03 Hezîran , 2013 Weşandin: 0023 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Hin alîgirên PKK-ê û BDP-ê jî bi rismên Ocalan û alên BDP-ê beşdarî şahiya li qada Taksîmê bûn. Lê dema grûbên tirk alên BDP-ê û rismên Ocalan dîtin êrîşî wan kir.
Lê ne xema kurda ye, weleh tirk bi daran jî bera wan bidin, serên wan jî bişkînin ew ji dû qûna çepên tirkên kemalîst naqetin.
XXX
Îkram Oguz di malpera navkurdê da li ser bûyera Parka Taksîmê nivîseke dîrokî nivîsîye, nivîseke ku dibê her kurd bixwîne û jê dersê û îbretê bigre û bibîne ku em çi miletekî korfahm in.
XXX
Li ba me kurdan şiûrê netewî hinekî kêm e, em menfeetên xwe yên netewî baş nabînin. Ev şiûr û zanîn jî bi daxwaz û propagandeyê nayê bidestxistin, bi serpêhatî, ketin û rabûnê û bi trajediyên mezin tê bidestxistin.
Ji bo ku em xwe nas bikin, wek milet dibê hîn gelek îş werin serê me.
XXX
Bûyera Taksîmê ji bo tasnîfkirina kurdan bû Kevirê Mîhengê; kurdên ji tesîra îdeolojiya çepîtiya kemalîst baş xelas nebûne û kurdên jê xelas bûne.
Kurdên ku dost û dijminên xwe hîn baş ji hev nagerînin û yên ku ji hev digerînin derxist ortê.
Kurdên ku ji xelkê ra masiyan û ji xwe ra jî kûsiyan digrin derxist ortê...
Kurdên ku gelşên Tirkiyê wek gelşên xwe û xwe jî wek perçeyekî civata tirkiyê dibînin û kurdên ku xwe wiha nabînin ji hev gerand.
Lê li gel vê jî baş bû ku ev bûyer qewimî, di warê îdeolojîk û siyasî da em bi kêmasiyeke xwe hesiyan.
Dibê nuha meriv bê qahr, bê xeyd û bi bînfirehî vê meselê di nava xwe da minaqeşe bike.
Gelo ji bo me kurdan şêla herî rast kîjan e, dibê meriv tevî çalakiyên li dijî hukûmetê bibe ya na?
Bi dîtina min alternatîva hukûmeta AKP-ê ne CHP, MHP, ergenekoncî, perînçekçî û nîjadperestên tirk in.
Dibê em kurd tu carî nebin sebebê xurtbûna vê cepheya sed qatî ji AKP-ê xerabtir. .
Tesbîte kî gelek raste.Ji me re çi.Ev ne doza meye.Bila hev û du bıxun wek kuçik û pişîka.
ReplyDelete