Gotina "Kurdistan"ê û nîqaşên di derbarê wê de ên li meclîsa tirk ~ HAWARNET Nêrîn

12/11/13

Gotina ´Kurdistan´ê, ku em tenê li dîroka wê binerin, emê bibînin ku wê dîroka osmanîyan jî di nav de, dû-qatî dîroka tirkiya xwediyê dîrokekê ya. . 
______________________________________________________________________________




ABDULSAMET YÎGÎT  
  


Hawar Net



11 Berfanbar, 2013 Weşandin:1522 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com






______________________________________________________________________________




Gotina ´Kurdistan´ê, î ro em em dizanin ku ji aliyê kurdên ´kekoyîdî´ û ´kurdên eyîrîdî´ ve dihat bikarhanîn. Ji ber çi, bi teybetî, min navê kurdên kekoyîdî û kurdên eyîrîdî pêşî hanî ser ziman. Bêgûman, nîşanakên ku berî demên kurdên kekoyîdî û kurdên eyîrîdî jî gotina kurdistanê hatîya bikarhanîn. Kurdên kekoyîdî jî û kurdên eyîrîdî jî, di sadsale 9´min xwe de xwedî dewlet bûn û dijîn. Dewleta kekoyîdîyan, pereyên wê ên bi navê desthilatdarîya wê jî hebûn. Her wusa, divê ku mirov bo kurdên eyîrîdî jî bibêje. Vêca, nûha em werina, li ser wê teybetmendîya ku ji ber çi me pêşî navê kurdên eyîrîdî û kekoyîdî pêşî bikarhanî. ...

Desthilatdarîya kurdên eyîrîdî jî û kurdên kekoyîdî jî, pirr xort bû. Artişên wan ên mazin hebûn. Lê di wê dema wan de jî, hêrîşên ku ji asya ên bi ser wan de dihatin û li wan dibûn hebûn. Hêrîşên Sancar û berî wî bavê wî jî di nava wan herîşan de na. Weke bavê xwe Sancar bi artişa xwe tê ber "sînorê kurdistanê" û bi kurdan re dikeve şer de. Gelek deveran kavil dike û ji naqşayî dibe. Lê çi dike û nakê li ber artiş û hêza kurdan bisernakevê. Piştre jî, rojevekê, Sancar ji wezirekî dipirsê ku "ev kîna ku wilqasî şervanîyaka mazin dikin." Wezirê wî, bersivê didîyê de û dibêje ku "ewên wusa şer dikin ku tu kesek li ber wan bisernakevê ´kurdistanî´ na. Piştre jî, Sancar, dibêjin ku ev gotin ji devê wî derdikeve û dibêje ku "ev kurdistanî çi şervanna mazin in." ...

Ji ber vê gotina ku Sancar bikardihêne, hatîya gotin ku "care pêşî sancar gotina ´kurdistanê´ bikarhanîya". Rasta, ku Sancar gotina ´Kurdistan´ê bikarhanîya. Lê em li vir nikarin bêjin ku care pêşî wî bikarhanîya. Lê em dikarin bibêjin ku di sadsale 9´min de sancar ku siltanê salçûqî, gotina ´Kurdistan´ê di dema xwe care pêşî pênasî kiriya û bikarhanîya. Ji ber ku nîşanakên pirr xort hena ku berî wî jî dihat bikarhanîn. ..

Divê ku em bibêjin ku kurdên eyîrîdî jî û kurdên kekoyîdî jî ku di sadsale 8´min ´ sadsale 9´min de demên xwe yên desthilatdarîyê ên zêr dijîn de, ev gotin di nava wan de dihê bikarhanîn. Ji xwe şancar jî, ji wan digirê û bikardihêne. Divê ku em vê yekê, li vir di serî de kifş bikin, weke rastîyeka dîrokî.

