Li ser bernameya "Xwanî Ême" ~ HAWARNET Nêrîn

1/5/15

Rexnegirê TV Nirxandin
...............................................................................
Li ser bernameya "Xwanî Ême" 

Bernameya "Xwanî Ême" ku di kanala Kurdmax'e, her Pêncşem saet 14:00'da tê amadekirin, di vî qismê da mînakek delale. 




Rexnegirê TV
05 Çile, 2015


Bernameyên xwarinê, demê nêzikda weka stêrkan di nava televîzyonanda di biriqin. Digel her kanalek ji yekî zêdetir bernameyê xwarinê pêşkeş dikin, li dinê û Tirkîyê hinik kanalên ku tenê bernameyên xwarinê tînin holê jî hene. 

Em dikarin; Planet Mutfak, Turkmax Gurme, 24Kitchen wekî mînakek nîşan bidin. Lê belê medyyaa Kurdî jî, ji vê rewşê para xû distîne. Bernameya "Xwanî Ême" ku di kanala Kurdmax'e, her Pêncşem saet 14:00'da tê amadekirin, di vî qismê da mînakek delale. Bi pêşkêşvanîkek xwînşîrin Keylan Chaharyarî, bernameyekî bi tâm derdixe holê.


Pêşkêşkirina xwarinan û neql kirina dîmenan, bi rastî dema kû li studyoyê bê çêkirin, digîje serkeftîkek çêtir. Dema ku hûn kitekitên xwarinên nekin nav qedrajê, serkeftina bernamêyê dibe ku biheje. Ku hûn kêm kirina qelîteya wêneyan bidin ber çavên xû,  hûn dikarin wekî Xwanî Ême bernameyekî gerok çê bikin. Her beşekî da, li bajarekî cuda yên Kurdistanê, bi bûyîna mêvanên carinan rû kek navdar, carinan jî bi yekî ji nav gel, mînakên mutbexa Kurdî tên pêşkêşkirin. Piştî nîşandina hinek wêneyên ji kuçê û kolanên ew bajarê ku tê kişandin, bername bi mijûlayîya mêvanê xwera destpê dike û bi beşdar bûna Keylan Chaharyarî xwarin tê pijandin û pêşkêş dibe.




Tê fehm kirin, çêkirinên televîzyonên Kurdî evê ku bi gel re yek bi yek dikevin têkiliyê, temaşe kirina wan û bal kişandina ekranên wan zêde dibin. Ecibandinê ku bername ji civakîyên wek facebook û twîtterê distîne jî, ev gotinên me rast dike. Di encamênde, televîzyon hacetek şahîyêye û kirinên perwerdeyî an jî çandeyî pêwîste ku bi awayekî şahî bi gihîje temaşevanan. Bê bawişk tê temaşekirin.




Puandan (Ji Ser 10)
Pêşkêşkerî: 8
Naverok: 6
Qalîteya Dîtinê: 5
Qalîteya Deng: 6
Salixdan: Tê Kirin. 

Link:Rûpela Bernameyê



Twitter: @RexnegirTV 

Li ser bernameya "Xwanî Ême"

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org