HAWARNET Nêrîn: ZÎWER ÎLHAN
Showing posts with label ZÎWER ÎLHAN. Show all posts
Showing posts with label ZÎWER ÎLHAN. Show all posts

5/19/12

Xwedê van koleyan nehêle hingî pir in ! Ji bo kefaret û xêran ez mihtacî wa me, ew ji bo azadîyê mihtacî min, ez jî ji bo firsentê mihtacî Rezzaq..
 
ZÎWER ÎLHAN
Hawar Net
19 Gulan, 2012 Weşandin: 0122 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
       
 

Çi kaşekî çetîn ya Sâbûr ! Çi koleyê aborîyê hene ya Rezzaq ! Her ku bi deyn ez tiştan bidim, deyndarek ji bin fediyan derdikeve, nabe  deyndarê  rîbayê. Yê ku deyndarê rîbayêbe jî ez wî ji zincîra stû xelas dikim. Her ku ez deynekî bi kêf û xweş didim, ew mirov nabe êsîrê hewaya xwe û naçe karên nebaş nake, li pîreka xwe û li zarokên xwe naxe. Stûyê wî yê xwar rast dibe. Kaşê min nimz dibe, çetînbûna wî diçe, nema li nefsê min zor tê. Berê ev kaş çepokaşek bû lê niha nema li min zor tê ya Rahman !

Zike, li yê ku azadîya wan ji destê wan hatiye derxistin jî dikeve. Ez dixwazim koleyekî azad bikim ku bi senedê deynan hatibe girêdan û heta hetayê kar bike jî koletîya wî xelas nabe. Koleyek ku heciz hatibe ser milkê wî. Mirovên ku ji bo aborîya xwe sibê heta êvarî, gelik caran pazdeh, şazdeh saetan kar dikin, ji mirovantiyê derdikevin. Ew robot in; febrîqe, girtîgeha wan e. Zike li wan jî dikeve. Ez dixwazim axa welat rizgar bikim, li cotkar û feqîran belav bikim. Daxwaziya min azad kirina cotkar û gûndiyên ku bendeyê axan e. Xûlamtîya axan, êsîrtîya me ya sîyasî ye jî. Ev çend hilbijartin ku rayên wan tên firotin. Werne rayan were rayan ! werin malê axeyan. Kîjan axa wê wan rencberên ku bi nan û zikê kar dikin wê wan azad bike ? Kîjan beg ji van kolyên gûneh ku kêrî xwe tên  wê wan azad bike?
Her der axa Allah bû; lê tu bê Hîcret di wî warî de êsîr ket. Ev heye sed sal dewran yekcar li me gerîyaye. Jiyana te bi hejmara dijminan derbasbû, ‘emrê te di hepsan de. Ji alîkî ve asîmîlasyona zimanê bêxwedî, ji alîkî ve ji bîr kirina dînê sêwî… ronakbîrin bûn dîlê dîroka nebedî, nivîskarin bûn hemalê ziman, hunermendin bûn xûlamê hevesên xwe, siyasetnezanin bûn bendeyê axayên modern. Zalim û mazlûm bûne yek, mazlûm bûne zalimê xwe. Şik avêtine ser ala Îslamê. Li gorî tevgeran hinek ji vî qewmî ne Misilman in. Mûmîn nema wêrin bêjin, em Misilman in û nikarin bêjin bê hûn ne Misilman in ! Navê welat bû Zalimîstan. Kîjan şêx wê wan mûrîdan azad bike ? Pêwîste ez welatê kole azad bikim ku veqetandina vî qewmî dîsa bi ûmmet ve girêdim. Kîne ewê ku bi min re ne ? Ezê ji gûnehan, ji şehwetan û ji van putên modern Hicret bikim.

