14 Gulan, 2012 Weşandin: 0356 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Dijminên zimanê me gelek in. Bi puxteyî; “Kî êrîşa zimanê Kurdî dike? Çima dike? Çima kurd di vê rewşê de ne? Çima kurd asîmîle dikin? Çima dengê kurd nabihîzin? Doza wan çi ye? Çima dikin û daxwazya wan û dozê wan çiye? Ma derew dibêjin yan jî rast dibêjin? Bi mafdarin yan jî bê mafdarin? Belkî em wan bersivê di vê pîrtûkê de jî bibînin.
Belê dîvê ye û rast e ku rexnelêkirin hebe. Lê gere rexnelêkirin erênî û çêbûyî be. Rexnedar jî zana be. Zana nebe hemberîyê wan û rexneyê wan kirêtişte nayê.
Em ê dijminatîyê ku bi şêweyekî tund û neyênî me re dikin hinek vekin û hûrbinêrîn.
Min têgîhişt ew kesên ku helwesta wek dijminayî dikin, tenê peyvek kurdî jî nizanin. Lê mixabin hem nezanin û hem jî hebûna vê zimanê qedîm qebûl nakin. Dibêjin ku; ‘zimanek wek weha nîn e’
Çirokek heye dibêje; “di demekê de hirçek mezin zehf tî û birçî bû ye. Diçe binê darê tirîyek dêlî. Paşê ji bo tirîyan destên xwe radike û dirêj dike, lêbelê destên wî negîhîştî ye. Dubare kiriye destên wî negîhîştî ye. Hirç pir hêrs bûye û weha gotîye; ‘ew tirî çênebû ne û tîrş in.’ “
Belê mirov jî wekî vê mînakê heger di ser mijarekî de nezan be dibe bîyanî. Paşê doz û dewaya dijmînatî dike.
Dawîya dawîn em dibêjîn; ‘heger xwedîya gelê xwe, welatê xwe, çand û zimanê xwe dernekevin, tû car birneke û bawer bike ku, mirovên din xwedî derbikeve û bi berjewendîya xwe bikarbîne.’
‘Bi wî awayî em xwediyê xwe derkevin.’
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...