Di bin sîya Mîsak-î Millî de Kongra Netewî…. ~ HAWARNET Nêrîn

8/31/13

Ezmûna Başûrê Kurdistanê – bi her kêmasîyê xwe ve jî- ji Rojavayê Kurdistanê re û ji her perçeyên Kurdistanê re di qada dîplomasiya navdewleti de, ezmûnek dîrokî, ezmûnek  stratejîk e.
______________________________________________________________________________




FAHRÎ KARAKOYUNLU
  


Hawar Net



31 Tebax, 2013 Weşandin:0421 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com



______________________________________________________________________________




Hewlêr û Wan e, Mehabad û Koban e
                 Yek deng û yek wetan e.
                 Amed û Qamişlok e, Dihok û Senandej e
                 Yek derd û Yek derman e.
                 Silêymanî û Amûdê ye, Dêrsim û Kermanşan e
                 Yek al û yek ziman e.
                 Dinya dewran e, Rojhiltê li Kurdistan e.
              
Xebata kurda ya dîplomatîk, di dehlîzên dîplomasîya dinê de, hîn wek findekê ye…

Di tekoşîna gelan de, her destkeftîyek û her têkçûnek ezmûnên granbûhanin. Ger tekoşînên gelan, çiqas ji van ezmûnan encaman derbixîne, wê bigihîje armancên xwe ya stratejîk. Ji bo kurda, ezmûnên ku ji nav pêlên dîrokê heta ev roj hatîye, bi berxwedanek bê sînor, bi berxedana law û keçên qehreman, bi xwîna gel kurd hatîye holê. Ji ber wî, ger kurd ev roj bi hinek destkeftîyên giranbûha di qada navnetewî de, di rojeva dîplomasîya dinyayê de cîhê xwe digrin, bi saya vê tekoşîna granbûha ye.  Bê şik,di vê qonaxa ku kurd têdane, ked û berxwedana her kurdekî, sazîyekê û her partîyên sîyasî   xwedî parek watedar e. Ger em behsa tekoşîn û azadîya gelê kurd dikin, divê herkes û her partî vê rastîyê bibînin û gor vê rastîyê xwe birêvebibin.

Tê zanin ku, “di dehlîzên tarî ye dîplomasîya dinê” de,  her çiqas zor be jî,  gava ku kurd, ji rêça edaletê dernekevin û mafê xwe yê rewa bi îstikrarî biparêzin, ji bo kurdan  jî, rêç û derfetên serkeftinê  dê he bin. Ji ber wî, gava tekoşîna gelê kurd, di nav dîplomasîya dinê de – her çiqas   dewletên desthilatdar û xwedî erk esasîya berjewendîyên xwe digrin jî- bi van dewletan re nelihevhatî be, mixabin tekoşîn û daxwazîyên gelê kurd, bala dîplomasîya dinê wê nekşîne. Ger kurd, di tekoşîna xwe de, bi argumanên dîplomasiya navdewletî tevnegerin, û bi mekanîzmayek demokratik, beşdarî vê pêvajoyê nebin, di nav polîtîka dewletên heremê de wê têk biçin

Ezmûna Başûrê Kurdistanê – bi her kêmasîyê xwe ve jî- ji Rojavayê Kurdistanê re û ji her perçeyên Kurdistanê re di qada dîplomasiya navdewleti de, ezmûnek dîrokî, ezmûnek  stratejîk e.

Bizava Kurd, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê, di perçekirina Kurdistanê de rola wan dewletên emperyal, desthilatdar, bê şik dizanin. ji bo wî, ji edaleta wan şik kirin e, gazind û rexne li wan kirin e, lê heta derfetên wan dest daye, di warê dîplomasîyê de, tu carî pêwendîyên xwe qut nekirin e, û  dijminatîyek stratejîk nekirine. Ji bo wî, nirxandin û şîrovekirina çi êzmûna Başûrê Kurdistanê û çi yên perçeyên din, gere bi nîyetek baş, bi hestên netewî û wek destkeftîyên stratejîk bê kirin.

Kurdistanek serbixwe, ji Konfederalizma Rojhilata Naverast ne xeyaltir e…

Kurd, ev roj dixwazin di warê dîplomasîya navdewletî de, bi riça Kongra Netewî hewildanekê bidin xwe. Ji ber wî bê şik, li ser axa pîroz li Kurdistana Azad, ev biryara dîrokî ji bo kurda xebatek bêhempa ye .

Lê, heta nuha ji bo civîna Kongra Netewî, taybetmendîya Kurdistanê û sedemên  nav xweyî û navdewletî wek astengîyekê hatîye qebûlkirin. Bi ya min, sedeme ne cîbicîkirina Kongra Netewî, ne xwedî stratejîyek  hevbeş, û ne demokratîk bûyîna  bizava sîyasîya kurd bûye.

Ger em tekoşîna 50- 60 salîya bizava kurd ya sîyasî  binirxînin, em ê di vê tekoşînê de, du xetên sereke yên sîyasî bibînin.

Xeta yekem; xeta netewî ya ji ezmûna Komara Mahabad ê vir de ya bi navê PDKê, û di bin pêşengîya  Barzanîyan de, ji serê sedsala 20an heta îro hatîye meşandin e. Ev xeta, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê û heta 1980î li Rojava û li Rojhilatê Kurdistanê xeta serekî ya bi bandor bû ye. Xeta netewî û Kurdîstanî,  di nav tekoşîn û sîstema  PDKan de, hatîye bicîbûyîn. Ev xeta, bi her kêmasîyê xwe ve jî,  demokratîk û lîberal bû ye. Ji alîyên dîplomasîyê de jî,  tim xwe di nav sîstema navnetewî de  îfade kirîye û xwe ji dîplomasîya dinê dûrnexistî ye.  Gor şert û mercên sîyasî, navdewletî û heremî, ji  federasyonê hata dewletbûyînê xwedî perspektîvek netewî bû ye.

