Dewlet, dewleta kûr û Dewletên paralel ~ HAWARNET Nêrîn

2/6/14

Di destpêka salên 2000î de têgeha dewleta kûr kete lîteratora me ya siyasî. Kê cara pêşî ev têgeh bikar anî nayê bîr min, lê me teva bikar aniye. Di rastiyê de têgehên di vê wateyê de ji mêjda hatine bikaranîn, hene.. 
______________________________________________________________________________




ŞEFÎQ PÊŞENG    
  


Hawar Net



06 Sibat, 2013 Weşandin:1021 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com






______________________________________________________________________________




Li gorî dem û dewranê, sebebê bikaranî û şert û mercan, di heman wateyê de carina; dewlet, dewleta di nava dewletê de, dewleta kûr, dewleta paralel û cemeaeta neyasayî, cemaeta kûr,* carina jî dewleta jor û dewleta jêr hatiye bikaranîn.**

Bêguman ji nav û awayê bikaranîna van têghan dixuyê ku li welat û serdema ev têgeh hatine bikaranîn, birêveberî bi arîşeyên ku nikare di nava hiqûqa xwe û ya navnetewî de îzah bike, rûbirû ye. Diyardeyên ku em karibin bibêjin ev têgeh ji aliyê birêveberên fermî û berpirs pêşkêşî civatê têne kirin, nînin. Lê rastiyek heye ku ev têgheh desthilatdariyê ji berpirsiyariya di kiryarên bûne sebebê bikaranîna van têgehan, dûr dike. Fonksiyona van têgehan ji binavkirina berpirsên kiryara bêtir, dibe rûspîkirina birêvebriyê.
                            
Di pratîka dewleta tirk de dewleta kûr, dewletên paralel
Kî çi dibêje bila bibêje, rastî ev e ku Komara Tirkiyeyê li ser beşek xaq û mîrata Împaratoriya Osmanî hatiye avakirin. Ji xwe di bîst salên dawî yê dewerana Osmaniyan de, birêveberên dewletê ji bilî padîşahan, Jon Tirk in ku ew jî bingeha dewleta tirk datînin. Ji damezrandina Împaratoriya Osmanî heta damzerandina Komara Tirkiyeyê û heta niha selametiya dewletê di navenda îdeolojiya dewletê û împaratoriyê de ye. A bingehîn selametiya dewletê ye û her tiştek dinê ku li dora dewletê bicîh e, tefaurat e. Li welatên têgeha dewleta hiqûqî bicîh nebû ye, norm û pîvanên pêwendiyên navebera hêzên birêveber û darizî bi zelalî kifş nebû ye û bi qanûnan nehatibin paraztin, kî desthilatdar be, dewlet jî ew e. Desthilatdar jî selametiya dewletê di selametiya desthilatdariya xwe de dibîne.

Di dema Osmaniyan de dewleta kûr, dewleta paralel di hundirê serayê de ye, ji malê ye. Tac li serê kê be, desthilatdar jî xwedanê Dewletî Alî Osmaniye jî ew e. Metirsiya desthilatdar ev e; Ew ên li dora padîşah, bira bin jî, ap bin jî, law bin jî, dikarin çav bera taca wî bidin û xiyanetê pê bikin. Sebeb ev e ku yek padîşahek Osmaniyan nîne destê wî neketibe xwîna birayek, kurek an apekî wî. Padîşahek nîne ku çend kes ji malbata xwe nekuştibe an dabe kuştin. Kuştin û berterefkirina rikeberê muhtemel di osmaniyan de siyaseteke ji adetê ye.

Helbet siyaset jî bi demê tê guhertin û li gorî şert û mercên serdeman şekleke nû werdigre. Komara Tirkiyê gelek taybetmendiyên dewletbûnê ji Osmaniyan wergirtin û wan didomîne. Di Komara Tirkiyeyê de jî selametiya dewletê bi qasî dema osmaniyan prensîbeke bingehîn ya dewletê ye. Hîn ji pêvajoya damezrandina dewletê bi komplo û opersyonên ne yasayî bi sedan kes û bi dehan hêz ji holê hatin rakirin. Mustafa Kemal hevalên xwe ên nêzîk tesfiye kirin. Di encamê de ordî û Kemalîst bûn xwedanê dewletê û nêzî 90 salî ye ku wesayeta wan li ser siyaseta Tirkiyeyê hîn jî dom dike.

Dewleta tirk, dewleteke wisa ye ku serokwezîrê xwe, wezîrên xwe bidarvekiriye, serokkomarê xwe kuştiye. Dewleteke ne li ser hîmê hiqûqê û bi îdeolojiyekê tev digere, dikare her tiştekî bike û dike jî. Bêguman dewlet kompleksek e. Ji gelek sazî û dazgehan pêk tê û her dewleta ku welatek dinê dagir kiriye, ji xwe re sazî û rêxistinên ku paşê hemû kiryarên qirêj têxe stûyê wan didamizirîne. Di dîroka nêzîk ya Tirkiyeyê de JÎTEM yek ji van saziya ne. Birêveberên tirk bi salan hebûna JÎTEMê red kirin, gotin saziyek wisa nîne. Piştî êdî hebûna wê nema hat veşartin hemû kiryarên salên 1990î xistin stûyê wê. Ez jî di navê de me teva wê, weka saziyeke dewleta kûr binav kir. Lê rastî ne welê ye. JÎTEM ji aliyê dewletê bixwe, bi fermana sererkaniyê û bi riza hukumet û Konseya Ewlekariyê ya Millî(MGK) hatibû avakirin. Di eslê xwe de JÎTEMê fermanên MGK û hukumetê bicîh anîn, li gorî wan tevgeriya.

