31 Gulan, 2012 Weşandin: 0603 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Serpêhatiyên min dibêjin, yên ku van karan dikin ji welatên cuda-cudayên cîhanê tên. Ajovan got: Ez ji Helebça me, herêma kurdistanê. Min jêre got: Eve ne demeke dirêje, ku ez li wir bûm. ew matmayî me û bi seyirî ji min pisiyar kir: Te li wir çî dikir? Bersiva ku min dayê, hem ew şaşomaşo kir, hem jî ew kêfxweş kir.-min li wir şîn bi xelkê wê re kişand -. Ajovan jimin re got ku ew ji gelek salan ve, ji welat û bajarê xwe derketîye û li vir penaber bûye, nha jî dixwaze vegere welat û bajarê xwe. Lê nizane, wê çawa bibe, ew li wir kesek nema diniyase.
Binemala xanimekê ji iyaleta bakorê rhen rojavayê falen dayê û jêre got ku ev xanim eve çend sal in, karê penaberan dke, yên dixwazin bizivirin welatê xwe û jiyana xwe biser ve bibin, bi taybetî karê wê bo herêma kurdistane. Wê xanim berîya demekê xelata perlemanê kurdistanê bo alîkarîya kurdan wergirt. ez, di dema xelatdayînê de amade bûm, jiber min jî bi sê elmanan re, me ew xelat ji destê serokê perlemanê kurdistanê dir. Arsalan bayyz wergirt. ez bi hêvî me ku ew mirovê ji helebça careke din, bkarbe li welatê xwe vegere û li wir bi xweşî bijî.
Piştî çend rojan ji wê dîdarê, xanima min elfî, ez, hayedar krim, ku fîlmek heye di tyviya arte, kûya civata ferensî-elmaniye, derketîye, û navê wî „ liser rêya diyarbekr“ ev filim beesê dengbêjê kurd Ciwan Haco dke ku ji bajarê nêzîkî Qamişlo (tirbespî) tê. ew bi jina xweya silandî re û sê zarokên xwe li swêdê dijî. Bê ku li xeyala ciwan be, dawetiname ji Amedê jê re hat ku li wir bistirîne.
Li wir konserteke afsanewî bû, ciwan li beramber 1 , 000 , 000 mirovî stiranên xwe gotin. ez bawerim ku dê herdem, li her çar parçeyên kurdistanê, li ser vê konsertê bête xeberdan. ev diyar dike, ku rewş li Turkiya berb guherînê ve diçet û ew axavtinên tirkan ku kurd nînin, zimanê kurd nîne, chê xwe negirt û nkare bigire.
Dîdara dawî, ya li vê gotarê, ez, binivîsim, eweya li gel pereguhêrekî geleky kevnare (seraf), li bazara deokê ye. Wî dixwest, bizane ez ji kî deverê têm, dema min got em ji elmaniya tên, geleky kêfxweşîya xwe diyar kir. Me dikarî em bi inglîzî, di êkudu bighên û danustendinê bikin. endekî bi xemgînî, di nav axaftina xwe de, besê kurê xwe kirî, yê niho ne li kurdistan dijî, belê li emerîka, li Dalas, welayeta Texase.
Ez bawerim, dema ku ez careke din dawetnameyekê werbgirim, li pêşberî kurdên li Hannover, dê bêguman û bê teredud, babeta min „ kurdistan li her deverêye“ bibe.
Klawis Gerber
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...