Ji bo azadiyê hêza fîzîkî pêwîste ~ HAWARNET Nêrîn

9/25/13

Doza kurd û Kurdistanê, di xeşîm û labîrentên gelekî zor re derbas bû û giha qonaxa îro. Faşîzma Spî a Tirk (1), bi hêrseke dijwar ya siyasî, kulturî û psîkolojîk gelê kurd kiribû tara bêjingê û ber bi fetisandinê dibir. Di demeke wiha de, zindî kirina tevgera netewa kurd, biqasî saxkirina miriyekî di gorê de zor bû. (2) Ji bo vê jî tenê îdeolojî ne bes bû. Her çiqasî îdeolojiya PKKê hêviyên xurt yên jiyana azad didan jî, hoy û mercên şerê şoreşgerî (3) xwe farz dikir..
______________________________________________________________________________






MEDENÎ FERHO

Hawar Net



25 Îlon, 2013 Weşandin:0749 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
______________________________________________________________________________




Bêyî şer kirinê, tu azadî nayên bidestxistin. (4)  dinavbera azadî û nasnamê de jî têkiliyek heye. Ji bo ku ev têkilî werê sazkirin, pêdivî bi nasnameya civakî heye. Ev nasname îradî ye û têkiliya îradê û azadiyê (5) ji hev nayê qut kirin. Bidestxistina van teva pêdivî bi hêza fizîkî heye. 

Gelê kurd, di navbera çerxa tunekirina fizikî de, polîs, artêş,  kontrgerila, milîsên sifîl yên faşîst, qorucu û ajanên milîs de (6) dihate tunekirin. Ligel vê, bi hegemonya medya, mêjî û hişê mirovan, ahlak û kesayetiya mirovan, bîstûçar saetan dihate bombarduman kirin. Ji bo ku ev çerxên tunekirina bê exlakî û derî ademî, werin şikandin, pêdivî bi hêza fizîkî heye. 





Mînakek dîrokî: Piştî şerê hundir yê Fransa û Komûna 28ê Gulanê, karkerên Fransa bi saya çek û rêxistiniya çekdarî, Komara Sosyal (demokratîk) sazkar kirin. Ji bo parastina Komara Demokratîk, xwe bi çek dikin û di nava dewletê de xwedî hêzek rêxistinî ne. (7)  Her demên reş û tarî yên dîrokê, bêyî îradeya şoreşgeriya bi rêxistiniya fizîkî têne ronî kirin. (8)  Ev humanîzma dîrokê ye.
Dîroka Netew- dewletan tucaran nebûye “şecera exlaq”, her û her bûye çavkaniya  şer. Ne tenê li dijî gelên cûda, li dijî gelê xwe jî heman siyasetê dimeşîne. Ji ber ku hunandina dewletê, li ser bingeha berjewendiyên çînayetî tê avakirin. Di sedsala bîstan de, bi felsefe û îdeolojiya sîstema kapîtalîst, emperetorî hatin parçe kirin û wek mîrateyên emperetoriyan netew-dewlet hatin sazkarkirin. Ev kelih û bircikên nû yên sîstemê bûn. Li Rojhilata Navîn jî, ji bilî Îran û Tirkiyê, 22 dewletên Ereban hatin sazkar kirin. Iraq ne dewlet bû, kirin dewlet, Suriye heremek bû, kirin dewlet.  Encama vê parçekirina trajîk, mîrekîtî, qraltî, tîran, faşîst û hêzên mekanîk û robotên kujer derxistin holê.  Bê çiqasî Mussolînî wek nexweşiya demê ya tevahiya Ewropa  (9) dihate binavkirin; piştî sazkariya netew-dewletan, li Rojhilata Navîn jî, nazîzma tirkî û nazîzma erebî wek nexweşiya demê derkete holê. Ev nexweşiya kujer hîna berdewam dike. Di encama têkoşîna 30, 40 salên bi berdêlên giran a gelê kurd, Bihara Gelan dest pê kir û wek dermanê vê nexweşiya kujer derkete holê. 

Di dema sazkirina netew-dewletan de, gelê kurd, wek qurbanê sedsalê hate bijartin. Di sedsala bîstûyekê de, yanî di modernîteya kapîtalîst de; di heyama ku “cîhana teknîk”, “kultura teknîk” serdest kirine jî, dixwazin gelê kurd car din wek qurban bihêlin. Neynika modernîteya kapîtalîst netew-dewlet e û biqasî netew-dewletê çavkaniya çavkaniya faşîzm û faşîstan e. Di cîhaneke wiha de, yek ji gelên ku dibin giyotîna sîstema faşîzan de  tê kuştin û tunekirin Kurd in.