Dema ku em li ser rêzimanîya zimanê kurdî re herin û li ser wê re çend gotinan bibêjin ku temenê bikarhanîna gotina ´Kurdistan´ê, pirr kevn diçê û heta ku diçê demên berî zayinê, demên hûrîyan û mîtannîyan. Î ro, di destê me de binerter(dokument) hena ku di rêzimanîya hûrîyan de "...îsta", "..îstan", "...îstanî" û hwd, bi hersê awayên xwe re jî di rêzimanîya hûrîyan de heya. Îlsa Wegner ku rêwşenbîr û lêkolînvaneka bi aslê xwe alman bû, li ser zimanê hûrîyan çend lêkolînên wê li ser zimanên hûûrîyan bûna û hatina weşandin. Yek ji wan lêkolînên wê pirtûka wê ya bi navê "Introduction to the Hurrian Language" bûya û di vê pirtûka xwe de, ji dema hûrîyan û ji rêzimanîya wan, awayê rêzimanî ên weke "...îsta", "..îstan", "...îstanî" û hwd, kifş dike û bi şîroveyên xwe ên kûr û dîrêj re dihêne ser ziman. He wusa, em nûha werina ser navê ´kurd´ di berdewame vê kifşkiirna rêzimanîya ji dema hûrîyan de. Dîsa ku ji dema hûrîyan tê kifşkirin, sê lêkolînvanên ku lêkolînên xwe bi aqadamîkî li ser zimanê hûrîyan kirina û pirtûka bi navê"HURRIANS AND HURRIAN NAMES IN THE MARl TEXTS" nivîsandina ´Jack M. Sasson - Chapel Hill, North Carolina´ û di wê pirtûkê de hewldane ku navê hûrîyan ji zimanê wan kifş bikin û binivîsênin,, di pirtûka wan de bi gelek rengên wê em rastî navê ´kurd´ bi rengên "kur-da", "kur-d[a ..", "´kurda" ku mirov rastî tê, nivîsandina û hwd tên. Hinek rengên din jî, ên nivîsandina navê ´kurd´ tenê di wê pirtûkê de zêdetir jî hena.

Ev tenê ji aliyê kevnerîya gotinê ve ku li ser rêziman ve me hanî ser ziman. Dema ku em li kifşkirinên ku rêzimanê ên Îlsa Wegner dinerin ên ´Jack M. Sasson - Chapel Hill, North Carolina´ ku di pirtûka xwe ya bi navê "Hurrians and hurrians names in the mari texts" dinerin, em temenê rêzimanê bo gotina ´Kurdistan´ê ji van deman jî kifş dikin. Minaq, ji dema hûrîyan, em navê "gulistan" bi rengên ""gul-lu-uš-ta-an-n(gul-lu-uš-ta-an-ni--gul-lu-uš-ta-an-ni--gul-lu-uš-ta-a-an-ni" ku çend rengan a, em ji dema hûrîyan kifş dikin. Ev minaq, me bo temenê gotina ´Kurdistan´ê ku ji wê demê da.

Ev rewş û gelek rewşn ku em dikarin li vir li vir vê werênina ser ziman, dide nîşandin ku navê ´Kurdistan´ê, navekî ardnîgarî, civatî û sîyesî jî bûya. Divê ku mirov vê yekê bi teybetî werêne ser ziman. Nûha jî, navê ku bi vî rengî kevn, ketîya bin înkare rejima tirk de. Hê ku tirk ji asya navîn ne hatibûbûna rojhilat, ev nav li herêmê hebû û dihat bikarhanîn. Nûha jî, dema ku em ji vê aliyê ve lê binerin, em di serî de namerdîya dîrokî bi zihniyeteka bêahlaq ya qadaxakar re dibînin. Her wusa, bo navê ´kurd´ jî divê ku mirov vê yekê bi teybetî bêne ser ziman.

