Welatê wê tuneye ji bo sosyalîzmê xwe perçe dike ~ HAWARNET Nêrîn

5/13/12

Parlamente BDP-ê ya Stenbolê Sabahat Tuncel, di kongreya HDK-ê (Kongreya Demokratîk ya Gelan) da dîsa weke Castro sosyalîzm parastiye û gotiye, ”AKP bi destên hinekan dixwaze sosyalîzmê bêîtîbar bike. Lê belê em bi rik dibêjin devrîm, bi rik dibêjin sosyalîzim.”
ZINARÊ XAMO
Hawar Net
13 Gulan, 2012 Weşandin: 1932 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com


Hela hûn bala xwe bidin vê renteleya han, kurd bindest in, nikanin hebûna xwe bi dewletê bidin qebûl kirin, nikanin navekî kurdî li zarokên xwe kin, nikanin du rêzan bi kurdî binivîsin, (Ez bawer dikim ew bi xwe jî nizane. Heta nuha min nedîtiye du gotin bi kurdî gotibe) îcar ewê bi rik yanî bi înad bibêjin ”devrîm û sosyalîzim”?!

Law qey şansê me kurda ye, li ku renteleyek, mirîdekî çep heye bûye nûnerê kurdan...

Xanim bi rik nabêje azadia kurdan, nabêje serxwebûna Kurdistanê, dibêje "şoreş û sosyalîzim"

Welatê wê tuneye, dewleta wê tuneye, hebûna miletê nayê qebûlkirin, lê ew ji bo sosyalîzmê porê xwe dirûçikîne, xwe perçe dike...

Xanima delal, kînga tu bû xwedî welat, xwedî dewlet wê çaxê rabe di nava kurdan da bibe şervana şoreşê û sosyalîzmê.

Nuha dev ji sosyalîzma xwe ya elewiyan berde û ji bo azadiya kurdan xweliyekê li serê xwe û min ke, rê û dirbekê nîşanî kurdan bide...

Bi dîn û îman bi hin elewiyên wiha pro ”kominîst û sosyalîst” jî bimîne kurd nikanin ber xwe bibînin û bidin ser riyeke kurd û Kurdistanî...

Welatê wê tuneye ji bo sosyalîzmê xwe perçe dike

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    1 şîrove:

    1. Bi Baweriya min da gotine mamusteyê delal Zinar ne gelekî di cihêxwa dane. Ji ber ku rêya wan nêrîna wan socialisme. Lê hema kanin bi hindikî wan bihevra bêjin. Eger merov ne azad be kane çi bike? gereke pêşî azadî dura jî rêya xwa. Numuneya herî baş ya li ser vê Topa me di vê mijarêda Vietname. Gotin socialist û şer kirin heta Amrîka derkirin! dibe em jî Turku derûber bikin.

      ReplyDelete

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org