FORUMA HEVBEŞ
Hawar Net
13 Îlon, 2013 Weşandin:0431 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
______________________________________________________________________________
Lê ji kevnda û taku nihu jî miletê kurd hemî deman berhingariya vê pîlanê kiriye ku di encamda bi hizareka qurbanîdayine bo parastina xakê Kurdistanê yê pîroz, jiber vê berhengariya bihêz ji layê miletê kurdve, her rijêmeka hatiye ser kursîka desthelatê li her parçeyeka Kurdistanê êkser hemî hêzên xwe yên leşkirî kêşayine deverên Kurdistanê bi merema dagîrkirin û bidestve înana Kurdistanê, anku bi hemî reng û rêka dijminên miletê kurd pîlan gêrayine û duberekî û neviyan û jêkcudakirin û li berêkireşkirin êxistîne di navda, taku radideyekî şiyayine kontirolê jî li ser biken û wan jêkveken, bi rêka pirsên ayînî, mezhebî, tayfî û zimanî bêxine di navbera miletê kurda, wek: Eve zazaye, eve Feylî ye, eve kirmance, ewê he badînî ye, yê dî Şî`e ye, ewê henê Sunî ye, eve dîmokratxwaze û eve suşiyalîste û... hwd.
Lê li vî serdemê zêrîn ku ronahiyek li başorê Kurdistanê peydabûye bi hîmeta hemî serkirdeyên Kurdistanî, bi taybetî serok Barzanî ku pîrozbahiya girêdana kongireyê neteweyî daye miletê kurd li hemî Kurdistanê, herwesa bersîngê pitiriya welat û hêzên zilhêzên cîhanê, bi taybetî jî yên herêmî girtin, çunku ew rêgirbûn bo girêdana kongireyê neteweyiyê kurd, lew hemî welatiyên kurd keyfxoş bûn bi vê pêngava pîroz.
Tiştê dilxoşker ewe ku dê hemî layen û part û kesayetiyan di kongireyê netewey da peyam û peyiva xwe hebît, li vêre jî peyama me welatiyan bo kongireyê navbirî ewe ku bila ew bibîte belgeyeka mezin li cem hemî take kesên kurd û bihête zanîn ku xwîna kurdan êdî bi destên kurdan nehête rêştin, bila destê aştiyê û birayiniyê bo miletên tirik, ereb û faris bihête dirêjkirin.
Herweha kongire bibe handerekê bihêz bo êkgirtin û êkrêziya miletê kurd ku kurd jî mîna hemî miletên cîhanê bi mafên xwe şad bibin û jiyaneka bêy şer, kuştin, zîndankirin û awarekirinê bibene ser, daku kurd bişên pêngavan pavêjin berev omêda mezin, ewjî êk ala, êk sinor û êk serweriye.
Xalid Ehmed Badî
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...