HAWARNET Nêrîn: KEYAKSER ATHAR
Showing posts with label KEYAKSER ATHAR. Show all posts
Showing posts with label KEYAKSER ATHAR. Show all posts

9/4/13

Li Tirkiyeyê ji tevgera kurd qalkirin, wek ku beriya 20-30 sal sal berê ne gengaz e ku mirov qala ji nîgaşên razber û peroşên ciwaniyê beraliyê van nîgaşan bike .Tevger ,ênda wek aktorekî civakî heye û bi hawaheke çalak destekê dide nivîsandina dîrokê..
______________________________________________________________________________




KEYAKSER ATHAR
  


Hawar Net



04 Îlon, 2013 Weşandin:0749 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com






______________________________________________________________________________




Baş e , mebest û çawaniyên vê "kirdeya ciwan" a/ê ku di destpêkê de pêş ditiye û di di navbera van pêşdîtinan ên ku deraniye holê de mirov têkiliyek çawan dikare saz bike? 

Gengaz e ku mirov ava pirsan dikare bi hawayên cûr be cûr bibersivîne . Diyar e ku hin bersiv di pîvanekê de asta têgihînê a/ê a xwediyê vê pirsê û derawabûna li hemberê tevgerê aşkara dike . Dîsan jî diviya em li ser hin daneyên hevpar bisekinin û bersivên gengaz taxmîn bikin.

Çawan ku şîrovekirin ji xwediyê nirxandinê re bimîne jî, tevgera kurd ,bi şîara dewleteke serbixwe xwe pergalîze dikir û paşê jî sîstematîka xwe diguherîne wek " hevwelatiha makezagonî " a/ê ku çibûna wê/wî ne diyar e xwe û dewletbûn , netewebûna kurdan red dike .A rast , ji bilî tundrawkirina neteweperestiha Kemalîzmê ti fonksîyonek nabîne. Herweha tevgera kurd , li gel netewebûnê, şîara şoreşa demokratîk alamatî farikaya xwe îlan kiriye û bi demê re çawaniya xwe ya rengîn ya îzafî wenda kiriye ; herweha pêşiyê dikeve binê kontrola yekpartihê paşê jî bê foknsîyonbûna pêşewayî ji aliyê şêwaza klasîk , mirov dikare ava geşededan tesbît bike peresana (evrim) tevgera kurd diyar bike .Di pênasakirina vê şêwazê de dibe ku ramanên ceya (cuda) bên pêşniyarkirin; hin kes dikarin modela Kemalîzmê , hin kes modela Baasê , hin kes modela tarîqata ya nûjen , hin kes modela El-Fetîh ,hin kes jî modela şoreşê ya gelperest hatta hin kes sosyalîzma ku kesayetihî bi pêş ve dibe , wek navgîna aşkarakirinê pêşniyar bikin. Mijara me bandora ku li ser seyra vê pêşveçûnê ye .

Bi pênasekirineke gelemper , serwextkirina gelê kurd yê bi pêwendiya neteweyê re û têkiliyên ku di navbera van pratîkan mirov dikare bibêje ku şêwazeke nû deraniye holê. Şêwaz heta ku bi vê yekê re pêwendîdar be dê mijara me hawedar bike belam geşedanên ramyarî yê ku tevgera kurd afirandiye beravajî , wek tê gumankirin tenya (tenê) ji rêxistinekê û ji pêşawayekî ne îbaret e .Tevgera ku di bin rêxistinê û di bin kontrola pêşewayî de ye , damgaya xwe li pêkbûna pêvajoyê yê civakî xistiye. Ev , bi pênasekirinekê gelemper netewebûna kurd e . Bi gotineke din pratîk û ramanên

PKK'ê li gel tiştên din netewebûna kurd jî hawedar kiriye û hêna jî dewamî vê hawedariyê dike .Piştî van hawedarkirinan aya netewe û netewebûnek çawan derdike pêşberî me ? Mirov dikare ava pirsan bi prosesên cûr be cûr bibersivîne . Nêrîna tevgera kurd a ku ji netewebûna kurd , bi rêgezên Kemalîzmê hatiye diyarkirin û sîstem û rêgezên PKK'ê dûrî netêwebûn û dewletbûna kurd e , ji ber yekê alternatîfek an jî ji dînamîkên navxweyî partî û dezgehek KURDİSTANÎ divê.

Nîşeyên Li ser Netewebûna Kurd

 

 

 

 

Here Jor

 

Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org