Lê li vir, di aslê xwe de, dema ku parlamenên BDP´ê navê ´Kurdistan´ê hanîna ser ziman, hersê partî bi zîhniyeta kujar û înkarker bûna yek. Dibêjin ku dixwezin ku "navê kurdistanê ji arşîva meclîsê were derxistin." Ew, sîyesetê bi vî rengî dikin. Di vê temenê de, di rengê înkarê de dikin. Dibêjin ku "bikarhanîna navê ´Kurdistan´ê li dijî destûrê ya." Navê ´kurd´ jî li dijî destûrê ya. Nivîsandina bi kurdî jî li dijî destûrê ya. Hemû tiştên ku hebûna civate kurd dihênina ser ziman jî, li dijî destûra wan ya bi zihniyeta înkarker a. Ev nêzîkatîya hikimeta AKP´ê ku bi CHP´ê Û MHP´ê re di temenê înkar û diminatîya nav û hebûna gelê kurd de dane nîşandin, di temenê wê komkujiya li geverê de jî ya. Ku em li vê rewşê binerin, emê zihniyeta di temenê wê komkujiyê de bibînin.

Di dema gera Birêz Berzanî a li Amedê de jî, ji aliyê T. Ardogan ve bikarhanîna gotina kurdistanê bi armanca xapandinê ya. Ji xwe, di dema van niqaşên di melisê de, ev yek bi awayekî vekirî dihê ditin. Ji destpêka avakirina komarê ve, dewletê û rayadarên wê, hertimî giringî dane tiştekî. Ew jî, ew a ku ´di ti belge û dokumentên fermî de navê ´kurd´ û ´Kurdistan´ê newê bikarhanîn û newê nivîsandin. Di roja me de jî, dewlet vê dike. Hinekî jî, nîqaşên di nava meclîsa tirk de ku li ser gotina ´Kurdistan´ê bûn jî, hinekî jî divê ku mirov ji wê vê yekê fahm bike. Lê rayadarên dewletê, weke ên hikimeta AKP´ê û hwd, di nava gel de gotina "birayê min ê kurd" û hwd bikardihêne. Weke ku di gera birêz Berzanî a li Amedê de gotina "herêma Kurdistan"ê û hwd bikarhanî. Lê ev hemû jî, ne di temenê herêkirinekê de, lê di temenê xapandinaka ku di temenê politikayên xwe ên hilbijartinê de dike. Di hilbijartinên berê de "komir" û "makarna" belav dikirin û bi wê dixwestin ku piştgirîyê bigrin. ..

Ev jî, politikaya dewletê bû. Pêşî bi politikayên xwe faqîr û xizan dike û piştre wê faqîrî û xizanîya wan li dijî wan bikardihêne, bo serkevtinê. Di hilbijartinên buhurî de, dît ku ev politikaya wê bisernekeve. Di vê demê de jî, êdî bo ku piştgirîyê bigrin û hebûna xwe li ser serê kurdan bidina domandin, ku diçina nava kurd, ji dev û b devkî gotina "kurd" û "Kurdistan"ê bikardihênin. Lê pirr bihey tevdigerihin ku ev gotinên ´kurd´ û ´Kurdistan´ê, nekevina ti belge û dokumentên fermî de. Hinekî jî, em divê ku wan nîqaşên di meclisa tirk de ên di di derbarê gotina "bakûrê kurdistanê" û û ankû "Kurdistan"ê de, hinekî di vê temenê de fahm bike. Di meclîsa tik de, di dema nîqaşên li ser ´bûtçe´yê de parlamenên kurd Hasip kaplan û hwd, gotina "kurd", "Kurdistan" û "bakûrê kurdistanê" bikarhanî. Lê di cih de, nîqaşên li ser "ûsûlê" dan destpêkirin. Piştre jî, di cih de, bi bûyîna yek ya AKP´ê, CHP´,ê û MHP´ê re xwestin ku gotina "kurd" û "kurdistanê" ji nava belgeyên fermî û dokumentên arşîvê ku werina derxtin.

