MIHEMED MUHSÎN
Hawar Net
16 Cotmeh, 2013 Weşandin:1743 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
______________________________________________________________________________
Ya fer û giring û berpirsiyariya hemiyan û kes jê nerevît, berjewndiya neteweyî li pêşiya hemî berjewendiyan bît ku eve erkê her welatiyekê li ser vê axê dijît, nexasme jî partên siyasî, roja dirûşimên teysûk û serêkzêdekirinên siyasî nemaye, bila hemî alî vê çendê li paş xwe bihêlin û armancên neteweyî li pêşî her tiştekî bît.
Eger hemî dîrok û serdemên borî bînîne pêşçavên xwe, dê bo me diyarbît ku çu caran ev delîveye bo milletê me helnekevtîne, eger delîvek dirust jî bibît, kurd neşiyane biparêzin, lê eger evro berê xwe bidene delîveyên parastina destekeftên kurdan gelekin, ne bitinê bi rêkên leşkirî, belku bi vekolîn û eqlekê serdem û girêdana peywendiyên bihêz digel cîhana derve û girêdana berjewndiyên wan bi welatê me ve, nexasime welatên dewirûber û ereb û ewrpayî û emirîka, taku bi mukomî cihên pên xwe li erdî diken.
Bêguman ew neteweyên kurd di navda hatiye parvekirin, yê digehine wê baweriyê ku doza kurdan bi hêzê û çekî nahête çarekirin, belku beruvajî, ew rêk dê kerbukînê zêdetir lêket û dijwarî dijwariyê li dûv xweda dînît, pêdiviye ew netewe jî pitir ezir li birayinyê û pêkivejiyanê biken û rêkê li desthelatên xwe bigirin ku samanê welatê wan li çekî ne mezêxin, çunkî jiblî malwêranyê çu qazancekê dîtir têda nîne, bila hizrên xwe bi guhorin û bila baş bû wan diyar bibît her serkirdeyekê welatekê pişkeka ax û neteweyê kurd di navda, eger vê rêkê bigirîteber, dê navê xwe li dîrokê bi başî û mêrxasî tomarket û dê rûyê xwe yê aştîxwaziyê di nav cîhanê da sipîket.
Gotina ereban (hibe hbe îsîr kube) pîç pîçe dê bîte gelek û divî warî da û bi vî têgehî, milletê kurd hermafekê dgehîtê û li herparçeka bît û bila yê kêm û biçûk jî bît, pêdiviye pêşwaziyê lê biken, çu guman têda nîne ku gelek ji xwînirêtinê baştir û çêtire, her bi rêka diyalogê daxwaziya mafên mayî jî biken, eve dihête hejmartin bi baştirîn rêkên serdem û şaristanî.
Serborên milletê kurd gelekin di dîrokêda, bila em ji pîlanên dijminan hoşyar bîn, çunkî ew dê bo berjewendiya neteweyên xwe dê hemî bizavan ken û bi şehrezayî û bisporiya xwe pîlanan danin û gêrin bo jinavbirina diyalogê û paldan bo şerî, helbet li vî serdemî, şer birînên me çare naket, êkrêzî û dilsoziya milletê me bi tinê ew dê pîlanên dijminan helweşînît, me ew bawerî jî heye ku milletê me jî roj bo rojê hoşiyartir lêdihêt.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...