mezin de herdu ziman bê bikaraînin; Pasaport, cuzdanê nifusê, gazeteya resmî, dokumentên parlamentoyê, yasa û qerarname, pûl û pere hemû bi du zimanî bên nivîsandin. Dê ji bona serokkomarê Tirkiyê yekî kurd bê hilbijartin ew ê di vekirina meclîsê de bi Tirkî û kurdî xîtabê mebûsan bike, ew ê ser navê Tirkiyeyê here Neteweyên Yekbûyî li hember hemû serokên dinyayê bi kurdî û Tirkî biaxife.
Xxx
Di raya giştî de atmosfereka wilo peyda bûye ku tu dibê qeyê wexta Makezagon/Qanûna Esasiyek nû çê bibe dê kurd karibin li herêma xwe alaya kurdî bilind bikin, zarok di dibistanan de bi zimanê xwe perwerde bibin, dê partiyên bi nav û nasnameyên kurd û Kurdistanê karibin bên avakirin û kongreyên xwe di bin alaya rengîn de û bi marşa Ey Raqib destpêbikin û bi dawî bînin.
xxx
Di raya giştî de atmosfereka wilo peyda bûye ku tu dibê qeyê wexta Makezagon/Qanûna Esasiyek nû çê bibe, dê Kurdên ku dibêjin anliyem, anliyem çeviremiyem dê edî karibin çevirmiş bikin! Kurdên li ber qiraxên Bahra Egeyê û Bahra Sipî û li herêmên din yên Turkiyeyê ciwar bûne dê karibin di xwaringeh û seyrangehan de bê tirs stranên kurdî guhdar bikin, di daîreyên resmî de bi kurdî biaxifin û bi serbestî û bê tirs bijîn.
xxx
Dikare lîste gelek dirêj bibe; lê ev dewleta ceberrut bi zimên û kultura xwe derûdora kurdan pêçandine, mêjî û rihê wan dîl girtine, henek û tinazên xwe bi wan kirine, çi sifatên negativ hebûne li hember wan bi kar anîne; ji bona wê jî ev ne bi makezagoneka nû û ne jî bi 90 makezagonan ji ortê ranabe. Beriya her tiştî divê mantelîteta tirkan bê guherandin, mantelîteta wan ya nijadperestî û şovenî?
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...