Li Bakurê Kurdistanê, di şerê 30, 40 salî de, faşîzma spî ya tirkî, bi alîkarî û desteka hevkarên xwe yên global, bi her cûre çekan (kimyewî jî di nav de) êrîşî gelê kurd kirin... Îro jî, li Rojavayê Kurdistanê  heman siyaseta taybet  tê meşandin. Di şexsê Suriye de, şerê parvekirina sêyemîn ya cîhanê tê meşandin. Cîhana ku di şexsê Suriye de bûye du alî, kiryarên li dijî gelê kurd ji nedîtî ve tên. Pengava ku ji aliyê gelê kurd ve hate destpêkirin û defacto’ya derketiye holê jî,  ji nedîtî ve tên. Bi desteka Tirkiyê,  Erebîstana Suudî, Qatar, bi erêniya Emerîka, Fransa, Îngîltêra û NATO, robotên çete û paramilîter, cil û bergên Ebû Sufyan li xwe dikin û li dijî gelê kurd komkujiyan dikin. Li Rojavayê Kurdistanê, faşîzmeke ji Nazîzma Hîtler dijwartir tê meşandin.  Serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan û desthilatdariya AKPê, bi îdeolojiya  faşîzma kesk,  biqasî faşîzma spî, li dijî gelê kurd siyaseta taybet dide meşandin. Di pêvajoya çareseriya demokratîk de jî, berê çekên xwe daye Kurdên Rojava û bûyerên drametîk yên Tewratî dinvîse. Ev jî şecereya bê exlaqiya îslama Muawiye ye. Erdogan, di van rojan de borezantiya şer dike û destên xwe dirêjî Misirê jî dike. Gelo ev ne xwînxwarî  ye,  ne xwekuştina zihnî, mêjî û insanî ye?  Erdogan û şûreka wî, desthilatdarî û îdeolojiya wî, ji îdeolojiya fermî ya tirkî û ya CHPê ne cûdatir e.  

Vêce, li hemberî van rastiyan teva û di vê qonaxa ku tê xwestin,   hêzên li herêmê li ser dengeyên nû werin rûnandin,  herêmê ji nû de dizayn bikin de, gelo kurd, bi “tewekkulê” razî bibin?  Gelo, kurd bi destîniya xwedestî razî bibin, stikura xwe li ber satoreyên robotên faşîzma spî a tirk û ereban dirêj bikin?

Mînakek dîrokî: Pengava 15ê Tebaxê, eskerî bû û li dijî nîrê koletiyê, li dijî çerxa kujerî û fetisandin û tunekirina di tara bêjingê de  hate lidardxistin. Destanek e. Tê zanîn ku destan bingeha dîrokê ne.   Dîroka mirovahiyê jî, ji dema Prometheus, ji dema  Kawayê Hesinker, ji dema Rastemî Zal, ji dema Spartakus û heta weke îro, yanî ji demjiyana destanan û heta îro,  bi destanan dagirtî ye.  15ê Tebaxê, ji çalekiyê û wêdetir, wateya wê ya dîrokî, civakî  û rojane giring e. (10) Şerê klasîk ya gel û taktîkên gerila, (11) artêşa tirk a dagirker neçar û bêzar kir. Ev jî, hêviyên azaidya gleê kurd zêde kirin. 15ê Tebaxê îspata, “Ji bo azadiyê, hêza fizîkî pêwiste” bû. 

Bi vê pêwanê,  19ê Temmuzê, di dîroka hemdemî ya Kurdistanê de  xwedî roleke stratejîk e. Bê çiqasî bicihbûna Abdullah Ocalan ya li Rojhilata Navîn, di dîroka nû ya gelê kurd de xwedî startejiyek dîrokî bû, pengava dîrokî ya Rojava jî xwedî  stratejiyek wiha ye. 

Bê çiqasî 15ê Tebaxê, agir û giyanekî şoreşgerî derxiste holê, tozika mirina li ser gelê kurd rakir, gora betonî ya “meftuniya kurdan” li Agirî ji holê rakir.  Pengava 19ê Temuzê li Rojava jî, bû destpêka Şoreşa Gelê Demokratîk û agir û giyanê şoreşgerî gûr û geş kir, can û dilekî zindî derxiste holê. 
Bêguman ji bo serketinê,  hêza çekdarî tenê ne bes e. Baş tê zanîn ku mirovên herî bi hêz û şervan gladyatorên Roma bûn. Lê ji sedema ideolojî û hişmendiya felsefîk, gladyatorên Roma nebûne hêzeke peşeng û şoreşek nekirin. Spartakûs derkete holê, lê li hemberî komara bazirgan ya Roma têk çû. Lewma Şoreşa Rojava jî, bêyî têkoşîna çekdarî, rêxistiniya civakî  û xwedî-kirina îdeolojîk, nikarê serketinê bidest bixwe. Ew firtone, ba û bablîsokên  faşîzan ku li Rojavayê Kurdistanê, li Heleb û Şamê li dijî kurdan têne bizivandin, biqasî faşîzma Hîtler û Mussolînî dijwar in. Di dîrokê de, tu modelên siyasî, (ji bilî Wietnam) biqasî faşîzma robotên paramilîter kiryarên derî hiş û raman ne kirina partîkê, Kontra û JITEMa tirk, li Bakurê Kurdistanê serî li heman rêbazan dida. Ev jî dide xuya kirin ku, modela faşîzma tirkî, bûye bingeha kiryarên zarokên Ebû Sufyan û Muawiye û li Rojavayê Kurdistanê dikine pratîkê...   

