01 Gulan, 2012 Weşandin: 0954 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Bêguman tu kes nikare ji ber xwe û bi niyetekê der barê serdanên Mesud Barzanî yên li Amerîka û Tirkiyeyê pirsa ‘çima’ bike û van serdanan ji bo xwe bike pirsgirêk. Ji ber hewcehiyên dîplomasiyê welatên cuda û kesên xwedî nasnameyên cuda dikarin biçin serdanên hev û hevdîrinan bikin. Heta aliyên ku bi hev re şer dikin jî dikarin bi hev re hin hevdîtinan bikin. Der barê mijarên bi vî rengî de jî tu kesekî nikare tiştekî bêje. Encax vê rastiyê nabe asteng ku mirov ji xwe pirsên bi rengê ‘çima van serdanan’ bike û der barê serdanan de nîqaş û şîroveyan bike. Ji ber vê sedemê dê der barê serdanên Mesud Barzanî yên li Amerîka û Tirkiyeyê jî helbet nixanin û şîrove bên kirin.
Mesud Barzanî dema ku van serdanan dikir; di serî de Tirkiyeyê û li ser navê hin dewletên ku Rojhilata Navîn dixwazin bibin xwedî rol û ristekê, bibin aktorekê pêvajoyê jî hin serdanên girîng ên ku balê dikişandin hem di qada navneteweyî de, hem jî di qada herêmî de pêk hatin. Piştî ku serokwezîrê tirk li Koreya Başûr hin hevdîtinên dîplomatîk kirin, çû serdana Îran û Çînê. Hema bêje piştî hevdîtina xwe ya bi Mesud Barzanî re rabû û çû serdana Qeterê.
Amerîka, Tirkiye, Qeter û têkiliya di navbera van welatan de dema kut ê nîqaş û şîrovekirin, hema rasterast rewşa Sûriyeyê tê hişê mirov. Dema ku kurd jî di nav vê kar û barê de tên bicihkirin, helbet nîqaşên der barê Sûriyeyê de zêdetir tên kirin.
Divê ku mirv ji xwe bê ka ev çawa dibe neke. Ji ber ku dema ku mirov li mijarê serwext dibe û denklema hatiye çêkirin ji hev tê pişkivandin, sedema vê yekê jî jixweber derdikeve holê. Ango bê kaç ima der barê Sûriyeyê de Trafîkeke bi vî rengî tê kirin baştir tê fêmkirin.
Li Sûriyeyê ev zêdetirî salekê ye, di navbera hêzên muxalîf û hêzên dewletê de şer û pevçûneke dijwar tê jiyîn. Di van şer û pevçûnên tên jiyîn de rol û rista taybetmediyên rejîma Sûriyeyê yên antîdemokratîk û otokratîk û li hemberî van taybetiyên neyînî di serî de fişar û berxwedana gel di çareserkirina pirsgirêka kurdên rojhilatê Kurdistanê ya bi riyên demokratîk; têkoşîn û xwesteka demokratîkirina rejîmê her çiqas girîng bin jî, bandor û fişara hêzên navneteweyî jî divê ku derî çavan neyê girtin. Di vê çarçoveyê de hêzên navneteweyî çawa ku li Lîbya û Misrê aliyên antîdemokratîk û otokratîk ên rejîmê bi kar anî û mudaxele pêk anîn, niha îro roj ji bo Sûriyeyê jî dixwaze heman rêbazê bi kar bînin. Lê ew bixwe jî dizanin ku wekî Lîbya û Misrê nikarin bi hêsanî bigihîjin armanc û hedefên xwe.
Bi hêsanî negihîştina armancên xwe yên hêzên navneteweyî yên sermayedar ligel gelek sedemên xwe sedema sereke destnedana konjukturê ye. Helbet di vir de fikara ku ew ê bên hemberî welatên wekî Îran, Rûsya û Çînê jî divê ku li ber çavan were girtin. Bêguman Amerîka û dewletên din ên ku xwe li Amerîkayê girtine; wekî ku çawa mudaxaleyê Lîbya û Misrê kirin, ji ber vê hemberhatina welatên din, mudaxaleyeke leşkerî wiha hêsan nîn e. Lê zor û zehmetiya ku hêzên navneteweyî yên sermayedar niha di nav de ne, mirov nikare bes bi van sedeman tenê rave bike. Jixwe ev yek nêzîkatiyeke rast jî nîn e. Di vir de xwe li ku derê bicihkirina hêzên muxalîf û pozîsyona kurdan a di nav van pevçînan de jî rasterast têkildarî xwe bisînorkirina hêzên navneteweyî yên sermayedar e. Mirov dikare bêbêje ku sedema serdeke jî ev bixwe ne.
Hêzên muxalîf ku li Sûriyeyê bi rejîmê re rasterast ketine pevçûneke leşkerî, di rewşa heyî de, ne biqasî ku çapemeniya tirk wan bi hêz lanse dike, xwedî hêz û li Sûriyeyê xwedî bandor in. Dê ev rewşa hanê heta kengî bidome, ev yek ji niha ve nediyar e; di nav welat de hê jî rejîma Esad kontrola xwe didomîne. Hêzên muxalîf di qada navneteweyî de ji aliyê Amerîka, di asta herêmî de jî ji aliyê welatên wekî Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiyeyê bi awayekî vekirî tên destekirin. Ev rastî, di van demên dawî de em dêna xwe didinê ketiye rojeva çapemeniya navneteweyî jî. Nûçeyên têkildarî Tirkiye, Qeter ûErebistana Siûdî ji bûyerên ku li Sûriyeyê diqewime berpirsiyar in û hêzên muxalîf jî ji aliyê van dewletan ve tên organîzekirin û dîsa piştgirî didin hêzên muxalîf di çapemeniya cîhanê de bi berfirehî cih digirin. Heta di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de wêneyên hêêzn muxalfên Sûriyeyê perwerdeya leşkerî dibînin jî hatin belavkirin.
