FORUMA HEVBEŞ
Hawar Net
14 Mijdar, 2013 Weşandin:1902 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
______________________________________________________________________________
Piştî darbeya 12ê Îlona 1980î, rêxistin û partîyên ku Kurd û Kurdistanî difikirîn û di bernameyên xwe de azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê dabûn ber xwe, ji hev tar û mar bûn. Hinek derketin derveyî welêt, hinek hatin girtin û hinekan jî baş xirab xwe li ser lingan hiştin. Heke em PKK û PSK bidin alîyekî, partî û rêxistinên din bi gelemperî ji çap ketin û marjînal bûn. Her çiqasî hinek kadir û endamên rêxistinên kevn bi rêxistin yan partîya xwe ve girêdayî man jî, lê kirin nekirin ne li derve û ne jî li welêt nikarîbûn xwe bidin ser hev û bi hev re partî yan rêxistinek Kurdistanî ava bikin. Evê kêmasîyê hişt ku li bakurê Kurdistanê meydan vala bibe û girseya gel têkeve bin per û baskê partîyên din, partîyên dewletê û xwe bi hinek cemaetên wek Fethûllahçîyan ve girêdin. Ev partî û dezgehên heyî jî asîmîlasyon û entegrasyona Kurdan dan ber xwe û heta ji wan hat Kurd ji xeta netewî, ji daxwazên Kurd û Kurdistanîbûnê dûr xistin.
Piştî avêtina hinek gavên demokratîk û rakirina hinek astengên zagonî, zemîn û derfetên xebata partîyên Kurdî li bakur zêdetir bûn. Helbet di avêtina van gavên dewletê de ked û xebata PKK pir e, ev ne tê înkarkirin û ne jî meriv kare piştguh bike. Bi avêtina van gavên demokratîk û nermkirina hinek xalên zagona Tirkiyê, êdî Kurd karin di çarçoveya xebata legal de bi hêsanî bên cem hev, daxwazên xwe bînin zimên û doza hinek mafên xwe yên rewa bikin. Hikûmeta AKP bi avêtina van gavên piçûk, rê ji kadir û siyasetmedarên ku li derveyî welêt bûn, vekir û mecal ji wan re çêbû ku vegerin welêt û li gor şert û mercên nû xebata xwe bikin, li çareserî û rêyên cuda bigerin. Civîna Amedê yek ji wan rêyan bû.
Yek ji wan rêyan bû ku kadirên serbixwe û kadirên rêxistin û partîyên cuda bên cem hev û bi hev re çareserîyekê peyda bikin, di siyaseta xitimandî ya Kurd de rolek nû, rolek Kurdistanî bilîzin.
Wek ku di xalên encamnameya civînê de jî dixuye, vê partîya nû, partîya Kurdistanî, xal û perspektîfên girîng dane pêşîya xwe. Wê ev partî ne li hember PKK yan rêxistinek din,
lê ji bo mafê dewletbûna Kurdan derkeve rê û doza mafê çarenûsî ya gelê Kurd bike. Îro halîhazir li bakurê Kurdistanê partîyek lîberal, demokrat û Kurdistanî ku karibe girseya gelê Kurd di nav per û baskên xwe de bihimîne û biparêze tuneye. Xeta PKK kifş e, ya HAK-PAR ê kifş e û ji xwe yên din heta niha tu bawerîyek mezin nedane girseya gelê
Kurd. Ji ber vê, avakirina partîyek lîberal, demokrat û Kurdistanî ji Kurdên bakur re pêwistîyek mezin e, ferz e. Partîyek ku her Kurd, her beşê civakê karibe xwe di nav de îfade
bike û li ser paraztina heq û hiqûqê kesayetî xebata xwe pêş de bibe.
Helbet di avakirin û pêşdebirina vê partîyê de erk û bar dikeve ser milê her Kurdê welatparêz, her Kurdê ku Kurdistanî difikire û azadîya Kurd û Kurdistanê ji xwe re kiriye û dike
armanc.
Bi hêvîya ku ev partî di demek nêz de bê avakirin û partîyek wilo be ku her Kurd karibe di nav de cîh bistîne, karibe xwe tê de îfade bike û siyasetek Kurd û Kurdistanê bide ber
xwe.
Nuri Çelik.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...