Biryara şerê ku tê de 17 hizar kuştinên qesasnediyar, di civîneke MGKê, ku tê de serokkomar, serokwezîr, sererkan, wezîrê karê hundir û gelek wezîr û birêveber amade bûn, hatin wergirtin. Me ne serokwezîr Tansu Çîller bû ku lîsteya kesên dê bihatana kuştin di destê wê debû û li ber kamarayên bi dehan televizyonan behsa lîseteyeke weha kir. Ma ne Çîller bû ku li kujeran xwedî derket û got; 'Ê ji bo Tirkiyeyê dikujin û tên kuştin leheng in!'  Aktorê herî girîng yê serdema salên 1990î Mehmet Agar li ber mahkemê bi zelalî û bi awayek jixwebawer negot, ku wî çê kiriye, haya dewletê jê heye? Baş e heke ev fakt hemû rast bin, em ê çewa behsa dewleteke kûr bikin?

AK Partî ji sala 2002yan ve li ser desthilatdariyê ye. Her kes dizane ku ji wê rojê ve, AK Partî û Cemaeta Fethullah Gulenî hevkarên hev in. Di navbera wan de kooalisyoneke nebinavkirî heye. Cemata Gulenî bi hemû hêz û medya xwe piştgirî dida hukumeta AK Partiyê û hukumetê jî derfetên dewletê pêşkêşî Cemaetê dikir. Ji bo gelek karên bazirganî û burokratîk refefrenz Gulen û Cemaet bûn. Gotina Erdoganî ku got: 'Ma çi ji me xwestin me neda wan !' Lixwemikurhatineke bêşik e. Sebebê xirabûna têkiliyên navbera wan çi dibe be bila bibe, îdîya; dewleta paralel, nedicîh de ye. Bêusûliyek hebe AK Partiyê û Cemaetê bi hev re kiriye.
                            
Gelo li Tirkiyeyê ji MÎTê( Saziya Îstîxbaratê ya Millî) bêtir kîjan sazî û dazgeh kare bibe dewlet? Li gorî belgeyên evan rojên dawî di medyayê de belav bûn, MÎT li dervayî Tirkiyeyê operasyona dike, Kurdan dikuje. MÎT li Tirkiyeyê bi kamyonan çekan dibe tîne. MÎT, li Suriyeyê  bi awayekî eşkere  û tenê ji bo li hemberî Kurdan şer dikin, alîkariyê dide hêzên weka EL qaîda û Cepehetul Nusrayê. Wezareta karê hundir bi nivîsekê ji waliyê Antakyayê dixwaze, ferman dide ku alîkariya Mucahîdên El Nusrayê bikin. Kî dikare îdîa bike ku haya hukumetê ji van kiryarên MÎTê û nivîsa wezareteka wê nîne ? Niha, piştî têkiliyên hukumet û Cemaetê têk çûn, serokwezîr Recep Tayîp Erdogan û hukumet dixwazin hemû kiryarên xwe ên qirêj têxin stûyê Cemaetê.
                            
Mebesta bikaranîna van têgehan paraztina dewletê bi xwe ye
Dewleta tirk ji roja damezrandina xwe ve di hişmendiya tirkan de, derheqê xwe de îmajeke li ser derewan ava kiriye. Dewlet ji bo Tirkan pîroz e, pakijî ye, bav e û di biniya Xwedê re ye. Dewlet heqaniyet e, xirabî û bêdadiyê nake. Ew ên ku xirabiyê dikin, siyasetmedarên xirab û kesên pişta xwe didine dewletê ne.

Bi qenaeta min armanca sereke ya bikaranîna van têgehan, paraztina vê îmaja jorîn, paraztina dewletê bi xwe ye. Ji me re tê gotin, Kurd bin jî dewlet tenezulî kuştina kesan nake, wa ne hêzên me ên ewlekariyê, wa ne mahkemeyên me, kê sucek kiribe, em ê wan bigrin û dê edalet cezayê wan bide. Ji me re tê gotin, dewlet pakij e, têkildarî kiryarên weha qirêjî nabe. MÎT diçe li Parisê sê jinên Kurd dide kuştin, lê jiber medya Cemaetê agahî û belgeyên di vê derbarê de belav dike, hukumet îdîa dike ku Cemaet bi vê yekê dixwaze hevdîtinan sabote bike. Ango dibêje ez ê bikujim, lê kî kuştinên min deşîfre bike, ew xirabkar e, ew dewleta paralel e.

Stratejiya vê konseptê, dewletê jihisabdan û hisabpirsînê paraztin e. Lê nikarin bi be bidin jibîrkirin ku;  Dewleta dagirker, nikare pakij û dadwer be. Dewleta mafê miletekî binpê kiribe, nikaar bo wî miletî bav be, dewleta stratejiya xwe li ser asîmlasyon, entegrasyon û jiholêrakirina miletekî din ava kiribe, nikare pîroz be.

*   Rudolf J. Rummel (2006, chp. XXIII, 152-159)
** Richard Albrecht, http://www.duckhome.de/tb/plugin/tag/parallelstaat
.

Dewlet, dewleta kûr û Dewletên paralel

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org