05 Hezîran, 2012 Weşandin: 0603 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Lê kesên wiha difikrin û piştgirî didin vê şorêşê!, divê tişteke din jî bifikrin....
Ma heya vêga AKP (hikûmet) zilmê li we û li me nedikir....?!
Gelî şoreşgeran!, heya vêga çima dengê we dernediket?!
Bi sedan general û niviskarên! Ergenekonê ma hê îro xistine zindanan?!
Gelo çima piştî pêvajoya aştiyê ev şoreşa! we dest pê kir...?!
Gelo mabesta we ne xerakirinê vê pêvajoyê be?!
Belê, tam jî ev e ha ye…!!!
Dibe ku gelê kurd piştî sed salan mafê xwe yên xwezayî û Xwedayî bi dest bixe û ji xulamtiya we bifilite, lê ev li we nayê, ma kes dixwaze xulamê wî azad bibe?!
Divê kurdên me nexapin û divê haya wan jê hebe ku ev ne şoreş e û bi taybetî ne şoreşa kurdan e.....!!
Bila kes xwe nede enişkên derewan û qala “enternasyonalîzmê û mafê karker û kedkaran, her wiha mafê mirovan neke…!!
Ev ceribandina şoreşê! ye, mabest têk birina vê hikûmetê ye, sedem jî peymana nû e, pêvajoya nû a aştîyê ye….!
Ev ceribandina şoreşê! ye, a ku faşîst û kemalîstên tirkan dixwazin pêk bînin, lê li dijî çi cû kî..;?!
Ev ceribandina şoreşê! li dijî pêvajoya aştiyê ye, û bi destê koalîsyona faşîst û kemalîstan tê sazkirin û mixabin kurdên me ên dilsoz û bi rastî sosyalîst û demokrat jî ji ber nezanbûna
xwe a safî tên bi kar anîn...!!
Ger mirov mejiyê xwe nexwaribe, ji xwe divê bibîne....!
Ma ji dirûşmên wan û al û gotin û êrîşên wan li kurdan ne xweya ye…?!
Berjewendiya gelê kurd li ku be, divê gelê kurd jî li wira be û îro cihê berjewendiya kurdan jî bellî ye....
Divê kurd li ba xwe bimînin....
Ev mesele ne a kurdan e, meseleya desthilatdariyê Tirkiyayê ye, ger kurd piştgirî bidinê û bên bi kar anîn, wê demê fersenda herî hêja, ango pêvajoyê aştiyê jî dibe ku ji dest biçe....!
Ev pêvajo ne bi destê Erdogan hatye amade kirin, an jî ji xwe ewî nexwestye, ewê ku amade kirye, bi dehfan pêk anye û pêşkêşê rojevê kirye têkoşîna gelê kurd e….
Ya din ev e temam, bila mêrê berê here, gelo mêrê nû dê kî bibe...?!
Kurd dê bibin xwediyê desthilatdariya Tirkiyayê, an jî faşîst û kemalîstan gelo…?!
Bila ev yek baş bê fikirkirin, hesab baş bê kirin bes e, divê em bizanibin bê zanebûn em xizmetê kî dikin…?!
Baş e ku piraniya gelê kurd û siyasetmedarên kurd êdî hişyar in....
Rêzdar Demîrtaş daxuyaniyekî gelek baş û kêrhatî kirye...
Lewra kurd êdî dijmin û dostên xwe baş nas dikin, êdî tu kes nikare li ser pişta kurdan şoreşan! biafrîne...
Ew ê bixwazin bila bikin, ger berjewendiyên kurdan jî hebe, bila kurd jî beşdar bibin, lê xeynî kuştin, înkar kirin û nefî kirin, gelê kurd ji alternativê desthilatdariyê ( faşîst û kemalîstan)
heya îro tu kerratî neditye û em divê baş bizanibin ku nabîne jî….!
Kurd di bin çengê dijminê xwe ên herî xwînkar da divê nemeşe û şikir nemeşiya û nameşe jî....
Berjewendiya gelê kurd li ku be, divê gelê kurd jî li wira be û îro cihê berjewendiya kurdan jî bellî ye....
Gotina dawî: ” Şikir êdî kurd ne kurdên kevin in.... Xepandina wan êdî ne hêsan e..... “
Ev gotina dawî inca xweziyek be, an jî rastiyek…. Bi hêviya nîşandana rêvebirên kurdan, rastbûna vê gotina dawî ….
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...