”Nalinek tê guhê min” ~ HAWARNET Nêrîn

5/1/14


Min sond xwariye ku ez li vir naminim. 
Ezê xwe gihînim Kurdistana we.
Kurdistana xwe. .


................................................................................................................................................................................................................................................
Leylan Maronsî 
01 Gulan, 2014 Weşandin:1145 (Gor Dema Kurdistanê) hawarnet.com
 ................................................................................................................................................................................................................................................

Ez ji nû bûbûm heşt sal. Zivistan bû.
Daka min çakêtekî nû ji min re kirî bû û got bû min ku emê çin dewlateka dûr û sar. 

Ji kêfa çakêtê xwe yê nû min peyvên daka xwe baş gu' lê nebû. 
Şîn bû, çakêtê min. Şîn bû û min gelek hîlep bi hebû. 
Ez her roj li hêviyê bûm berf bibare de ez l'xwe kim...

Rojekê, mala me bû tijî mehvan.  Hemû digrîyan. 
Daka min çakêtê min de'rê xwêst ê bû. Min li dor xwe dinêrî û li çakêtê xwe yê spehî.

Min baş fêm ne dikir bes min zanî bû ku îro ew roja ku daka min wê hêlî ez vî çakêtî xwe kim. 

Şev bû, li ser kolana mala me, hêstêr da dê hatin. Dengê girî, dengê giryê daka min ji bîr min naçe. Dengê griyê penaberîyê cuda ye. 

Ev 20 sal bû li Îranê dijîyan, niha jî ji welatê xwe yê bindestan dûrtir diçûn.  

Dengê girîyê xerîbî yê dilê minê heşt salî parçiqand. 
Û li ser cade mala me, li tarîyê de, min li çakêtê xwe yê nû dinêrî, êdî li ber çavên min reş bû.  

Zivistan bû. Swêd tarî bû, bêdeng bû.  Min çavên xwe digirt û min d'hejmart:

Yek, du, sê, çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh, deh...û min çavên xwe vedikir.
Ah, hî em li Swêdin.  

Gava ez deh salî bûm min helbestek nivisand. 
Kurdistan. 
Ez bîriya welatê xwe Kurdistan dikim, min nivisand ê bû bi Swêdî. 

- Tu ji kî 'zanî Kurdistan çiye, babê min ji min pirsî. 

Min ji kî 'zanibû Kurdistan çiye?

Min zanî bû ku navê Kurdistan herdim li ser lêvên bapirê minê ezîz bû.
Min didît, armanca hebûna we, baba. 

Ez zanim, hûn hazêrin li sar vî navî bên kuştin.
Min gîryê we ditiye. 
Min li nav hêstêren daka xwe, derdê dûriyê ditiye. Derdê we derdê mine. 

Min sond xwariye ku ez li vir naminim. 

Ezê xwe gihînim Kurdistana we.
Kurdistana xwe. 

Bîst sala, min çavê xwe digirt û min d'hejmart.
Yek, du, sê, çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh, deh...û min çavên xwe dîsa vedigir.

Ah, hî ez li Swêdim. 



Ez ji nû bûbûm bîstûheft sal. Bihar bû. 

Min got e xwe bese. Wext e. 

Û niha...ez li ser axa welatê xwe qayim 'sekinime. 

Min xwe gihend mal.

Min sond xwar bû. 
..



”Nalinek tê guhê min”

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org