Kurdan jî di vê rewşa heyî ya Sûriyeyê ya bi şer û pevçûn de xwe nêzî aliyejkî nakin û sekn û helwesteke serbixwe nîşan da û didin. Gelê kurd xwe dispêre îradeya xwe, têkoşîn û berxwedana xwe û wisa tevdigere. Vê sekn û helwesta kurdan ji aliyê rejîma Sûriyeyê û hêzên muxalîf ve rewşeke dezawantaj diafirîne. Ji ber ku piştgiriyeke vekirî ji kurdan nabînin, ne pêkan e ew hêz bi ser bikevin. Ev yek bi taybetî jî ji aliyê hêzên navneteweyî yên sermayedar ve derbasdar e.
Dema mirov dêna xwe didê hêzên navneteweyî yên sermayedar li hemberî rejîma Sedam başûrê Kurdistanê ku di navbera parelelên 32 û 36’emîn de dimîne ji bo xwe wekî baregeh û qada koordînekirina mudaxaleyê bi kar anîbûn. Di heman çarçoveyê de li Lîbyayê jî Bîngazî bi vî rengî hat bikaranîn. Heta niha hêzên navneteweyî yên sermayedar ji bo armancên xwe yên der barê Sûriyeyê de li wir ji xwe re baregehekê peyde nekirine. Kurdên Rojava(Rojavayê Kurdistanê) derfeta vê yekê nedane hêzên navneteweyî yên sermayedar.
Hêza kul i rojavayê Kurdistanê herîz êde bi bandor e; Bi navê xwe yê kurt PYD ango Partiya Yekitiya Demokratîk e. PYD jî Rêber Apo wekî Rêbertiya xwe qebûl dike û pegala KCK’ê ji bo xwe bi rêxistinkirinê esas digire. Di vê çarçoveyê de ji bo înşakirina Xweseriya Demokratîk têdikoşe û di vê têkoşîna xwe de jîg elek merhaleyan li dû xwe hiştine.
Bi vî awayî kurdên rojavayê Kurdistanê li hemberî rejîma Sûriyeyê û hêzên navneteweyî yên sermayedar xwedî sekneke serbixwe û bi mesafe ne, ji ber van taybetmendiyên xwe jî ku nabin piştgira wan hêzan, ji aliyê herdu hêzên navborî ve jî wekî hêzeke sereke bi baldarî tên şopandin.
Dema ku mirov van daneyan bi tavahî datîne cem hev, trafîka dîplomasiya di van demên dawî de hatin kirin jî bê tên çi wateyê jixwe ber derdikevin holê. Di hevdîtinên Mesud Barzanî yên li Amerîka û Tirkiyeyê ku bi rayedarên dewletê re pêk hatin mijara kurdên rojavayê Kurdistanê ne pêkan e ku nehatibe nîqaşkirin. Di zemîneke ku kurdên rojavayê Kurdistanê hatibin nîqaşkirin de, bêguman di nav mijarên sereke de dê cih bidin PKK’ê jî. Vê mijarê ji aliyê kesên ku wan hevdîtinan pêk anîn jî anîn ziman.
Helbet ne mimkûn e ku mirov hevdîtinên Mesud Barzanî yên ku bi rayedarên Amerîka û Tirkiyeyê re kir de bes bi Sûriye û kurdên rojavayê Kurdiatanê bi sînor bike. Ev jixwe ne nêzîkatiyeke rast e jî. Îran, Iraq, Tirkiye û PKK di van hevdîtinên hatine kirin de wekî mijarên sereke hatine axaftin. Li gorî tabieta eşyayê j îtiştê ku divê pêk bê ev e. Dema ku pirsgirêkên der barê kurdan de were rojevê teqez cih didin rewşa PKK’ê jî. Rol û rista PKK’ê ya tayînker jî vê yekê ferz dike. Heke hêzên navneteweyî yên sermayedar di serî de ji bo projeya xwe ya ku ji bo Sûriyeyê û dewletên din ên herêmê dixwaze bixe meriyetê û ji bo vê jî rol û mîsyon bide hêzên başûrê Kurdistanê û Komara Tirkiyeyê lazim e ku PKK’ê jî li ber çavan bigirin. Ji ber ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Bi heman awayî di av kurdan de jî hêza ku herîz êde bi rêxistin e û tê qebûlkirin jî PKK ye. Ji ber bê yekê muxatabê mijarên têkildarî kurdan ji bilî PKK’ê ne tu kes e.
Dîroka 2 sed salên dawî yên kurdan, di heman demê de dîroka têkoşîn û berxwedanê ye. Çibûn û çîmabûna vê têkoşînê û encamên wê çi dibe bila bibe, di dîroka kurdan de xwedî roleke girîng e. Bêguman gelê kurd ji vê têkoşînê encam û tecrubeyan derxistine. Serdan û hevdîtinên gerek yên Mesud Barzanî, gerek jî yên serokwezîrê tirk bi hin aliyên xwe ve di çapemeniyê de cih girtin. Helbet mirov bi daxuyaniyên hatin dayin, nikare der barê wan serdan û hevdîtinan de nirxandineke têr û tijî bike, dema ku mirov nirxandinekê jî bikedê ev ne di cih de be. Dê di rojên pêş de encamên van hevdîtin û serdanan jî derkeve holê. Dê nixandinên têr û tijî jî wê demê werin kirin û divê ku kes ji ber vê yekê gumanan jî neke.
Cemal Şerîk
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...