Xeta din jî, bi taybetî  li Bakûrê Kurdistanê ji 1970î şûn de, li ser xeta  îdeolojîya çepîtîyê û li ser pêvajoya şerê sar hatîye avakirin, û ji 1980êyî şûn de jî, heta îro bi destê  sîstema PKK hatîye meşandin.

Gor min, sistema ku PKKê avakirî, îro jî, di bin îdeolojîya şerê sar de ye. PKK, Ji bo wî, di mesela netewî de,  “Sîstemên Dewletên Rojava û DYAê,”  wek dijminên stratejîk binavdikin, û bi argumanên dîplomasîya dinê tevnagerin. Ji perspektîvek netew dewlet dûr, bi navê, “demokratîk modernîte, Konfederalizma Rojhilata Navîn, netewa demokratîk, civaka ekolojîk, misak- milli” û hinek têgehên ku ji rastîya Kurdistanê û Rojhilata Navin dûr di nav xebatek sîyasî, civakî û dîplomatîk de ne.     Ger ne wisa  bûya, ji tekoşîna  gelê kurd ya van 30 salên dawîn de, heta nuha çendîn şoreş dê bahata  avakirin.

Encamên Kongra Netewî, pêwiste ku di warê Dîplomasîya Navdewletî de, temsîlîyet û hinek nirxên netewî zelal bike.

İttifaqên ku li Rojhilata Naverast yên dîrokî, ji bin de hildiweşin.  Bi navê Bahara Ereban, desthilatdar û dîktatorên bi dehan salan li ser dîkêbûne ruxyan û wê biruxin. Di rûxandina van rejîman de, gere kurd zanibin ku, wek ku sîstema PKK dibêje, ne  şoreşek çep, ne Konfederalizma Rojhilata Naverast û ne jî netewek demokratîk jê derdikeve.

Kongra Netewî, gere ji stratejîyên utopîk, yên ne gor rastîya  gelê kurd û Kurdistanê dûr tevbigere û gor mînak û ezmûnên ku netewêyên dinyayê tê re derbasbûne bi rêve biçe,
Kongra Netewî, gere bi argumanên dîplomasîya navdewletî tevbigere, û li ser  berjewendîyên netewa kurd, xebatek netewî û  demokratîk biparêzin.

Bila kurd, tu carî di bin “stratejîya Dewleta Tirk ya Mîsak-î Millî” de li ayendek netewî negerin. Ev argûmana ku di Newroza 2013an de wek perspektîvek sîyasî hatîye belavkirin, ji layên  dîplomasîya herêmî û navdewletî nête qebûl kirin. Ev projeya, ji bo ayenda Rêvebirîya Başûrê Kurdistanê û xete netewî ya bi destê PDK û Barzanîyan tête meşandin xeterên  mezin din av xwe de dihewîn e.

Kongre, gere nebe platformek li dij “Nirxên Rojava û Dewletên Yekbûyê  Emerîka”. Bizavên sîyasîyên kurd, gere bizanibe ku, tekoşîna wana gava çiqas “ji bin bandora dewletên heremê” derbikeve dê  zûtirîn bigihîje encamê. Ger aktorên sîyasî yên navdewletî têkilî sîyaseta kurd nebin, û kurd bi destên dewletên heremê – bi taybetî Tirkîye-  bixwazin bigihîyê encamekê- danû standinê cîrantî û dîplomasî tiştekî cûda ye-  wê têkevin gellek tengasî û xetereyan.

Kongre, gere pirsên nav xweyî û yên ji dûhatû de heta evroj hatîye, çareser bike û dezgehek demokratik û mayînde di nav xwe de ava bike. Gengeşî û pirsên di nav layên sîyasî de, yê li Rojavayê Kurdistanê çareser bike.

Li ser Ala Netewî û Sirûda Netewî (Ey Raqîp) tu gengeşî nête kirin û ji layên her partîyên sîyasî wek nirxên netewî bê te qebûlkirin

Gere tu layên  sîyasî, programa û armancên xwe, li ser îrada kongrê, wek çarenûsîya netewa kurd ferz ne ke, û li her perçeyê Kurdistanê, rêç û rêbazên tekoşîna gelê kurd û daxwazên sîyasî, ji tekoşîn û daxwazîyên perçeyên din re astengîyan dernexîne. Kêmasî, çarenûsîya netewa kurd wek mafekî rewa, însanî û ehlaqî bê te îlankirin.

Kongre, bi xebat û encamên xwe, ji bo dewletên heremê û dewletên dinyayê re gere bibe bersîvek ji bo çareserkirina pirsa Kurdistanê ya bi rêça aşîyane û demokratîk.

Wek min li jor dîyar kiribû, her çiqas gengeşî û alozî di navbera layên sîyasî de he be jî, pêvajoya ku Rojhilata Naverast tê re derbas dibe û destkeftîyên netewa kurd, hewildanek netewî ya bi navê Kongra Netewî pêwîst kiribû. Ji bo wî, ev hewildana dîrokî,  gere bibe manîfestoyek dîplomatîk ya ji alîyên sazîyên  navdewletî bê te qebûlkirin.
 

Di bin sîya Mîsak-î Millî de Kongra Netewî….

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org