Girîngiya ziman û zimanê dê ~ HAWARNET Nêrîn

9/24/13

Bulent Arînç disa dilê zimanê kurdî şikinand û xemgîn kir. 
Çend roj berê got; kî perwerdeya zimanê dê(kurdî) bixwaze bila here Iraqa Bakûr(Kurdistana Îraqê)! .
______________________________________________________________________________




METÎN KEWÊ DILXÊRÎ
  


Hawar Net



24 Îlon, 2013 Weşandin:0034 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com






______________________________________________________________________________




Pêşî şermezar dikin û paşê bi devê mamoste Seîdê Kurdî hişyar dikin.

Ziman Çî ye?
Mora qedera însan ziman e. Sûreta mirovan jî di rûpela ziman de bi neqşan ve daxûyanî dike... 

Zimanê Dê
...Zimanê dê jî ji ber sîrûştbûna wî, peyvan bêvexwend tê bîra mirovan. Danûstandin tenê bi mane ve dimîne ku zîhn parve nabe û bi vê zimanê ve perwerde girtin wekî li "ser kevirekî ve hatiye nivîsîn" bêdawî dimîne. Û bi vê zimanê netewî ve çi bixûyê jê re xerîb nayê. 

Çima Girîngî
Yanî birastî zêde hewcehî nîne ku ji xên vî yekî qala tiştekî bikin. Mamoste nêzî sed sal berê mora xwe kiriye. Mixabin sed sal jî derbas bûye disa ev pirsgîrêk!

Gotina mamoste birastî Qûr'anî ye, ilmî ye û civakî ye. Qûr'anî ye ku mamoste her gotinê xwe ji Kitêba Pîroz digre. ilmî ye ku pedagog û zimannasên hêja li ser vê mijarê gelek cerîbandin û nivîs û pîrtûkan çêkirine. Civakî ye ku her netew xwedî zimanek e û zimanê wan ji bo wan rûmet e.

Hişyariya Mamoste
Bi pûxte mamoste ustaz weha dibêje; her zimanê netew ji bo wan pîroz e û qedera paşeroj û pêşerojê di nav xwe de vedişêre. Keltûr û kelepûra rabirdûyê, ceribandin û dabûnêrîta raborî bandorek tîne ser ziman. 

Her weha ew nêrîtan bi ziman ve vediguhese dahatûyê. Yanî bi kûrtahî mirov dewlemendiya ziman û her cerîbandinên xwe bi hêla zimanê xwe ve ji mêj mîrtate girtî ye. Çawa ku ajalek hemû taybetmendiyên xwe di tovê/spermê xwe de vedişêre, mirovahî jî tevê keltûr û çanda xwe bi zimanê xwe ve vedişêre û vediguhese. 

Ziman bi qederê re di vê mijarê de têkîlî ye. Zimanê ku ji dê û bavan tê hînkirin sinc û rewîşta kesan dirûv dike. Perwerdeyek ku bi zimanê dê ve bibe ji zimanekî biyanî baştir bicîh dibe.  

Îcar divê her qewm û netew zimanê xwe xwedî derkeve û bi awayekî zanistî ve pêş bixe û bixwe kalibekî edebî. 

Digel vê yekê ziman mamosteyek girîng û dibistanek manewî ye. Hem jî rola telewîzyonê dilîze. Keltûra ji zaroktî heta kalepîrî nîşanê derve dike. 

Mamosteyê hêja Seîdê Kurdî di wî warî de me hişyar dike û ji me re handana xwedîderketina "Zimanê Kurdî" dike.

Girîngiya ziman û zimanê dê

  • Weşanger: Kurdlist
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org