    Derîyê tobeyê herdem vekirîbû lê min di wî xaniyê tengik û bê mirês de derî li xwe girt. Ez koleyê devê xwe me. Devê min ku vedibe hema sûnda dixwe. Sûnd ji min re bûne ‘edet. Lê sûnd in hene ez ji dil dikim û wan nayînim cih. Derewa min li min dikeve, ez nikarim derkevim nav milet. Di civatê de ku dibêjin : Çima tu li sûnda xwe nasekinî? Ez stûyê xwe berdidim ber xwe… Lê ez poşman im, min tobe. Nizanim ez deh feqîran têr bikim yan bi cil bikim nizanim koleyekî azad bikim. Bila ev azad kirin ji min re bibe derz. Bila ez fêm bikim ku sûnd ne tiştekî biçûk e. Bila ez zanîbim ku sûnda mûmînan namûsa wan e. Ehda wan, amintîya wan e. Ku amintî li mûmînan nema bibe ez jî pirsiyarê vê me. Eger ku ez li ser sûnda xwe nesekinim tu qîmetê min di nav ûmmetê de namîne. Ez bi sûnda xwe ve girêdayî me. Vekirina zincîra di stûyê min de azad kirina koleyekî ye. Ma ji koleyan pirtir çi heye ?

Gelek ji me mahkûmê nefsa xwe ne. Ku gotin ji dev derdikeve, mirov dibe ku bibe mahkûmê wê peyvê. Evê ku di serê her gotina wan de, “Jina min ji min berdayîbe, jina min diya min be û bi sê telaqê bê fitû” heye, pêwîste zû poşman bibin. Berî ku nêzîkî jina xwe bibin gereke koleyekî azad bikin.

     Min xeletî birayê xwe yê mûmîn kûşt ! gereke ez koleyekî azad bikim yana ev xwîn, birakûjî ye. Bi ser de heqê xwînê jî ezê bidim.

    Rêyên ku diçûne welatê bêşer û bêrik gelekbûn lê tu ji “Siratil Musteqîm” dûr ket. Te di go qey wê hey tiştek ji vê tevger û xirûpişa min derkeve; lê beleheq çû. Tu, kole yê nezantîya xwebû. Tu weke xiltekî ku çiqas ax dikoland, te bi serê xwe dadikir. Dema te bi rast kirina xeletîyên te derbas dibû. Tu jî weke yê ku ne difikirîn û kar dikirin, pîsitî bi ser wan de dibarî. Derîyê azadîyê bi mifta fikir vedibû; lê te bi xwe re ne dît ku rabe. Derî girtî ma, tu li derve di hepsa hewesên bê sînor de ma.
  
Her alî evîna îlahîbû lê tu di evîna beşerî de êsîr ket. Te Rojî negirt, te xwe negirt. Te go illeh min ewa çav reş divê. ‘Ebdên Xwedê gelekbûn lê tu di nav porên şehwetê de êsîr ket. Te rojekê şerpe neda serê xwe. Tu mahkûmê xweşikbûna xwebû; şehwetperst, êsîrê çûn û  hatina te bûn. Ne dilketiyê tebûn dîlê te bûn, bende te bûn, bendeyê te bûn… Di evîna beşerî de tengasîyek heye. Mirov xwe mihtac, bende û bêçare dibîne. Kelebêhnek ji vê “ne di destê xwe de” bûnê de heye. Pîşekar ji wê kanîyê vedixwin. Evîndar li ber wî çemî av û av diçin… Di evîna beşerî de dil ne safî ye, nefs ne biterbiye ye. Ku çav têr nebe, zik têr nabe. Hinek xwedîyê peran e, hinek pere xwedîyê wan e. Pêwîste ez yên ku pere xwedîyê wan in, wan azad bikim.

Şer, heta hetayê wê berdewam bike. Di her şerî de malek belavela dibe. Jin û keç dibe ku êsîr bikevin bin destê leşkerên şeytên. Keçika bêbav, çiyayê bêav e. Xelata me ya cawîdan, di destê sêwîyan deye. Li wir in, herkes zane ku namûsa wan tê firotin li bazara bênamûsan ! Pîrekên ku ji bo têkiliyên fahş, ketine bin dest û bûne êsîrê mafya. Kîye ewê ku heqê azad kirina wan bide û wan azad bike ? Kîye yê ku bi wan re bizewice û bi vî hawayî wan azad bike ? Ne bêje : “Ji vana xanim naderkevin.” ku  dilê şivên bixwaze, kare ji nêrî şîr derxe !

    Ez dixwazim koleyekî azad bikim : Xwe

Şoreşgerê Misilman û Kole

Xwedê van koleyan nehêle hingî pir in ! Ji bo kefaret û xêran ez mihtacî wa me, ew ji bo azadîyê mihtacî min, ez jî ji bo firsentê mihtacî Rezzaq..
 
ZÎWER ÎLHAN

Şoreşgerê Misilman û Kole

 

 

 

 

Here Jor

 

Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org