Giringiya rewşenbîryê di avakirina dewleta Kurdistanê de ~ HAWARNET Nêrîn

4/21/14


Hindek hizir û boçûn bo avakirina dewletê hene, lew me divêt bi van serqeleman bi nivêsîn, bi taybetî jî bo me kurdan dê gelek bi mifabin heke kar li ser bihête kirin, çunku niho gelê kurd li herêma Kurdistanê di qonaxa avakirina dewleteka serbexwe da diborît.

................................................................................................................................................................................................................................................
Weciye Evdo Elî*
22 Nîsan, 2014 Weşandin:1739 (Gor Dema Kurdistanê) hawarnet.com
 ................................................................................................................................................................................................................................................

A hizra êkê ya girêdayî giringiya rewşenbîryê ye, çunku ew dê bîte harîkar bo berbelavbûna rewşenbîriya danûstandinê, pişikdarîkirinê û çarekirina duberekiyan, herwesa dê bîte egerê dûrxistina rewşenbîriya neviyanê û bikarînana hêzê, herweku berî sala 2003 ê li Îraqê dihate bicihkirin. Ew bi xwe rewşenbîrî gelek ya giringe hebît berî avakirina dewletê, her jiber vê yekê jî bûye ku berêz serokê herêma Kurdistanê Mes`ûd Barzanî amadey pêşangeha nêvdewletî ya pirtûkan bûy ku li rojên 2 -12/4/2014 ê li vê heyvê li Hewlêrê hatbû vekirin, ev yeke jî hindê digehînît ku hukmeta herêma Kurdistanê giringiyeka mezin bi rewşenbîryê û belavkirina zanîn û zanistê didet, li heman wext jî, şerê nezanînê û nexwîdevaniyê diket, lew dê rewşenbîrî û zanîn û zanist bîte harîkar hem bo avakirina dewleteka saxlem, hem jî bo avakirina takekes û civakekê saxlem. Bo sergirtin û berberbelavkirina rewşenbîryê jî, dezgehên perwerdeyî û pêgehandinê rolekê serekî heye pêxemet avakirina eqlekê saxlem û vekirî daku civakekê saxlem bihête avakirin ku bişên rûbirûyî hemû kêşeyên dihêne rêka wê bibît.

Heku em basê avakirina dewletê dikeyin, pêdiviye amajeyê bideyine babetê avakirina dîmokrasiyetê, çunku pêdiviyatiya serekiye bo avakirina dewleteka serdem, anku avakirina dîmokrasiyetê dê bîte eger ku civakekê sivîl û kara bihête pêkînan û qanûn serwer bît, zêdebarî astekê pêşkevtiyê aborî.

Bi vî rengî, çaksarîkirin di pêşêxistina aborî da, mercekê dîtirê serekiyê avakirina dewletêye, ev yeke jî dê bi rêya bihêzêxistina dezgehên heyî bicihbît, yan damezirandina hindek dezgehên dîtirên nû û kara bo piştbestinê bi hêz û pêdiviyatiyên navxuyî, zêdebarî danana hindek siyasetên serkevtî bo pîşesaziyê pêxemet wergirtina serbexwebûna aborî wek hêviyek û rêyek li berahiyê bo serbexwebûna siyasî li wextên pêdivî û jîwarên guncay, ev yeke jî hîngê dê bicihbît, wextê biryara kurdan didestên wanda bît dûr ji maytêkirinên derekî ewên bizavê diken ezmûna serkevtiya herêma Kurdistanê ji navbiben, ew herêma li ser karwanê avedankirinê û pêşkevtinê berdewam, herwesa derkevtina kurdan jibin givaştinên hukmeta navendî, ewa bizavê diket xwastên xwe li ser kurdan bi sepînît û destan danîte ser ayîndeyê miletê kurd ku eve hizir û eqliyeta wan kesane, ewên nihu desthelatdaryê li Bexdayê diken. Eha bi vî rengî, hindî ku pêdiviyatî bi avakirina dewletê heyî û tumet dihêne arastekirin bo wê, ji pêdiviyatiyên serekîne di vî serdemê niho da.

*Mamostayê hizra siyasî. Senterê vekolînên zanistî û xwandinên kurdî li zankoya Duhokê.



Giringiya rewşenbîryê di avakirina dewleta Kurdistanê de

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org