Ev rengê politikayê, divê ku mirov hinekî li ser wê re çend gotinan bibêje. Di pretikê û jîyanê de, bo ku bikarhanîna navê ´kurd´ jî, biarmanca xapandinê ya. Heta roja me, tê gotin ku "gelek pakêtên demokratikî bo herêmê hatina derxistin. Lê win tenê di yekê jî ji wan de navê "kurd" û "Kurdistan"ê rastî wê nayên. Her wusa, heman tiştî ew divê ku wê pakêta ku qaşo, bi navê "pakêtê demokratîkbûnê" ku çendekê berî vekiirn û kurdan weke ´pakêta xapandinê´ jî bi nav kir, di wê de jî, di ti deverên wê de navê ´kurd´, win rastî wê nayên. Hemû gotinên ku tên bikarhanîn jî, dervî fermîyetê dihên bikarhanîn. Piştre jî, bi politikayên dewletê, hewl tê dayîn ku ew ji jîyanê were derxstin. Bi vê rengî, êdî di ti belge û dokumentên fermî de win navê ´kurdan´ nabînin.

Di belgeyên berê de, ên destpêka komarê de ku hebûn jî, piştre hatina derxistin. Pirtûkên ku di wan de navê ´kurd´ û ´Kurdistan´ di buhurt, ji wan hatîya derxistin. Di vê temenê de, li ser temenê tûna hasibandin û înkare kurdan de sîyeset hatîya kirin. Bi wê re jî, divê ku em vê yekê jî bibêjin ku destûra bingihîn a tirkî di temenê wê înkara kurd de hatîya nivîsandin. Di rewşên weke vê de jî, ku dikevina rojevê de, "ev ne li gorî destûrê û rêzikên wê ya." Bi vî rengî, Partîya AKP´ê jî, vê dike. Gelek caran, rayadarên AKP´ê jî, dema ku rewşên weke vê ketina rojevê de gotina ku "tiştek ji destê me nayê, di destûrê de dinivîsêne." Lê ev gotin, tenê xapandin a. Lê divê ku em vê jî bibêjin ku ên ku ew destûr nivîsandina jî, ew in.

Hertimî, ew destûr, derxistina ber kurdan. Bizanebûn, ev yek hatîya kirin. Zimanê kurdî qadaxa kirina, ku bahse zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê hatîya rojevê, gotina ku "di destûrê de dinivîsêne ku wê tenê perwerde bi zimanê fermî bibe û ew jî tirkî ya." BI heman rengî, di guharandin û qadaxakirina navên kurdî ên herêmê de jî ev yek wusa ya. Di vê temenê de, divê ku mirov bibêje ku bi vî rengî nivîsandina destûra bingihîn û bikarhanîna wê û bicihnekirin û ne hiştina bicûna navê kurd ´kurd´ û ´Kurdistan´ê jî di ti belge û dokumentên fermî de, di vê temenê de divê ku mirov bi hevdû re di temenê zihniyetê de fahm bikin. Di sale 2011´an de ku rojava zimanê dayikê de Ahmed Turk ku li meclîsê di civîna koma partîya xwe de, çend gotin bi kurdî gotibûn, hingî weşanên tv´ya meclîsê jî hatibûbûna birrîn. Bi wê rengê, hemû arşîvên ku bi nivîskî bê û bi awayên din bê, ji hemûyan pêşî navê ´kurd´ û ´Kurdistan´ê hatîya derxistin û piştre ew arşîvkirin bûna. Ev, weke rêbazek û prensibeka rejimê ku li ser temenê înkare kurd hatîya pêşxistin a.

Rayadarên hikimeta AKP´ê, di meclîsê de, herî zêde, ew li dijî gotina ´kurd´ û ´kurdistanê derketin di nava nîqaşên meclîsê de. Lê ku derdikevina nava xalkê jî, bêî ku şerm û fihêt bikin jî, bahse ´kurd´ û ´ heta ´Kurdistan´ê jî dikin. Ev rêbaza ku di jîyanê de bikarhanîn û lê ne hiştina ku di ti belge û dokumentên fermî de bibe navê ´kurd´ û ´Kurdistan´ê, divê ku mirov wê aliyê pirr baş li ser bisekinê. Ev rengekî, îstismarkirin ê rejimê ya ku hikimeta AKP´ê jî di dema xwe bikardihêne ya. Minaq, di vê dema hilbijartinê de, winê ji devê T. Ardogan jî û rayadarên din ên hikimetê jî û namzetên wî ên ku wî bo herêmên kurdan bijartina, winê navê ´kurd´ di vê demê de pirr zêde bi bihîzin. Lê weke ku li meclîsa tirk jî hat ditin, bo ku di ti belge û dokumentên fermî de bicih nebê jî, di nava kar û xabateka mazin de na.. Dijberîyeka mazin didina nîşandin.