Mînakên dîrokî: Şerê li Wietnamê, ji bo şerê li Bakurê Kurdistanê jî, ji bo Şoreşa Rojava jî mînak  e... Têkoşîna Mandêla ya li Başûrê Efrîqa jî mînak e...  Li Wietnamê, Ho Chî Minh heta dawiyê, li hemberî komkujiyên bê exlaqî û derî însanî, şerê çekdarî domand. Mandêla, ji ber ku şerê çekdarî red nekir, bîst salan di zindanê de hate girtin.   Abdullah Ocalan jî,  li Imralî, hemberî ku Çareserîya Demokratîk kire pratîkê jî,  şerê çekdarî red nekir. Her çiqasî siyaseta demokratîk diparêze jî, parastina cewherî û gelemperiya hêzên gerila diparêze. Gelek caran, hejmara gerila, li Rojava jî, li Rojhilat jî anî ziman. Lîderên wiha, weke Mandêla, Ho Chî Minh û Abdullah Ocalan baş dizanin ku “şoreşa  mezin a endustriyel” jî, komên xelkê û gel ji xewa kûr û dûr şiyar nekirin û ji sefelet, neçarî û bêzariyê xelas nekirin. Modernîteya kapîtalîst jî, teknolojiya pêşketî jî komên xelkê û gel bêhtirîn guvaştine û kole kirin. Ji xwe Ocalan dibêje; “netew dewlet,  weke darikê efsûnkirî û çareser kirina pirsgirêkan didine xuya kirin, lê di bingeha xwe de, pirsgirêkên civakî yek be dikine hezar” Bi vê mebestê, formên neteweyî, biqasî formên êl û kabîleyan gerdûnî û dîrokî nabin. (11) 

Bi bawerî dibêjim ku, bê çiqasî 15ê Tebaxê, bû bingeha edebiyat û kultura nû ya paşerojan û dergehê entelektueliya kurd vekir; 19  Temuzê, pengava Şoreşa Rojava jî wê bibe nûjenî û estetîze kirina edebiyata kurd. Estetîze kirin; belê, Piştî Şorşa October, edbeiyat û hunerê Rusya tîpekî nû û civakek  nû derxiste holê. Pirtûka Şolohov “Hêdî Diherike Don”, ji normên edebî gelekî wêdetir e. Wek destpêka ratsiya civakî  û pêdiviya dmeê tê binavkirin. Bê çiqasî Maksîm Gorkî, bi stîla klasîk bûbe destpêka van norman jkî, Şolohov, wek zarokê şoreşê, û xwîna nû ya Şoreşa Rusya bû.  Şolohov, ratsiya civakî  ji teoriyê, derbasî pratîkê kir.

Encama Şoreşa Rojava jî di helbesta Ehmed Husyenî de wiha pişkiviye;

Roj, li tavsorka lêvên te digere
Da ku Rojava ji sirûdên xweşmêran netirse!
Roj, li keservedana dilê te digere
Da ku ji rojhilatê; li hespên azadiyê, nepirse...

Dramên li Rojava, mixabin rûreşiya mirovahiyê ne. Lê pêwiste ev dram, di teoriyê de nemînin, pêwiste bikevin pratîkê. Mînaka Şolohov li holê ye. Eger  cengawerên Rojava, bedena xwe li hemebrî top û tankên çeteyên paramilîter û bav-axayên wan bikin mertal; pêwiste nivîskar û entelektuelên Rojavayî jî, wek zarokên şoreşê binbarî û berpirsiyariya xwe bînin cih. Pêwiste vijdanê raya giştî li hemberî dramên Tewratî şiyar bikin.    Şerê li Rojava, hêza xwe ji rûmeta gel, pîroziya xwe ji xwîna mirovan distîne. Terora çeteyên robot, ji bo şikandina îradeya gel e, lê gel bi rûmetdariyek mezin û canfedaiyek dîrokî şer dike. Bav bi kur û keçê re, dayik bi keç  û kur re li dijî çeteyên faşîzan şer dikin. Ev dîmenê herî bedew û delal yê edebî, kulturî, dîrokî cografîk û zanistî ye. 

Azadî bê berdêl çênabe, berdêl jî bê pîrozî çênabe, her du bê parastina fizîkî nayên bidestxistin û nayên parasstin. 



----------------------
1- Abdullah Ocalan, Pirsgirêka Lurd û Vegotina Gelê Demokratîk, 
2- Heman berhem
3- Heman berhem 
4- Heman berhem
5- Heman berhem
6- Heman berhem 
7- Friedrich Engels 
8- Gramsci
9- Maria-A. Macciocochi
10- Abdullah Ocalan, Pirsgirêka Kurd û Vegotina Gelê Demokratîk
11- Hemen berhem

Ji bo azadiyê hêza fîzîkî pêwîste

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org