SERCAN MEHMUD
Hawar Net
08 Mijdar, 2013 Weşandin:1902 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
______________________________________________________________________________
Gelek ciwan nav li partên kurdan jî kir, belkî gelek caran ji aliyê hindek zanayên serbixwe yên kurdan ve ew tişt hatibin gotin lê dema yekî elman dibêje ew cuda ye, nivîserê elmanî li ser pirsa aloziya di navbera part û aliyên siyasî yên kurdistanê da digot: we bi salan jibo Îran, turkîa û suriyê şerê hev kir yanî we birakujî kir, ma hunê kîngê ji bandora eqlê duşminên xwe derkevin û biben xwedan eqlekî kurdî ya resen... kîngê hunê rêz li deskevtên hevdu bigrin û bibin kurd? ma hun ne netewin? bo çi berjeweniyên netewî li ser berjewendên partiyan ve nagrin? bo çi hun aloziyên di navbera xwe da nakin qurbana berjewendiyên netewî?
Bi rastî jî li hemû cîhanê gel heta demekî li pişt partiyan diçe heta wê demê ku berjewendiyên welatê xwe nexin di nav bazarê da lê dema nirxên wan bibe bazara gengeşeyan bi xwenîşandanên wesa mezin bersiva partên xwe didin ku ew part neçar dimînin ku xwe rast bikin û siyasetên xwe ji ber çawan derbaz bikin, lê mixabin ev yek jî li welatê me berovajiya cîhanê ye, siyasî yên me gotinek dikin, gotineka gelek şaş û li dijî yekrêziya nav mala kurdî ve disekinin û genc û lawên me di cîhê ku xwedan li yekrêziyê netewî derkevin dest bi axavtinên gelek qirêj li dijî serokên kurdan dikin û ragehandinên kurdî jî her yek dibe terefê aliyekî û yek bi yek dosyayên hevdu yên qirêj derdixin meydanê û çi qiymet û rêzê ji hevdu re nahêlin... divê gencên me ragehandina me hemû beşên civaka kurdî êdî ji partên kurdî re bêjin êdî bese... yan kurdayetiyê bikin yan jî li ser rêya azadiyê rabin...
Ey lawên kurd, rojnemager, rewşenbîr, nivîser û gencên kurdan em nebin beşek ji pirsên navxwe yî yên part û aliyên siyasî yên kurdî, werin em bibin faktorê çarekirina aloziyên di nav siyasî yên kurdistanê da û em xetên sor nîşanî wan bidin û bêjin êdî bese…
Em ji bîr nekin çi dema peyweniyên di navbera kurdan da xirab dibe, yekser diplomasiya di navbera turkîa, îran, Iraq û suriyê da zêde dibe û aloziyên xwe datînin aliyekî û gengeşeyê li ser bê bandora kirina kurdan dikin û bo binxistina doza kurdî wek yek tîm kar dikin… evca çima em kurd jibo berjewendiyên netewî nabin yek û wek yek tîm kar nakin?...
Werin em êdî nebin kurdên turka, kurdên Iraqê, kurdên Îranê û suriyê, werin em bibin kurd û kurdistanî….
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...