Ev rengê di jîyanê de bo ku kurdan bi wê bixapênin bikarhanîna navê ´kurd´ û ankû gotinên weke "birayê min ê kurd" û hwd û an jî kû weke T. Ardogan bixwe jî di gera birêz Berzanî a li Amedê de bikarhanî "herêma kurdistanê" û hwd jî, di temenê politikayên wan ên di bin kontrolê de hiştinê de dihên kirin in. Bi wan gotinan di jîyanê de, di nava kurdan de bikardihênin û bi wê dixwezin ku xîtabî hêstên kurdan bikin û bi wê bikina bin kontrolê de. Yanî, ev gotinên ku bi vî rengî di nava kurdan de dihên bikarhanîn di temenê "politikaya kontrolkirinê" û "di bin kontrolê de hiştinê de" dihên dihên kirin. Bi wan gotinan, di jîyanê de poliitîkaya xwe birêve dibin. Bi wê politiaya kontrolkirinê û ankû di bin kontrolê de hiştinê de jî, dixwezin ku li gorî wê destûra bingihîn di temenê înkarê de bi rêve bibin.

Em di temenê "politikayên kontrolkirinê" bikarhanîna gotinên ´kurd´ û ankû ´Kurdistan´ê jî, di nava çapameniyê de jî wê bi kîjan rengê nivîskarîyê bidina nîqaşkirin û wê çawa bidina niqaşkirin jî, ew jî ji destpêkê ve dihê kifşkirin. MInaq, çend nivîskarên dewletê ên di rengê çar bi car xwe weke "dostên kurdan" jî bi nav dikin, bi rêya wan nîqaş dikin. Nahêlin ku hemû beşên nivîskaran jî wê nîqaş bikin. Ev beşkirina li ser nivîskaran jî, wusa dihê ditin ku li gorî hin "rengna" hatina dîyarkirin û wan re hatîya gotin ku wê kîjan di kîjan çerçoveyê de gotinê bibêje. weke ku çawa ku dewlet, herêmên kurdan ên bi bi tememî hatina asîmlekirin weke "herêmên sipî", herêmên ku nîvê wan hatîya asîmlekirin weke "herêmên zer" û her wusa herêmên ku hê hinekî kurdîtiya xwe diparêzên, ên weke Nisêbînê, şemzînan, gever, Cizîr, Şirnax û hwd jî, di temenê "herêmên Sor" de bi navkirina û li gorî wan beşkirinan politikayan kifş dike û diek merîyetê de, herwusa em di heman rengî hin kifşkirinan di nava nivîskarên tirk de dibînin. Ev di temenê beşkirinên nivîskarên tirk de bi ên ku xwe "dostê kurd" binav dikin, ên ku di rewşeka navê de hatina hiştin û ên ku bi tememî tirkitiyê dikin û rengê wan di dîtinê û nerînê weke ku vajî ên ku xwe weke "dostên kurd" didina nîşandin in, lê ku di temenê konseptekê bi hevdû re di temenê wê kontrolkirin û li gorî tirkiyatiyê bi rêvebirina civatê kar dikin, em wan kifş dikin û dibînin. Di vê rewşê de, rewşa "nivîskarên kurd" jî, pirr hazîna ku bi nivîsandina(´nivîsandina wan bi zimanê tirkî û bi wê ferzkirina zimanê tirk li ser civate kurd) wan û hwd, di wê rewşa li demê belavkirina jenosîda kurdan de ew lingekî giring in bo birina sêrî ya wê jenosîdê bo dewletê, ku bi zanebûnî bê û ne bizanebûnî bê. Ev rewşên ku em dikarin bi gelek rewşên din re jî kifş bikin û bi wan re werênina ser ziman, hemû jî di temenê politikaya "kontrolkirinê" û ankû "di bin kontrolê de girtinê" de dihên meşandin in.

