Çi li kongra netewî hat? ~ HAWARNET Nêrîn

10/23/13

Wesa diyare vîna kurdan li hember zordariya dûşmin tuşî şikestinekî din tê û serok, serkirde û partên kurdan nikarin biryarê li ser sazkirina kongra netewî bidin û kongra netewî ji bo biharekî din dimîne.... 
______________________________________________________________________________




SERCAN MEHMUD 
  


Hawar Net



23 Cotmeh, 2013 Weşandin:1902 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com






______________________________________________________________________________




Rêya herî baş ya berhevkirin û sazkirina kongra netewî durxistina partiyên siyasî ye di komîteya amadekarî û berhevkirinê de, ji ber ku hemû partên kurdî dixwazin li gor berjewendiyên xwe yên partayetî nexşe rêya kongrê diyar biken û niha milmilaneya di navbera partên kurdî de astenge li hember sazkirina kongrê û pêdiviye mirovên eqilmed yên bê alî berheviyên kongrê bikin.

Bi salane bizav têne kirin ji bo ku vîna yekgirtiya siyasî ya kurdan bête duristkirin lê di her demî de yan dewleta turkîa, yan îran, Iraq û suriyê destewerdanê di bizava sazkirina kongrê de kirîne û kurd bi vînekî şikestî bo berjewendiyên teng yên parteyatî serên xwe bo zordarî û fişarên dewletên dagirkerên kurdistanê re xwar kirine û ji ber wê çendê jî heta niha vîneka yekgirtî dirust nebûye.







Li gor hizra min di rewşa niha de bingehek bihêz ji bo sazkirina kongra netewî dirust buye lê nêzîkbunên partên kurdî ji hizir û berjewendiyên netewî gelek durin û heta nakokiyên partîtî nedin aliyekî û berjewendiyên netewî ji her tiştên din bilind ranegrin  ne mumkune serkevtinê jî bi dest bixin û heta partên me eve bin sazkirina kongra netewî dê wek xeyalekî dur bimîne.

Heta niha jî dikminên gelê kurd ango dagirkerên kurdistanê ji ber bê hêziya nav mala kurdî û parçebuna berjewendiyên netewî bi hêsanî dikarin destewerdanê bikin û sazkirina kongrê bi gef û tehdîtan asteng bikin û baş dizanin ku heta qedera gelê kurd di çarçeveya partiyan de be ne mumkune vînekî yekgirtî dirust bibe.

Tê zanîn biryar bu piştî helbijartinên perlemanê herêma kurdistanê komîteya berhevkirina kongra netewî berdewamiyê bidaye karên berhevkirinê û dawetnameyan ji bo aliyên siyasî, kesatiyên serbixwe û mîvanan re bişandina da ku di kongrê de berhev bin, lê mixabin heta niha komîteya amadekar neşiya ye kombunekî saz bike û her yek mijulê karên parta xwe ye û heger wesa berdewam bike sazkirina kongra netewî dê bibe xeyalekî gelek dÛr.

Dema em binêrin ne tenê gelê kurd bi dehan gelên bê dewlet yên cîhanê kongrên netewî sazkirine û bi yekdengî bo çarenivîsa gel û welatê xwe karên hevpar kirîne û alozî û nakokiyên parteyatî dane aliyekî, li turkîa, îran, Iraq û heta li suriyê ku niha şerê navxwe tê de heye dema mesele tê ser berjewendên turka, ereb û farisan bi yek dengî li dijî kurdan radiwestin û dixwazin kurdan bi hevre mijul bikin û mixabin heta niha serkevtî bune û her yek ji wan welatên dagirkerên kurdistanê destê xwe xistiye di nav aliyekî siyasî ya kurdistanî de û ez bawer dikim her çuar welatên dagirker her çend nakokiyên wan jî hebe di pirsa kurd de li pişt perdê pêkve biryarê didin û bo şikestina vîna gelê kurd her core karekî jî encam didin.

Di rewşa niha de ji bo gelê kurd û paşeroja Kurdistanê şanseka mezina herêmî û cîhanî dirust buye û gelê kurd li rojavayê kurdistanê herêmeka azad avakirine û bi hêzeka mezin û bi vîneka polayi li hember bê xwedayan anko çekdarên el qaîde şer dikin û bi saya şerê wan cîhan roj bi roj neçar dimîne ku rêzê li vîna rojava bigre, rojava bi şervan, xebat û rêkxistina civakî amadeye herêma xwe berfereh bike û deskevtên xwe biparêze û vîn ango îradeya bilinda yekgirtî û serfiraz dikare azadiyê bi xwe re bîne û bi rastî jî jin, zarok, genc û hemu beşên civakê bo jiyaneka azad û parastina deskevtên xwe bi mirinê jiyanê ava dikin anko bi jiyana serbilind azadiyê gerentî dikin.

Hema tenê ji bo rojavayê kurdistanê be jî divê partên kurdî û serok û serkirdeyên kurdistanê ji bo piştgirî û parastina deskevtên rojava bi hevre kar bikin, yan bi hevre bibin piştgir yan jî destên xwe nexin di nav rewşa rojava de, yan bila bibin bira û alîkarî bikin eger wî jî nakin tîkaye bila li hember azadî û vîna rojava rêzê bigrin û destên xwe nexin di nav karên wan de.

Çi li kongra netewî hat?

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org