Lê li vir, divê ku em vê yekê bibêjin ku di temenê ´nivîskarîya dewletê´ de, hemû çerçoveya wan ´tirkiyatî´ ya. Wê çawa, wê tirkiyatiyê serdest bikin û li gorî wê bidina meşandin bi politikayên dewletê re, li gorî wê dihê hizirîn. Em dema ku van aliyên politikî ên politikayên dewletê nebînin û fahm nekin, ku tevî ku tenê li ´bakûrê kurdistanê´ ku ser 20 milyonan re kurd dijîn, ku lê winê di navê wan weke ´kurd´ û ´Kurdistan´ ti belge û dokument û her wusa di arşîva meclîs û hwd de bê, ku nabînin. Ev jêbirina navê kurdan ji hemû belge û dokumentên fermî, hinekî jî di temenê wê politikaya dewletê de divê ku mirov lê binerê û fahm bike. Ev ne tenê helwesteka. Ji wê zêdetir, ev pergeleka ku lingên wê ên li ser sîyesetê, çapameniyê û nivîskariyê, saziyên dewletê û arşîvên û hwd re hena ya. Em divê ku van lingên wê hemûyan bi hevdû re di çerçoveya ´înkare kurdan´ û her wusa "jenosîda kurdan" bi hewldanên ji dîrokê birina civate kurd re fahm bikin. Qadaxaya li ser zimanê kurdî ku hê didomê û ne hiştina perwerdeya bi zimanê kurdî, divê ku mirov di wê çerçoveyê de fahm bike. ..

Bêgûman, dema ku em vê hlwesta hikimeta AKP´ê lê bikolin, divê ku em dîroka komarê jî ku di nav de, dîrokeka dirêj ya ku di temenê înkare kurdan de hatîya nivîsandin û bi wê bi dehan komkujiyên kurdan hatina kirin, divê ku mirov werêne ser ziman. Li vir, ez dixwezim ku balê bikişênima ser vê jî. Di dema ku balefirên rejima tirk herêmên Qandîlê didane ber bombabaranê, bi dehan sivîlên kurd di ancama wan bombabaranan de jîyane xwe de ji dest dan. Malbate kurd ku li herêma Ranya ku di wê bombabarandina balefirên rejima tirk de hat qatilkirin û ku pitika bi navê "Solîn piçûk" ku bû weke sembola wê, dema ku ji aliyê balefirên rejima tirk ve hat kirin û ku piştî ku komkuji di çapameniyê de cihgirt, fermandarîya tirk hingî denezenek weşand û got "me ne kirîya." Bi vî rengî, hertimî, înkarkirin, hatîya bijartin. Lê ev rengê înkarê, bo ku ji bo wan komkujiyan ti belge bi fermî nebin jî dihên kirin. Yanî, bi rengekî ew li demê belavkirina ´jenosîda kurdan´, bo ku bo wê ti belge û dokumentên fermî di dîrokê de dibin, ev dihê kirin. Heman politika ku di van rojan de salwegera wê tê komkujiya roboskî jî, di wê komkujiyê de heman rêbaz hat hilbijartin. Wê çawa, bêî ku belgeyek fermî di derbarê wê de were çêkirin wê were ji holê rakirin û jibîrkirin û ji jîyanê dûrkirin, di wê temenê de dewlet saziyên xwe yên dadî û sîyesî bikarhanî û helwestek bo wê da nîşandin. Ev rewş, di hemû beşên jîyanê de dihê meşandin. Ew nîqaşên di meclîsa tirk lis er gotina ´Kurdistan´ê ku hatina kirin û piştre ku hikimeta AKP´ê bi lez û bez ket nava hewldanê de bo ku navê "kurd" û "Kurdistan"ê ji nava arşîvê derxê jî, tenê alî û lingê wê yê meclîsê diafirêne.

Gotina "Kurdistan"ê û nîqaşên di derbarê wê de ên li meclîsa tirk

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org